1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rûsya: Divê Kurd tevlî Konferansa Cenevre ya duyemîn bibin
Rûsya: Divê Kurd tevlî Konferansa Cenevre ya duyemîn bibin,rûsya,divê,kurd,tevlî,konferansa,cenevre,ya,duyemîn,bibin

Rûsya: Divê Kurd tevlî Konferansa Cenevre ya duyemîn bibin

A+ A-

MOSKOWA - ANF Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku divê Kurd beşdarî Konferansa Cenevre ya Duyemîn a ji bo aştî û aramiya Sûriyê bibin. Wezaretê diyar kir ku beşdariya Kurdan a weke komeke cûda ne cihêkarî, daxwaza jiyana li welatekî hevpar nîşan dide.

Li dû pevçûnên navbera Kurd û komên çete yên oldarên radîkal, Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê da xuyakirin ku divê komên Kurd ên bi pêşeniya PYD'ê tevlî 2. Konferansa Cenevreyê bibin.

Di daxuyaniya Wezaretiyê de hat ragihandin ku daxwaza Kurdan a weke komeke cûda tevlî konferansê bibe, ne cihêkarî ye, daxwaza Kurdan a ji bo jiyana li welatekî hevpar nîşan dide.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Rûsya daxwaza Kurdan a jiyana li welatekî yekpar, rizgar û demokratîk, fêm dike.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê çend roj berê êrîşên komên çeteyan weke "provokasyona bi xwîn" bi nav kiribû û anî bû ziman ku li pişt komkujiyên li Rojava, komên terorîst ên navnetewî hene.

Balkêşe ku daxuyaniya Rûsyayê ya li ser konferansa Cenevreyê, li demeke ku hewldanên navnetewî yên ji bo rawestandina pevçûnên li Sûriyê zêde bûne, rast hat.

Hefteyan derbasbûyî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov û hempîşeyê wî yê DYE'yî John Kerry, bi mijara Konferansa Cenevreyê gelek caran bi telefonê axivîn. Roja 26'ê Tîrmehê jî 25 endamên Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya li New York, bi awayekî ne fermî li ser konferansa Cenevreyê nîqaş kiribûn.

Ji bo konferansa li Cenevreyê, hikûmeta Sûriyê ragihand ku bêyî pêşastengiyan ewê yekser beşdar bibe, lê astengiya bingehîn a di vê mijarê de ji komên mûxalîf ên welêt tê. Mûxalîf dixwazin ku di nava hewldanên ji bo avakirina Sûriyeya nû de, bi ti awayî Beşar Esad û navên nêzî wî cih negirin.

LAVROV: ÊRÎŞÊN EL NÛSRA GIRÎNGIYA KONFERANSA CENEVREYÊ ZÊDE KIR

Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov da xuyakirin ku êrîşên Eniya El Nûsra yên li dijî Kurdan, girîngiya 2. Konferansa Cenevreyê zêde kiriye.

Piştî hevdîtina Wezîrên Parastin û Karên Derve yên Rûsya û Îtalyayê, Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li civîna çapemeniyê axivî û anî ziman ku derengxistina Konferansa Duyemîn a Cenevreyê wê rê li ber zêdebûna wendahiya sivîlan li Sûriyê veke. Wezîr Lavrov da xuyakirin ku hikûmeta fermî ya Sûriyê qebûl kiriye ku bêyî pêşşertan deyne holê, amade ye heyetekê bişîne konferansê.

Ji aliyê din ve Wezîra Karên ya Îtaqlyayê Emma Bonîno da xuyakirin ku rêya derketina ji pevçûn û aloziya li Sûriyê ne bi rêbazên leşkerî, divê bi rêyên dîplomatîk be