Rûkeniya wê ji bo wan bû tirs!
GURGUM (DÎHA) - Fîdan Dogan a ku 4 sal piştî komkujiya Gurgumê hat dinê, di her kêliyê jiyana xwe de ji bo hesabpirsîna ji pergala qirkirinê têkoşînê meşand. Dogan, piştî komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî têkoşîna azadiyê bû û di serî de ji bo Ocalan bi salan li Ewropayê xebatên dîplomasiyê meşand û bala hemû kesî kişand ser Têkoşîna Azadiya Kurd. Qatîl û qatilan ji ber ku ji rûkeniya Fîdan û hevalên wê tirsiyan guleya herî dawî jî li wê xistin.
Di 9'ê Çileya 2013'an de li paytexta Fransa Parîsê li Navenda Enformasyona Kurd Sazumankara PKK'ê Sakîn Cansiz (Sara), Leyla Şaylemez (Ronahî) û Nûnera Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) a Parîsê Fîdan Dogan (Rojbîn) hatin qetilkirin. Fîdan Dogan li gundê Malo Butan yê Elbîstana Gurgumê ku bi sedan elewî lê hatibûn qetilkirin di 17'ê çileya 1982'an de ji dayik bû. Navê xwe ji meta xwe ya mezin girt. Malbata Dogan di sala 1984'an de ji ber debarê koçî Firansayê kirin. Fidan û 2 xwişkên xwe li gel pîra xwe li gund man. Fidan heta pola 2'emîn li gund dibistan xwend. Di 8-9 saliya xwe de li gel xwişkên xwe koç kirin. Fîdan li bajarê Strasburgê yê Firansayê dibistana xwe berdewam kir. Piştî dibistana lîse li vir xelas kir, di temenê biçûk de tevgera azadiya kurd nas kir. Di 17 saliya xwe de vegeriya gundê xwe û li vir bi ciwanên welatparêz re nasî. Ket bin bandora xwendekarên zanîngehê yên welatparêz û di betlana havînê de dîsa vegeriya Strasburgê. Fîdan ku aqil û fikrê wê ma li cem ciwanên gund, tev li xebatên çandê yê Komeleya Çanda Kurd bû.
Li cihê xebatên dîplomasiyê da destpêkirin hat qetilkirin
Fidan, di 15'ê Sibata 1999'an de bi komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan tevlî têkoşîna azadiya kurd bû. Fidan, xwest tipê bixwîne û bibe bijîşk. Lê di nava tevgera gel de encamên girîng derxist. Her dem di nava civakê û tevgerê de bi ruyê xwe yên bi ken derket pêşerî gel. Her dem bi coş û enerjiya xwe hezkirinek di dilê gel de çêkir. Piştre di qada Diplomasiyê de xebatên çalak meşand Di du salên xwe yên ewil de di xebatên diplomasiyê de gavên girîng avêt. Li Navenda Enformasyonê ya Kurdistanê dest bi xebatên dîplomasiyê kir. Di serî de li Fransa û Belçika li gelek welatên ewropa xebatên dîplomasiyê meşand.
Di sala 2007'an de dema Rêberê PKK'ê Ocalan hat jahrkirin, ji bo heyata CPT'ê biçe Îmraliyê 39 rojan çalakiya gireva birçîbûnê hatibû lidarxistin. Wê demê ji bo çalakiya gireva birçîbûnê bi raya giştî re parve bike berdevkiya raya navneteweyî kiribû. Fidan, demek şûnde wekî berpirsiyar vegeriya Navenda Enformasyona Kurdistanê ya Parîsê.
Êdî di hemû qadên dîplomadîk te wekî berpirsiyariya KNK'ê ya Fransayê hat peyvirdarkirin. Ji destpêka dest bi qada dîplomatîk kir heta hat qetilkirin di raya giştî ya cîhanê de bal kiyand Têkoşîna Azadiya Kurd.
'Guleya dehemîn berdan devê Fidan'
Gelek çavkanî û malperên nûçeyan der barê Dogan de agahiyên şaş û berovajî belav kirin. Lê birayê Sakine Cansiz Metin Cansiz, di roportajek xwe de diyar kir ku di 3 raporên cuda yên balistikê de rastiya heyî derketiye holê û wiha got: "Sakine, Leyla û Fidan bi 10 guleyên ji heman çekê derketine hatine kuştin. Qatil ewil 3 guleyan berdide serê Sakine Cansiz. Ji ber gule ji kêlekê ve tên avêtin ruyê Sakîne nayê naskirin. Piştre berê çekê didin Fidan Dogan. 3 guleyan berdidin serê Dogan jî. Lê Rojbin wekî ku bêjin "Nekin" destê xwe rakiriye hewa. Tiliya wê ya gustîlê hatiye birîn. Leyla jî rapiye ser piyan û bi guleyê dev û rû ketiye xwar. Leyla jî bi 3 guleyan hatiye qetilkirin. Bi giştî 9 guleyan berdidin wan. Rapora balîstîk aşkere nîşan didin ku qatil guleya 10'emîn jî berdide devê Fidan. Qatlil bi vê guleyê peyamekê didin. Her wiha dîsa hêrs û nifrîna xwe ya li hemberî têkoşîna jina kurd jî tînin ziman.
'Kesek her dem rûken û zane bû'
Keçmeta Fîdan Eylem Dogan anî ziman ku Fidan her dem rû li ken bû û wekî jinek zane û jîr bû. Eylem Dogan, anî ziman ku her dem li meta xwe digeriya û halê wê dipirsî. Eylem Dogan, da zanîn dema Fidan hêj 17-18 salî bû carekê hat gund û piştî bi ciwanan re hat nasîn dîsa vegeriya Firansayê. Dogan, da zanîn ku piştî çû Firansayê û tev li têkoşînê bû carek din venegeriya gund û wiha got: "Fidan her dem bi telefonê li ciwanan digeriya û halê wan dipirsî. Fidan ji hemû endamên malbatê pir cuda bû. Pir çalak û bi tevger bû."
'Bêtir bi welat ve hat girêdan'
Eylem Dogan, daxuyand ku piştî Fidan çû gund û vegeriya bêtir bi ax û warê xwe ve hat giredan û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Fidan li Fransayê gelek xwe pêş xist. Hemû jiyana xwe tev li têkoşînê kir. Xwe di qada Diplomasidê de bêtir pêş xist."
(mae)