Rûdawê bersiva ´Medyaya PKKê´ da
Rûdawê bersiva "medyaya PKKê", bi sernavê "Bersiva Rûdawê bo medyaya PKKê" da!
Ji aliyê RÛDAW 26 xulek berê
Tora Medya ya Rûdawê Di heyama sê rojên borî de rojname, malper û televîzyonên girêdayî PKKê êrişek berfireh li dijî Tora Medya ya Rûdawê dane destpêkirin da ku karîgeriya wê kêm bikin.
Navendên medya yên PKKê wisa îdia kirine ku qaşo belgeyek bidest xistine ku nîşan dide Tora Medya ya Rûdawê bi pere û dirafê navenda sîxoriya Tirkiyê (MÎT) tê birêvebirin da ku dijberiya PKK û PYDê û partiyên nêzîkî PKKê bike.
Em li vir bi awayekî zelal û eşkere ji medyaya PKKê re dibêjin: Kerm bikin eger belgeyek we li ser rêkeftina di navbera Tora Medya ya Rûdawê û MÎTê de heye belav bikin, nek tiştekî destkird bînin ku kes nekare bixwîne û we bixwe çêkiriye da ku bi wê yekê li Rûdawê bidin.
Pêwîstiya Rûdawê bi pere û pêwendiyên MÎTa Tirkiyê nîne û rayedar û berpirsên PKKê dikarin dema digel MÎTê hevdîtin dikin, li ser vê mijarê jî gotûbêj bikin û lêkolîn bikin.
Nabe PKK û PYD medya û navendên medyayê bikin armanca êrişên xwe û divê hemû astengiyên li hember xebata rojnamevaniya azad li Rojavayê Kurdistanê rakin.
Em wek Tora Medya ya Rûdawê ji PKKê re dibêjin: Eger ew li ser êrişên xwe li dijî Tora Medya ya Rûdawê rijd bin dîsa jî Rûdaw dev ji pîşeyîbûn û profesyonelbûna xwe bernade û bi tu awayekî êrişî PKKê û partiyên nêzîkî PKKê nake. Lê divê PKK jî mîna hemû partiyên din vê yekê qebûl bike ku Tora Medya ya Rûdawê nikare çavên xwe li hember kêmasiyan bigire û nabe sekoya propagandeya tu partiyekê jî. Em tenê rastî û agahî û bûyeran vedighêzin û wan rûbirûy hev dikin. Êrişkirin û pesindan karê me nîne, ji ber wê jî Tora Medya ya Rûdawê roj bi roj û li hemû beşên Kurdistanê û li cem hemû kurdan zêdetir dibe jêdera agahî û nûçeyan.
Em ji navendên medya yên PKKê daxwaz dikin dest ji siyaseta reşkirina Rûdawê berdin. Eger di encama vê êrişa reşkirinê de tiştek biqewime wê demê em berpirstiya jiyana hemû hevkarên Rûdawê dixin stûyê PKKê. Tora Medya ya Rûdawê 01.09.2013