1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sala 2013 bila bibe sala aştî û azadiyê
Sala 2013 bila bibe sala aştî û azadiyê,sala,2013,bila,bibe,sala,aştî,û,azadiyê

Sala 2013 bila bibe sala aştî û azadiyê

A+ A-

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahedîn Demîrtaş di peyama biboneya sala nû de dayî, daxwazkirin ku sala 2013 bibe sala aştî û azadiyê.

Hevserokên Giştî yên BDP’ê Gultan Kişanak û Selahedîn Demîrtaş biboneya sala nû 2013’an de peyamek weşandin. Di peyamê de hate daxwaz kirin ku, sala 2013’an bibe sala aştî û azadiyê û her wiha hate gotin ku, sala 2012’an di aliyê aştî û azadiyê de pêşketinên girîng çênebûn. Di peyamê de hate diyarkirin ku, li Rojhilata Navîn, li welatê me û li ber kêleka me li Suriyeyê ji ber şer û pevçûnan kuştin û mirinan berdewam kir, sala 2012’an bu sala êş, hêsirên çavan, malwêranî, xizanî, birçîtî, nedadmenî, newekhevî û bêşadiyê.

Peyama sala nû ya 2013’an ya BDP’ê dayî wiha ye:

“Mixabin sala derbazbûyî 2012 hem ji bo welatê me hem jî ji bo herêmên nêzîk di aliyê aşitî, aramî, demokrasî, azadî û danûstandinên li navbera gelan de ne bû salek baş û pêşveçûnên erênî çênebûn. Li Rojhilata Navîn, li welatê me û li ber kêleka me li Suriyê ji ber şer û pevçûnan kuştin û mirinan berdewam kir, sala 2012 bûye salek êşan, hêsîrên çavan, malwêranî, xizanî, birçîtî, nedadmendî, newekhevî û bêşadiyê.

Ev sala li paş me mayî di aliyê demokrasî û azadiyê de bûye salek zordariyê û çewsandinê. Li dijî dengên dijber tepisandin, li dijî daxwazên gelan û daxwazên mafdaran qedexekirin û asteng kirin hate şixulandin. Sala 2012 ji ber politîkayên xeter ên hukûmetê ne pirsgirêka Kurd ne jî pirsgirêka herî mezin ya dadmendiya civakî, maf û azadiyê mixabin ne bûye salek çareseriyê û zêdetir di aliyê çareseriyên civakî de bûye salek windahiyê.

Lê belê ew tekoşîna bi awayekê fedakarî û biryardayî ji bo aşitî, azadî û keda mirovan hatî meşandin gelek pirsgirêk anîne asteke dîrokî ya çareseriye û girînge vê tekoşînê em ji bo gelan wek serfirazî û serkeftinek mezin bibînin.

Em dikevin saleke nû û di vê sala nû de bendewarî û hêviyên ji bo cîhanek bextewar, bi dadmend û aştîxwaz, daxwazên azadî û xebatên çaraseriyê wê rabin astek herî bilind. Sala nû destpêkek nû ye; ji bo ku rûpelek nû û spî vebe, sala 2013 firsendên girîng dide pêşiya me.

Li ser vî bingehî, li welatê me û li Rojhilata Navîn di demekê nêz de pevçûn û şer bên rawestandin, karesatî û wendayiyên biêş a li ser gelan wek qederekê hatî nîşandan bi dawî bibe, di demekê nêz de êdî li ser vê axê aştiyek hêşîn bibe, ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd bi awayek demokratik pêvajoyên danûstandin û lihevrûniştinê pêk werin, çanda azadiyê li hemû war û qadên jiyanê belav bibe, yekgirtiyên demokrasiyê bên bilind kirin, zagonek li ser xeteke pirane-wekhevî bûye miraza gelan û ev zagona bingehî girînge bê çêkirin, qedexekirin û kiryarên li dijî demokrasiyê bi dawî bin, girînge mirov ji ber ramanên xwe nekevin girtîgeha û zordestiyê ne bînin, ew parlementerên ku bi vîna gelan hatî hilbijartin û bi hezaran siyasetmedar, rojnamevan bên berdan, li hemû qadên jiyanê wekhevî û dadmendî pêk were, di navbera ol, çand û nasnamayên ji hev cûda rêzgirtin û xweşdîtin bêtir bi hêz bikeve. Ev hemû daxwaz girînge bibin armancên bingehî ên sala 2013.

Em li ser vê hêvî û coşê bi hesreta welatek û cîhanek li ser evîn, aşitî û wekheviyê ava bûyî sersala gelên xwe pîroz dikin û salên aşitî û bextewariyê ji dil dixwazin.

ANF NEWS AGENCY