1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir
Rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir,rûniştina,siyasetmedarên,kurd,dest,pê,kir

Rûniştina siyasetmedarên kurd dest pê kir

Rûniştina 205 siyasetmedarên kurd li Stenbolê dest pê kir

A+ A-

STENBOL (DÎHA) - 4'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên di navde rewşenbir, nivîskar, parêzer, parazvanên mafen mirovan, siyasetmedar akademîsyen jî hene û ji doza "KCK"ê ya Stenbolê tên darizandin dest pê kir. Ji ber ku hêjmara girtiyan zêde ye parêzeran xwest rûniştina dozê dirêj bibe, lê heyetê daxwaza parêzeran a dirêjkirina rojên parastinê red kir.

4'emîn rûniştina 118 jê girtî 205 siyasetmedarên kurd ên di 5 û 28'ê Cotmeha 2011'an de ji doza "KCK"ê hatin girtin û di navde siyasetmedar, rewşenbir, nivîskar û akademîsyen jî hene li 15'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Kampusa Sîlîvriyê dest pê kir. Di rûniştina dozê de siyasetmedar Sevîm Er û Aslan Îşçîoglu ji ber nexweşiyên xwe tev li rûniştinê nebûn. Ji bilî 2 kesên bi rapor hemû siyasetmedar tev li rûniştinê bûn. Ji bilî girtiyan Ragip Zarakolu û 8 kesên serbest tên dirazinadin jî li gel parêzeran di rûniştinê de amade bûn. Malbatên girtiyan û rêveberên BDP'ê yên Stenbolê jî li salona dozê amade bûn. Di rûniştinê de li ser navê parêzeran parêzer Ercan Kanar, diyar kir ku hêjmara siyasetmedaran zêde ye û xwest 3 rojan mafê parastinê bide wan. Lê heyetê daxwaza parêzer red kir. Serokê heyetê Alî Alçik daxwaza Kanar red kir û diyar kir ku dadgehê bername amede kiriye û dê piştî xwendina îdîaameyan ji saet 15.00'ê 14'ê Adarê heta saet 15.00'an ê 15'ê Adarê parastinê bikin.

Prz. Sînan Zîncîr jî ani ziman ku ji bo parastina zimanê zikmakî, Komîsyona Edaletê lîsteya wergêran derxistiye û di nava vê lîsteyê de Îrfan Hulak ê serbest tê darizandin jî heye. Zîncîr, ani ziman ku di doza ku muwekîlê wan bersûc tê dîtin de nikare tercûmaniyê bike û xwest navê Îrfan Hulak ji lîsteya wergerê derxe. Serokê heyetê diyar kir ku hêj lîsteya wergêran negihiştiye destê wan û dema lîste bigêje destê wan dê binirxînin.

Rûniştin bi xwendina îdîanameyê berdewam dike. Xwendina îdîanameyê bi rûpela 289'an dest pê kir.

(mae)