Rûsyayê piştgirî da banga Ocalan
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê: Banga Ocalan pêngaveke rast e
A+
A-
Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê daxuyaniyek da û ragihand ku, banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ya di Newrozê de, ji bo pirsgirêka Kurd birêyên siyasê bê çareser kirin pêngavek raste.
Li gorî daxuyaniya ji ajansa fermî ya Interfaxê re şandî hate gotin ku, “Daxuyaniya lîderê manewî yê PKK’ê Ocalan ku li Tirkiyeyê qedexeye agirbest girt nav xwe, di rêya çareserkirina siyasî ya pirsgirêkê de dikare weke pêngavek rast bê nirxandin.”
Di nûçeya ajansê de hate bibîrxistin ku, piştî ku daxuyaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza Amedê de hate xwendin û piştî wê rojê Serokê Konseya Rêveber ya KCK’ê Mûrat Karayilan agirbest îlan kir.
Bêjeyên Miftehî rûsyayê,piştgirî,da,banga,ocalan