Rûspiyên Amûdê: Divê sibe bibe roja yekîtiyê gel li Amûdê
AMÛDÊ – Rûspiyên bajarê Amûdê diyar kirin ku divê sibe bibe roja yekîtiya gelê Kurd li bajarê Amûdê û pêwîste ciwan beşdarî nava refên YPG’ê bibin. Rûspiya destnîşan kirin ku daxuyaniya ku Encumena Niştimaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) derbarê buyera Amûdê de derxistiye, hewldaneke tevliheviyê di navbera gelê Kurd de ye.
40 rûspî û kesayetên bajarê Amûdê şevê din li mala kesayetekî bajêr Hec Îbrahîm Hena bi Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) re civiyan.
Di civînê de Endamên Komîteya Têkliyên Dîplomasî ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) diyar kirin ku pêwîste hevgirtina aliyên kurdî bête xurtkirin û ji bo pilanên tevliheviyê vala bêne derxistin, divê nakokiyên di navbera partiyan de bêne derbaskirin û ji bo berjewendiyên gelê bixebitin. Endamên Komîteyê dane zanîn ku divê welatiyên bajarê Amûdê ji bo birîna sala borî bibin derman û derfetê nedin tu aliyên derve ku dixwazin tevliheviyê di navbera wetiyên heman bajarî der derbixin.
Li aliyê din rûspiyên bajêr piştî ku daxuyaniya ENKS’ê xwendin, diyar kirin ku ev daxuyaniya wan welatiyan sor dike û tevliheviya ku sala borî pêkhatiye nû dike û wiha gotin: “Pêwîste sibe bibe roja yekîtiya gelê Kurd li bajarê Amûdê, divê hemû ciwanên azad cihê xwe di nava refên YPG’ê de cihê xwe bigirin û derfetên nedin tu aliyan ku tevliheviyê di navbera welatiyan de derbixin.”
Rûspiyan dane zanîn ku dema ku welatî dixwazin derbikevin û tevliheviya sala borî şermezar bikin, divê gotinên kirêt ji aliyên ku welatiyan diparêzin re neyên gotin, ji ber ku ev yek ne ji exlaq û nirxên gelê Kurd in.
Rûspiyan bang li partiyên ENKS’ê kirin ku pêwîste rê li pêşiya aliyekî sêyemîn neyê vekirin ku beşdarî meşa welatiyên bajêr bibin û wiha dane zanîn: “Divê ENKS’ê bi hemû hêza xwe ji bo yekîtiya niştimanî li hemberî hemû astengiyên rastî şoreşa gelê Kurd li Rojava tên, tevbigere.”
Di dawiya civînê de komîteyeke rûspiyan hate avakirin û dê bi partiyên ENKS’ê re bicive û derbarê tevliheviyên ku dibe sibe derbikevin wan berpirsyar nîşan biAdin.
Komîte ji 8 kesayetan pêk tê ew jî ev in: “Fehed Deqorî, Şêx Ayetullah El-Qadirî, Mihemed Xêr Hec Çelebî, Sidîq Guro, Hisên Sofî Silêman, Ebdilezîz Miselet, Selîm Osfo û Şêxmûs Hec Qasim”
Tê payîn ku derbarê mijarê de komîte îro bi partiyên ENKS’ê re bicive.
Têklîdarî mijarê Endamê Komîteyê Sidîq Guro ji ANHA’yê re axivî û got ku ew ê bi hemû hêza xwe tevbigerin ji bo ku nehêlibin wekî sala borî tevlihevî bête derxistin û dê sibe bikin roja yekîtiya gelê Kurd li bajarê Amûdê.
(jh)