Sabrî Ok: Yekitiya neteweyî divê teqez pêk were
BRUKSEL 21.06.2014 14:24:19 Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok diyar kir ku di vê dema pêşketinên dîrokî lê diqewimin de wezîfeya sereke û lezgîn a li pêşiya Kurdan û rêxistinên wan, pêkanîna yekitiya neteweyî ye. Ok bal kişand ser girîngiya hêza parastinê ya hevpar.
Endamê Desteya Rêveber a KCK'ê Sabrî Ok duh êvarê di bernameyeke Ozgur Gundem a Stêrk TV de ku ji aliyê rojnamevan Bakî Gul ve hat amadekirin û pêşkêşkirin, mijarên di rojevê de nirxand.
Sabrî Ok bal kişand ser pêşketinên li Rojhilata Navîn û pirsgirêka yekitiya neteweyî ya Kurdan û girîngiya analîzên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser Rojhilata Navîn destnîşan kir.
‘HÊZÊN HEGEMONÎK NIKARIN PIRSGIRÊKÊN LI ROJHILATA NAVÎN ÇARESER BIKIN’
Ok da xuyakirin ku Rojhilata Navîn di pêvajoyeke gelekî krîtîk re derbas dibe û anî ziman ku pirsgirêkên dîrokî, civakî, etnîk û mezhebî di asta nakokî û pevçûnan de dewam dike.
Ok ev nirxandin kir: "Ya ku niha pirsgirêkên li Rojhilata Navîn çareser bike çiye, kîjan paradîgma, kîjan feraset e? Gelekî aşkera ye ku hêzên hegemonîk ên navneteweyî nikarin vê pirsgirêkê çareser bikin, ji ber ku ew bi xwe afirînerên pirsgirêkê ne. Diyare ku ferasetên dewletparêziya netewe, nikarin demokrasî, azadî û jiyana azad a hemû bawerî, çand û civakan bîne Rojhilata Navîn. Ji xwe yên ku niha ji holê radibin, rejîmên olîgarşîk, monarşîk û despotîk in. Niha jî qaşô hin hêz rabûne li ser navê ol, li ser navê mezhebê têdikoş in. Ev hêzên ku olê dike navgînek ji desthilatdariyê, herî zêde xizmetê ji modernîteya kapîtalîst re dikin. Li ber çavan e ku şerê mezhebî çiqasî dor li gelên Rojhilata Navîn teng kiriye. Zelal e ku çawa bawerî û çandên gelan çawa qetil kiriye. Li dijî vê yekê pêşniyara Rêber Apo ya Konferansa Îslamî ya Demokratîk û xwe nûkirina Îslamiyetê ya li gorî esasên aştî, hezkirin û biratiyê, wê gelekî girîng bin."
Ok diyar kir ku li Rojhilata Navîn pêvajoyeke girîng tê jiyîn û destnîşan kir ku ji bo Kurdan firsendeke dîrokî heye.
Ok bibîr xist ku sedsala 20'an ji bo Kurdan destpêkeke neyînî bû û got, "Lê belê îro tevgera azadiyê ya Kurdistanê heye, Kurd di warê giştî de hişyar bûne, têkoşîneke wan li holê heye. Li Başûrê Kurdistanê statuyek heye. Her çend pirsgirêkên xwe yên demokratîkbûyînê, kêmasiyên mijara rexnekirinê hebin jî li holê statuyek heye. Her wiha li Rojava şoreşeke gel a bi heybet pêk hatiye."
Ok da zanîn ku şoreşa Rojava ji bo gelên Rojhilata Navîn dikare bibe modelek û got, "Şoreşeke ku hemû çand, gel û civak dikarin xwe bi awayekî demokratîk lê îfade bikin e."
YEKITIYA NETEWEYÎ WEZÎFEYA SEREKE Û LEZGÎN E
Ok diyar kir ku destketiyên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê di nava gelê Kurd de rê li ber coş, hêvî û bendewariyan vekiriye û destnîşan kir ku vê yekê di heman demê de wezîfeyên nabe werin taloqkirin, bi xwe re aniye.
