1. Hemû Nûçe

  2. Nirxandin

  3. Sabrî Ok: Bêçekbûyîn di rojeva me de nîne
Sabrî Ok: Bêçekbûyîn di rojeva me de nîne,sabrî,ok,bêçekbûyîn,di,rojeva,me,de,nîne

Sabrî Ok: Bêçekbûyîn di rojeva me de nîne

A+ A-

ÇEKDAR TÛFAN/CÎHAN OZGUR - BEHDÎNAN/ANF Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir, ku di rewşeke hînê sedemên derketina Tevgera Azadiyê ya Kurd ji holê ranebûne de, bêçekbûyîn jî vekişîn jî ne pêkane û got, "Di van şert û mercan de nîqaşa li ser bêçekbûyînê, bêhurmetiya li vîna Kurdan e." Ok da xuyakirin ku hebûn û pêkanînên artêşa û polîsên Tirk ên li Kurdistanê rewa nîn in û destnîşan kir, ku li hemberî girtin, binçavkirin û serdegirtinên malan wê gerîla mafê bersivdayînê bikar bîne.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok, der barê çareseriya pirsgirêka Kurd, bêçekbûyîn, hevdîtinên tên kirin û operasyonên qirkirina siyasî de daxuyanî da.

Sabrî Ok da zanîn, ku di agahdakirina Kurdan û raya giştî ya li ser pêşketinan de, AKP dezenformasyoneke cidî afirandiye û got, "Manîpulasyonek û beralîkirineke mezin li naverastê heye. Hewldanek afirandina têgihiştinek li gorî xwe heye. Ev stratejiya AKP'ê ye."

Ok da zanîn ku eger wê pirsgirêkek bê çareserkirin divê beriya her tiştî hebûna wê pirsgirêkê bê qebûlkirin û anî ziman, ku dewleta Tirk û AKP xwedî mejiyekî qebûlkirina hebûna gelê Kurd nînin.

'JI OSLO'YÊ Û VIR VE MIJÛL DIKIN'

Ok, hevdîtinên heyeta HDP'ê û rayedarên hikûmetê nirxand û got, "Diyare ku AKP gelekî polîtîk û fênekî tevdigere. Her tim dibêje ku ew ê hin gavan biavêjin, li pêş çavan hin tiştan dike lê ji aliyê esasî ve ti gavê neavêje. Qezençkirina demê û mijûlkirin, bûye helwesta heta roja îro hatiye meşandin. Ev ne helwesteke roja îro ye, di dema hevdîtinên Oslo û hevdîtinên beriya Oslo de jî rewş bi vî rengî bû. Girînge heyeta HDP jî safiyane nebe. Hîn bêtir xwedî pêşdîtin, nêzîkatiyeke rexneyî û polîtîk be. Divê hem sekna gelê me hem jî ya Rêbertiya me bi awayekî hîn xurttir nîşanî raya giştî ya Tirkiyeyê û gelê me bide. Yanî pêwîste li pêşberî dewletê û AKP'ê di rewşeke xurtir a nîqaş dike de be."

Ok diyar kir ku heyeta HDP bi nêzîkatiyeke bi niyeta baş hin daxuyanî daye û ragihand ku aliyê pêşber xwedî niyeteke baş nîne. Ok got, "HDP dixwaze tiştên baş bibe. Lê aliyê pêşber qet niyeteke xwe ya baş nîne û qet naxwaze tiştên baş bibe. Dewlet ji xwe bi pêkanînên xwe re gotinên xwe pûç dike. Di hikûmeta Enqereyê de gotin gelek in, lê gaveke rasteqîn nîne. Eger bi tenê bi hin tiştên nimûneyî polîtîkayeke qezençkirina demê dişopîne, ev yek ji ber niyeta wan e, ku xwedî niyeteke baş nînin."

NÎQAŞA LI SER BÊÇEKBÛYÎNÊ BÊHURMETIYA LI VÎNA KURDAN E

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin ku ew gotina "Birêz Ocalan dikare di mijara bêçekbûyînê de bangê bike" ya hefteya bihurî ji aliyê heyeta HDP'ê ve hat bilêvkirin, rast û di cih de nabînin û wiha axivî: "Ne rast e ku ti kes li ser navê me, ku vîna çekê di destê me de ye, biaxive. Haya me ji tiştekî bi vî rengî nîne. Di rojeva me de jî tiştekî wiha nîne. Haya me ji rewşeke 'Rêbertî wê ji bo danîna çekan bangê bike, PKK wê vê bike, wê bike' nîne. Ji xwe di rojeva me de jî tiştekî wiha nîne. Ev rewşa ancax bi agahdariya rêveberiya tevgera me dikare bê kirin. Ji xwe me beriya niha gotibûn: Heta ku di mijara çareseriya pirsgirêka Kurd de gaveke cidî neyê avêtin, heta ku Rêber Apo azad bibe û bi gerîla re yekser hevdîtinê neke, tiştên bi vî rengî nayên nîqaşkirin. Gerîla jî ti carî dest ji çekê bernade."

