Salek li pey destena Murşidpinarê
XUNAV ÎSA
KOBANÊ – Salek di ser destana Deriyê Sînor ê Murşdpirarê re derbas bû. Ev berxwedan di heman demê de bû destpêka pêvajoya azadkirina tevahiya Kobanê.
Çeteyên DAIŞ’ê ku di 15’ê îlona 2014’an de bi alîkariya hêzên herêmî û navnetewî êrîşî Kantona Kobanê kirin, bajar ji 3 aliyan ve dorpêç kiribûn. Çeteyên ku êrîşên hovane pêk dianîn, bi alîkariya Tirkiyeyê dixwestin ku bajar bi temamî dorpêç bikin û komkujiyan pêk bînin. Bi vê armancê jî êrîşên mezin li ser Deriyê Sînor ê Murşîtpiranê pêk anîn. Ji ber ku ev der tekane deriyê ku ji Kobanê vedibû cîhanê bû. Her wiha tekane deriyê ku gelê Bakûrê Kurdistanê ji vir piştgirî dida Kobanê bû.
Bi taybetî piştî axaftina Serokomarê Tirkiyeyê R. Tayîp Erdogan a wekî, “Kobanê ket wê bikeve” alîkariya Tirkiyeyê ya ji bo çeteyan zêde bû û êrîşên çeteyan li ser sînor giran bûn.
Ji bo çeteyan girîngiya deriyê sînor
Piştî ku şer û pevçûn di navbera şervanên YPG/YPJ’ê û çeteyên DAIŞ’ê de li Kobanê dijwar bûn û gelê Bakûrê Kurdistanê jî li ser sînor piştgiriyeke mezin nîşan da, çeteyên DAIŞ’ê jî ji bo vî derî bidest xwe ve bînin, bi alîkariya AKP’ê êrîş kirin û hewl dan berxwedana şervanan bişikînin.
Eniya sînor û keleha berxwedanê
Di devera sînorê Murşîdpinarê de di wê demê de şervanên YPG/YPJ’ê xwe bi cih kiribûn û li vê deverê şer û pevçûnên herî dijwar rû dan. Bi taybetî avahiya 4 qat li herêma sînor ji bo şervanan bibû keleha berxwedanê.
Çeteyên DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2014’an de cara yekemîn hewl dan devera deriyê sînor bigirin û tirimpêleke bombebarkirî şandin qada Aştiyê. Di encama teqînê de nexweşxaneya Eloş hilweşiya. Lê ji ber berxwedana şervanan û fedekariya wan hewldana çeteyan bê encam ma. Di êrîşa wê rojê de gelek şervanên YPG/YPJ’ê bi lehengî liber xwe dan û jiyana xwe ji dest dan. Di 11’ê mijdara 2014’an de çeteyan êrîşên xwe li dijî devera deriyê sînor zêde kirin û bêtirî 18 caran êrîş pêk anîn.
Di 29’ê mijdara 2014’an de çeteyan êrîşa herî dijwar pêk anîn. Çeteyên ku ji gelek aliyan ve dihatin, vê carê bi awayekî eşkere ji aliyê Bakûr û di deriyê sînor re bi panzera bombebarkirî êrîş kirin. Di berbanga 29’ê mijdarê saet derdora 03.30’an de çeteyên DAIŞ’ê gelek tirimpêlên bombebarkirî li pey hevûdu teqandin. Di destpêkê de li qada Azadî û piştre li aliyê başûr, her wiha li nêzî mizgefta Hec Reşad jî tirimpêlên bombebarkirî hatin teqandin. Armanca çeteyan ew bû ku bala şervanan bikişînin aliyekî din û eniya deriyê sînor vala bikin. Lê berevajî wê şervanên YPG’ê amadekariyên xwe li hemû deveran kiribûn.
Artêşa tirk temaşe kir
Pevçûnên deriyê sînorê Murşidpinarê bi teqandina panzerekê saet di 05.30’an de dest pê kirin. Tişta balkêş ew bû ku çete ji sînorên Tirkiyeyê hatibûn û artêşa tirk tenê temaşe dikir. Pevçûnên di navbera şervanan û çeteyên DAIŞ’ê de heta roja din saet di 02.30’an de bênavbera berdewam kirin. Şervanên YPG’ê çete heta aliyê din ê sînor jî şopandin û berxwedaneke bêhempa meşandin. Di vê berxwedanê de 16 şervanên azadiyê bixwîna xwe destan nivîsandin û deng dan cîhanê.
Berdevkê Burkan El-Firat Şervan Derwîş ku wekî endamê çapemeniya tabûrên Şems El-Şemal di wê berxwedanê de cîh girtibû, ew roj wiha vegot: “Di destekî min de çeka min, di destê din de jî kamdreya min hebû. Me hemû tedbîrên xwe girtibûn. Lê tişta me guman nedikir ew bû ku çete ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîş bikin. Tevî ku me xendekên xwe li aliyê Tirkiyeyê jî amade kiribûn, lê me ti carî bawer ne dikir ku hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û AKP’ê di vê astê de bin û ji aliyê Tirkiyeyê êrîş bikin. Piştî ku li eniyên din tirimpêl hatin teqandin, nêzî saetekê liv û tevgera çeteyan li aliyê Tirkiyeyê dest pê kir. Ez gelekî nêzî deriyê sînor bûm. Min bi çavên xwe çete li aliyê Tirkiyeyê dîtin û artêşa Tirk jî li wan temaşe dikir.”