Ok ev xal destnîşan kir: "Wezîfeya herî sereke û lezgîn a li pêşiya Kurdan li pêşiya rêxistinên Kurdan, di dema herî kurt de pêkanîna yekitiya neteweyî ya Kurd e. Bi yekitiya gelê Kurd re pêşwazîkirina vê pêvajoya girîng û dîrokî, wê destketiya herî mezin a gelê Kurd be. Ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelên herêmê jî wê bibe destketiya herî mezin. Ji ber ku derketiye holê ku; heta gelê Kurd azad nebe, gelên herêmê azad nabe. Pirsgirêka Kurd xwedî girîngiyeke bi vî rengî ye. Berevajiya vê jî rast e, heta gelên herêmê azad nebe azadiya gelê Kurd wê bi temamî ewle nebe. Ev rewş li ser gelê Kurd û gelên herêmê ferz dike ku nêzî hev bibin, li dora demokrasî û azadiyê bicivin û bi hev re têkoşîna xwe bilind bikin. Rêber Apo ji bo vê gotibû Konfederasyona Rojhilata Navîn, yekitiya navbera gelan. Ev girîng e. Divê rêxistinên Kurd vê rastiyê bibînin. Divê partî û rêxistin xwe ji neteweperestiyê û hesabên berjewendiyên teng ên wê dûr bixînin, bi helwesteke dîrokî ya ku berjewendiyên neteweyî esas digire, tevbigerin. Bendewariya gelê Kurd ev e. Ev bendewariya 100 salî ye. Yekitiya Neteweyî wezîfeyeke nabe were taloqkirin e. Weke tevger bi her wesîleyê me dan xuyakirin ku di vî warî de em amade ne. Rêber Apo bi biryardarî vê mijarê dixe rojevê. Eger rêxistinên din ên Kurd jî bi heman berpirsyariyê nêzîk bibin, di warê bersivdayîna vê pêvajoya girîng û bendewariya 100 salî ya gelê me de, wê pêşketinên girîng rû bidin. Û ev yek pêkane."
HÊZA PARASTINÊ YA HEVPAR
Sabrî Ok da xuyakirin ku tevî hemû firsend û derfetên dîrokî jî berjewendiyên gelê Kurd di heman demê de bi xeteriyekê re rû bi rû ne û di vê nuqteyê de bal kişand ser êrîşên çeteyên El Qaîdeyê yên bi piştgiriya Tirkiye û rejîmên mêtînger li hemberî Rojava û Başûrê Kurdistanê dikin.
Ok bibîr xist ku piştî DAIŞ'ê êrîşî Iraq û Başûrê Kurdistanê kir weke tevgera wan dan xuyakirin ku gerîlayên Kurdistanê amade ne berjewendiyên Kurdistanê biparêzin û got, "Pêkanîna ewlekariya gelê me yê li Şengalê ku di rewşeke bêparastin de ye, gelekî girîng e."
Ok di dema vegotina parastina gelê Şengalê de bal kişand ser girîngiya avakirina hêza parastinê ya hevpar a Kurdan û ev nirxandin kir: "Mîna li hemû gelan, divê di nava gelê kurd de jî hêza parastina hevpar hebe. Dijminê hevpar heye. Mînak; hêzên mêtînger, hêzên dagirker, El Qaîde, Eniya El Nûsra, DAIŞ, vana hemû îro ji bo ji holê rakirina destketiyên Kurdan di dijminatiya Kurdan de xwedî rol in. Dema mirov li rewşa herêmê dinêrin jî xuya dibe ku ev yek pêwistiyeke. Mixabin niha şerekî mezhebî yê navbera Şîa û Sunnî tê jiyîn. Diyare ku ev yek ne bi kêrî gelê Kurd ne jî bi kêrî gelên herêmê tê. Berevajî, tevî hebûna derfetên bilindkirina têkoşîn û azadiyê, xeteriyên mezin jî hene. Di vir de divê hemû rêxistinên Kurd ên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, li parçeyên din û bêguman tevgera me, hêzên xwe bikin yek û li dijî van hêzên gefê li destketiyên gelê Kurd dixwin têbikoşin. Ev yek îro gelekî girîngtir e. Eger bi rastî jî li Rojava parastina çalak a YPG'ê nebûya, DAIŞ wê ji aliyekî Sûriyeyê biketa hundir û ji aliyê din ê Iraqê derketibûya. Xetên wan di Kurdistanê re derbas dibin. Divê êdî Kurdistan nebe qadeke ku her kes li gorî dil û hesabên xwe bi hêsanî tevbigerin. Divê ev pêvajo êdî were mehkûmkirin. Eger yekitiyeke neteweyî ya Kurd, hêzeke hevpar a leşkerî û parastinê were avakirin, ev yek wê ji bo gelê Kurdistanê bibe enerjî, hişyarî û vîneke mûezzem û hemû zehmetiyan ji holê rake."