Ok ragihand ku di van şert û mercan de nîqaşkirina bêçekbûyînê bêhurmetî li Tevgera Azadiyê ya Kurd, bêhurmetî li vîna gelê Kurd e û hişyariya "Divê hîn bêtir bala xwe bidin axaftinên xwe û hesas bin" da.

Sabrî Ok, "Weke tevger em baş dizanin ku li dijî mêtîngeriyê û zordariyê me çawa rahiştine çekê û ev yek di kîjan zor û zehmetiyên mezin de kirine. Sedema derketina me hînê li naverastê ye, di rewşeke bi vî rengî de bêçekbûyîn ne pêkane û li dijî rastiya me ye."

Ok got, "Di rojeva tevgera me bêçekbûyîn yan jî vekişîna hêzên me yên çekdar ber bi cihekî din ve, nîne" û destnîşan kir ku di rewşeke hebûna gelê Kurd di xeteriyê de ye, li Rojhilata Navîn serûbinbûyîn tê jiyîn de, hêza çekdar nabe mijara nîqaşê.

Ok ragihand ku nîqaşa li ser vê berevajîkirina rojevê ye û got, "Rewşeke bi qîmet nîne ku li ser nîqaş bê kirin. Xebat û hewldanên afirandina rojevê ya AKP'ê ye. Beriya hilbijartinê, weke argumaneke propagandayê avêtine holê. AKP beriya hilbijartinê hewl dide atmosfereke welê biafirîne ku mîna tiştekî wiha dikare pêk were û bi vî rengî bandorê li rewşa hilbijartinê bike. Tirkiye hînê demokratîk nebûye, hebûn û jiyana azad a gelê Kurd hînê ewle nebûye. Di demeke ku zext û gefên li ser me qet kêm nebûye de, bêçekbûyîna PKK'ê ti carî nabe."

BILA ARTÊŞ Û POLÎS XWE JI KURDISTANÊ VEKIŞÎNE

Ok da xuyakirin ku divê artêşa Tirk û polîs xwe ji Kurdistanê vekişînin û got, "Eger hêzeke hebe divê xwe ji Kurdistanê vekişîne ew jî polîs û artêş e ku di rewşa hêza dagirkeriyê de ye. Heta ku Tirkiye demokratîk nebe û pirsgirêka çareser nebe, artêş û polîsê wê di vê pozîsyonê de bin. Ne bêçekbûyîna me, divê dewlet û artêşa Tirk dawî li operasyon, êrîş û girtinên xwe yên li Kurdistanê bîne. Pêwîste qereqol, bendav û rêyên bi hinceta ewlekariyê tên kirin, werin sekinandin. Divê hêzên leşker û polîsan ku hema bêje bi qasî nîvê nifûsa Kurdan e li Kurdistanê bicih bûne, xwe vekişînin. Eger wê bê nîqaşkirin, divê ev mijar were nîqaşkirin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok bal kişand ser pêwîstiya heyeta çavdêr û got, "Rêbertiya me beriya niha gotibû, 'di zewaca jin û mêrekî de jî şahid divê'. Eger tê xwestin ku pirsgirêkek kûr û dîrokî ya mîna pirsgirêka Kurd bê çareserkirin û di navbera aliyan de pirsgirêkên cidî yên li ser baweriyê hebin, hingî heyeteke çavdêr a sêyemîn şert e."

ÇIMA AKP HEYETA ÇAVDÊR NAXWAZE?

Ok der barê mijara 'çima AKP çavekî sêyemîn an jî heyeta çavdêr naxwaze' de ev nirxandin kir: "Hevdîtinên duh ên Serokwezîr Davûtoglû yên li Iraqê jî di nav de, hemû hewldanên dîplomatîk ên li qada navneteweyî, li ser dijberiya PKK'ê ne. Lewma di serî û mejiyê AKP'ê de çareseriyek nîne. Eger bi rastî jî hêzeke sêyemîn a çavdêr hebûya, wê ev heyet qereqol, bendav, operasyonên siyasî, helwesta dijberiya Kobanê û nêzîkatiya li hemberî Rêbertiyê yên AKP'ê derxistibûya holê ku nêzîkatiyên ji mêj ve dawî li rewşa bêçalakîtiyê aniye. Ji bo xuya bibe ku kî şaş e, kî rast e, kî barê dikeve ser milê xwe hildigire, em dixwazin heyeteke çavdêr a sêyemîn hebe. Lê belê AKP bi israr vê red dike. Ji ber ku heyeteke çavdêr a sêyemîn naxwaze. Lewma dixwaze bingeke bêtir rehet, bêtir kêfî û li gorî xwe dikare li ser tevbigere, biparêze."