Wê rojê Fermandarê Tabûrên Şems El-Şemal Ebû Leyla li rex min bû. Piştî bîstikekê panzêrekê berê xwe da deriyê sînor û hewl da derbasî Kobanê bibe. Lê Ebû Leyla panzêr hedef girt û bang li şervanan kir ku cebilxaneyê bînin. Di wê demê de panzêr teqiya. Bi teqandina panzêrê re pevçûn li hemû eniyên berxwedanê dijwartir bûn.”
‘Gule ji aliyê Tirkiyê dihatin’
Şervanê tabûrên Şems El-Şemal ê bi navê Îbrahîm Hesen ku ji şêniyên bajarê Munbicê ye jî diyar kir ku wî alîkariya leşkerên Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re bi çavên xwe didît û got: “Beriya ku çete êrîşî deriyê sînor bikin leşkerên Tirk devera derî ji wan re vala kir. Me bi çavên xwe dît panzêreke tijî teqemenî ji aliyê Tirkiyeyê ve êrîşî derî kir û teqiya. Hemû liv û tevgera çeteyan li pêşiya çavên leşkerên Tirk dihate kirin û wan jî tenê temaşe dikir. Tevî ku çeteyan bi hemû hêza xwe hewldan derbasî deriyê sînor bibin, lê bi saya lehengiya şervanan hewldana wan hate şikandin.
Me dît ku gule ji ambara genim a li aliyê Tirkiyeyê ve tên. Ez û hin hevalên xwe di navbera çeteyên DAIŞ’ê û leşkerên Tirk de hatin dorpêçkirin. Hevalekî me bi guleya leşkerekî tirk birîndar bû. Piştî ku hevalên me ji aliyê din ve derbeyên giran li çeteyan dan em ji dorpêçê hatin rizgarkirin.”
Şervanê tabûrên Şems El-Şemal ê bi navê Mehûd Mihemed Xalid ku ew jî ji şêniyên bajarê Munbicê ye ev tişt anîn ziman: “Di berxwedana wê rojê de gelek şervanên YPG’ê û YPJ’ê bi lehengî liber xwe dan. Yek ji wan Ebdo Doçka yê ji tabûrên Şems El-Şemal bû. Di rizgarkirina tevahî kantona Kobanê de cihê xwe girt û di nîsana 2015’an de li gundê El-Sineh ê başûrê kantonê jiyana xwe ji dest da. Di berxwedana deriyê sînor de rola Endamê Meclîsa Leşkerî ya YPG’ê Xemgîn Heleb gelekî mezin bû. Ew jî çend roj beriya rizgarkirina Kobanê, di berxwedana Sûk El-Hal de şehîd bû.”
‘Panzer li nêzî nexweşxaneya gerok teqiya’
Xebatkarê laboratuarê Ebdilrezaq Îbrahîm di wê demê de di nava ekîpekî tenduristiyê ku ji 9 endaman pêk dihat dixebitî û wiha got: “Du şervanên birîndar li ba me dihatin dermankirin. Me di bêtêlê de bihîst ku çete dê êrîşî deriyê sînor bikin. Lê ji ber ku bêdengiyek hebû. Piştî çend deqeyan me dît ku panzêrek ji aliyê Tirkiyeyê ve berê xwe da noqteya tenduristî, lê beriya ku bigihêje me bi nêzî 30 metreyan teqiya û di encamê de 2 xebatkarên tenduristiyê birîndar bûn.”
Îsmet Şêx Hesen: Têkiliyên Tirkiyeyê yên veşartî eşkere kirin
Serokê Desteya Parastinê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Kobanê Îsmet Şêx Hesen jî destnîşan kir ku çeteyan tevî hemû êrîşên hovane nekarîbûn bajar bidest bixin, lewre xwestin deriyê sînor bigirin û wiha dom kir: “Her kes dizane ku çeteyên DAIŞ’ê di şerê li dijî gelê Kurd de ne bi tenê bûn. Bi taybet êrîşên li dijî bajarê Kobanê bi alîkariya Tirkiyeyê dihat kirin û hikûmeta AKP’ê gav bi gav li gel çeteyan bû. Nîşana herî ber biçav ev êrîşa dawî ku ji aliyê Tirkiyeyê ve pêk hat bû. Tirkiyeyê bi vê yekê hemû kaxezên xwe yên veşartî derbarê hevkariya bi çeteyan re eşkere kirin. Hemû aliyên ku alîkariya çeteyan dikirin bawer nedikirin ku dê berxwedaneke wiha bê nîşandan. Lê bi saya fedekarî û xwîna şehîdan Kobanê li dijî hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê bi serket.”
(jh/a)
ANHA