1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rûsya: Divê Şam û Mûxalefet, terorîstên El Qaîde biqewirînin
Rûsya: Divê Şam û Mûxalefet, terorîstên El Qaîde biqewirînin,rûsya,divê,şam,û,mûxalefet,terorîstên,el,qaîde,biqewirînin

Rûsya: Divê Şam û Mûxalefet, terorîstên El Qaîde biqewirînin

A+ A-

MOSKOWA -ANF Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, êrîşên El Qaîdeyê yên li dijî Kurdan bi tundî şermezar kir û destnîşan kir ku divê rayedarên Sûriye û mûxalefeta li vî welatî, di 2. Konferansa Cenevreyê de ji bo qewirandina terorîstên tund û El Qaîdeyê, angaje bibin.

Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Em êrîşên radîkalan ên li dijî nifûsa Kurdan a aştiyane, bi biryardarî şermezar dikin."

Di daxuyaniyê de weha hat gotin: "Meqamên Sûriyê û bi taybetî jî Konseya Bilind a Kurd û hemû komên mûxalefetê, di dema 2. Konferansa Cenevreyê de li hev bikin ku hemû organîzasyonên tund û terorîstên El Qaîdeyê, ji welatê xwe biqewirînin."