Rûniştina doza KCK'ê dest pê kir
Rûniştina doza KCK'ê ya Sîlîvriyê dest pê kir
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin û di 2'ê Tîrmehê de dest pê kiribû, di roja 7'an de li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê didome.
Rûniştina doza sereke ya KCK'ê ya Stenbolê ku 140 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd tên darizandin, di roja 7'an de li 15'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê didome. Rûniştina doza ku di navde Prof. Dr. Buşra Ersanli, akademîsyen Ayşe Berktay, Weşanvan Ragıp Zarakolu, Edîtorê Rojnameya Ozgur Gundemê Kazim Şeker, Serokê BDP'a Stenbolê yê berê Mustafa Avcı, Prz. Gonul Erdem jî hene bi xwendina îdîanameyê didome. Beriya rûniştinê ji ber ku leşkeran xwest li ser parêzeran lêgerîn pêk bine rageşdî derket. Di rûniştinê de 139 girtî û 6 kesên serbest tên darizandin amade bûn. Di rûniştinê de Cîgira Hevserokên BDP'ê Filiz Koçalî amade bû. Dîsa gelek siyasetmedar ji bo piştgiriyê bidin Ayşe Berktay rûniştin temaşe kirin. Ji Îspanya, Palona Valverde, Belçika, Îngîlîstanê gelek heyet hatin tev li rûniştinê bûn.
Rûniştinê bi xwendina rûpela 326'an a îdîanameyê dest pê kir. Piştî nîvro dê daxwaz bên guhdarkirin û êvarî jî li ser daxwazan dê biryar bên girtin.
(mae)