Salih Muslim: Em di şerên bê wate de cih nagirin
Hevserokê Giştî PYD’ê û Endamê Desteya Bilind a Kurdan Salîh Muslim ku hevpyevînek da Rojnameya Frensî Le Figaro wiha got: “Em di serhildanê de cih digirin. li dijî rejîma Sûriyeyê ne, lê em naxwazin di pevçûnan de cih bigirin, ji ber ku ev pevçûneke bê wate ye.”
Muslim polîtîkaya kurdan ya li pevçûna Sûriyeyê de ku ji her du aliyan jî dûr e vegot.
Muslim bersiv da pirsa ‘Cara yekemîn di navber serhildêr û kurdan de li Helebê pevçûn qewimîn. Gelo kurd ligel rejîma Sûriyeyê têdikoşin?” û got: “ Ev mijar navborî ye qezayek bû. Artêşa Sûriyeya Azad ji blokekî pêk nayê. Yên li Helebê êrîşê kurdan kirin, yên ku nêzî kurdan û têkiliya wan ya fermî bi artêşa Azad ya Sûriyeyê re tune, komeke girêdayê kurdan ya ku ji aliyê Salîh Bedredîn ve tên bi rêvebirine. Ev bûyera ku bû sedema mirina 12 mîlîtanê de kêm maye ku çareser bibe.”
EM PIŞTGIRIYÊ DIDIN HEWLDANÊN SIYASÎ YÊN BO ÇARESERIYÊ
Muslim ji bo pirsa ‘Kurdên PYD’ê çima tevlî serhildana li dijî Başar El Esad nabin?’ jî wiha got: “ Em di serhildanê de cih digirin. Kurd li dijî rejîma Sûriyeyê ne. Lê em naxwazin din ava pevçûnan de cih bigirin. Ji ber ku ev pevçûneke bê wate ye. Çareseriya leşkerî tune. Kurd ji bo çareseriya krîzê piştgiriyê dide hewldanên siyasî. Li aliyê din ajandayên cuda yên gelek komên çekdar hene. Kurd naxwazin tevlî van pevçûnên tarî bibe. Hewceya mirov bibîr bixînin ku qadên ku kurd lê dijîn nêvî wan di bin kontrola wan de ye. Li Efrîn, Kobanî û Dêrîkê kontroleke mezin heye. Li cihê din Qamişlo, Ras-el Ayn an jî Dirbesiyê, em naxwazin bi erebên ku piştgiriyê didin Esad re bikevin pevçûnê. Em bi awayekî vekirî di muxalefetê de ne. Di van mehên dawî de me bi parastina axa xwe ya li herêma kurd a bakur ev nîşan daye.”
EM NAXWAZIN JI SEDÎ 85 BIXIN BIN KONTROLÊ
Muslim destnîşan kir ku ew ligel rejîmeke demokratîk ya ku xwedî makeqanûneke zimanê kurdan bixe bin ewlehiyê û mafên çandî û siyasî ya kurdan dide ne û wiha got: “Em ji sedî 15 şêniyê pêk tînin. Ji sedî 85 yê ku dimîne jî em naxwazin bixin bin kontrola xwe.”
Muslim got ku muxalefeta Sûriyeyê ne amade ye ku mafê kurdan binase û got: “Heta niha mesela Konseya Netewî ya Sûriyeyê (KNS) ji bo naskirina mafên me ne amade ye. Ji ber k ji sedî 60 ji muslimanên oldar yên ku têkiliya wan bi Tirkiyeyê re heye pêk tê.
EM DIXWAZIN BI FRENSIYAN RE TÊKILIYÊ DEYNIN LÊ…
Muslim bersiva da pirsa ‘Çima alîkariya Fransayê nagihêje qadên we yên hatine rizgarkirin’ wiha got: “Heta niha tu têkiliya me bi aliyên Frensî re tune. Em alîkariya wan dixwazin lê dîsa jî em dixwazin bi nûnerên wan re têkiliyê deynin. Mixabin Fransa tenê dixwaze bi kurdên wekê serokê KNS’yê Ebdulbasit Seyda re hevdîtinê bike. Di vê mijarê de Fransa naxwaze Tirkiyeyê ku îtîfaqa wan pê re heye bişkîne.”
Muslim ji bo pirsa ‘Li Iraqên kurdên perwerdehiyê dibînin hene an na?’ jî wiha got: “Belê. 700 kurdên Sûriyeyê li Herêma Federal a Kurdistanê perwerdeyê dibînin. Kurdên Sûriyeyê niha li bendê ne ku bikevin qada xwe. Ev kes, leşkerên ku saleke ji artêşa Sûriyeyê firar kirine. Hinek leşkerên kurd jî ji artêşê derketine û li Rojavayê Kurdistanê di nava Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de dimînin.”
ANF NEWS AGENCY