Ok ji bo endamên heyetê got, "Yên di nava vê heyetê de cih bigirin, dikarin ji hundir be jî ji Ewropa, ji Amerîka, ji Asya jî be...Ya girîng e ew e ku vîn û hêzeke cihê rêzdariyê be û karibe roleke polîtîk hilgire ser milê xwe. Em nabêjin îleh divê ev ji rayedarên dewletê pêk were. kesayetên xwedî îtibar, rewşenbîr, sazî û navbeynkarên Neteweyên Yekbûyî yên bi pirsgirêkên bi vî rengî re mijûl bûne, dikarin rolê bilîzin."

'MAFÊ ME YÊ BERSIVDAYÎNÊ HEYE'

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok pêla girtin û binçavkirina siyasetmedarên legal ên Kurd jî nirxand û destnîşan kir ku eger ev girtin dewam bikin, ew ê weke mafê bersivdayînê dest bi girtin û binçavkirinan bike. Ok got, "Siyasetmedaran, ciwanan, aktîvîstên jinan, her wiha hîndekarên zanîngehan jî dixin binçavan, digirin. Li cihekî AKP girtinan dike, mafekî rewa ye ku tevgera me jî weke bersivdayînê girtinan bike. Ev maf nikare ji aliyê ti kesî ve were nîqaşkirin. Eger were gotin, 'dewlet bigire baş e, lê Tevgera Azadiyê û gerîla ku vîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e bigire ev ne rewa ye', nêrîneke bi vî rengî, nêrîna bi çavê dewlet û mêtîngeriyê ye. Divê her kes vê bizanibe, ku tevgera me xwedî wî mafî ye ku her kes û derdorên li hemberî gelê me sûc kirine bixe binê çavan û bigire. Ev kî ne? Çawa ku siyasetmedarên legal ên Kurd li gorî AKP'ê sûc dike û dibin sedema girtinê; di nava AKP'yiyan de jî yên sûc dikin hene. Wezîfedarên fermî hene. Hin mirov û derdorên din ên sûccdar jî hene. Em ê jî di vê nuqteyê de hiqûqa xwe bikar bînin."

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok da xuyakirin, ku eger girtinên gelekî mezin rû bidin divê gelê Kurd bi serhildanan bersivê bide û got, "Divê ti tişt bêbersiv nemîne. Girîng e gelê me nerazîbûna xwe nîşan bide û berxwedana xwe mezin bike." Ok got, "Rewşeke berevajî wê were wateya serîtewandina li pêşberî zilm û pêkanînên kêfî" û ev xal destnîşan kir: "Di dîroka 40 salan a têkoşîna me de, çand û kevneşopiyeke bi vî rengî nîne. Eger bi şêweyê lînçê êrîş hebe, mafê gel û ciwanên me heye ku qat bi qat bersiva vê bidin."

SERHILDANÊN 6-8'Ê COTMEHÊ BERXWEDANA HERÎ BI HEYBET A DÎROKA TÊKOŞÎNÊ YE

Sabrî Ok di dewama axaftina xwe de got, "Di bûyerên 6-8'ê Cotmehê de bi dehan welatparêzên Kurd hatine qetilkirin, bi sedan hatine revandin. Ji van jî hikûmeta AKP'ê yekser berpirsyar e. Li şûna ku hikûmeta AKP hesabê van bide, tevgereke psîkolojîk a weke 'Divê HDP lêborînê bixwaze' dimeşîne. Eger yek hebe divê lêborînê bixwaze ew jî leşker, polîs û hêzên kontra yên Tirk in ku êrîşî gelê xwedî li berxwedana Kobanê derket, kirin. Bûyerên 6-8'ê Cotmehê serhildanên herî bi heybet ên dîroka serhildanê ya gelê me ne. Bi awayekî xurtî destnîşankirina vîna gelê m ey. Eger îro dewleta Tirk li tevahiya cîhanê teşhîr bûye û berxwedana Kobanê hatiye nuqteya derxistina DAIŞ'ê, di vir de rola serhildanên 6-8'ê Cotmehê diyarker e. Ti kes bi demagojî û şerê psîkolojîk re dikare girîngiya dîrokî û mezinahiya serhildanên 6-8'ê Cotmehê berevajî bike."