Salih Muslim: Emê beşdarî Cenevre-2 bibin
RAHMÎ YAGMÛR - AMSTERDAM 06.10.2013 07:05:28 Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku bêyî Kurdan çareseriyeke mayînde ya siyasî li Sûriyê dernakeve holê û destnîşan kir ku ewê beşdarî civîna Cenevre-2 bibin.
Hevserokê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim lihevkirina li ser Sûriyê ya li qada navneteweyî, lêgerînên dawî yên çareseriya krîzê û rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê ji ANF'ê re nirxand. Muslim da xuyakirin ku di nava sal û nîva dawî de wan xwe gihandine parastineke xurt û veguherîne hêzeke girîng a li Sûriyê.
'KESÎ NEXWEST GAVÊN ZÊDETIR BIAVÊJE'
Muslim diyar kir ku rewşa jeopolîtîk a Sûriyê gelekî girîng e û anî ziman ku her kesê li ser Rojhilata Navîn xwedî planane, ev rewşa jeopolîtîk li ber çavan girtine û got, "Ji ber vê yekê, bi destpêkirina pevçûnan re hemû alî ketin nava vê pevçûnê. Tiliya her kesî di vî şerî de hebû; Dewletên Yekbûyî yên Emerîka, Rûsya û gelek welatên din. Hinek yekser beşdar bûn hin jî bi rêya hin aliyan tev li bûn. Rewşa jeopolîtîk a Sûriyê rê li ber encameke bi vî rengî vekir. Destpêkê behsa demokrasî û azadiyan dihat kirin, lê hat nuqteyeke welê ku her kesî demokrasî ji bîr kir, qala deshilatdariyê kir. Veguherî çiravekê, kesî nexwest êdî gavên zêdetir biavêje. Ji ber ku vê yekê dikarî rê li ber şerê sêyemîn ê cîhanê vekira. Gava rewş gihaşt vê astê, li hev kirin."
Muslim ragihandin ku lihevkirina heyî nayê wateya, yekser rawestîna şer û axaftina xwe wiha dewam kir: "Dibe ku krîz bi salan dewam bike. Lê eger dê bibe, Cenevre wê bibe gava yekemîn ji bo çareseriya siyasî. Ev yek mijareke berjewendiyên siyasî ye. Her kes ji bo berjewendiyên xwe, her kes ji bo qada serweriya xwe dixebitin. Mînak; Sûriye bendera yekane ya Rûsyayê li Derya Spî ye. Ji bilî Sûriyê ti cihekî ku pêlêke nemaye. Ji ber vê yekê li ber xwe dide, dê heta dawiyê jî li ber xwe bide.
'HER KES HÎN BÊTIR BI REWŞEKE HAYJIXWE HEYÎ NÊZÎ CENEVREYÊ DIBIN'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim bibîr xist ku kes bi lihevkirinên 1. Konferansa Cenevreyê re dilsoz nemane û destnîşan kir ku hînê di ser biryarên hatin wergirtin re 24 saet derbas nebûbûn, hatin binpêkirin. Muslim got, "Hingî jî hin lihevkirin-peyman derketibû holê. Lê belê kes li gorî vê tevnegeriya û nexist meriyetê. Mînak; li gorî peymanê diviyabû ji hin koman re çek nehatiba dayîn, lê belê hînê di ser re 24 saet derbas nebûn, ji çeteyan re alîkariya çekan hat dayîn. Yanî kes bi Cenevreya Yekemîn re dilsoz neman."
Muslim da xuyakirin ku rewşa heyî ya konjonkturel, pêdiviya bi civîna Cenevreya Duyemîn radixe ber çavan û got, "Her kes, hemû der dor dixwaze hîn bêtir hay ji xwe hebe û bi detayî beşdarî civînê bibin. Em jî di civîna Cenevre-2 de hene. Bêguman em alîgirê çûyîna rejîma Sûriyê ne. Em ji destpêkê ve mûxalefet bûn lê mûxalefeteke serbixwe bûn û bi têgihiştina parastina rewa me xwe diparastin." Muslim anî ziman ku li Sûriyê bêyî Kurdan demokrasî ava nabe û pozîsyona Kurdan bi vî rengî rave kir:
"Divê Kurd jî bibin perçeyek ji vê pêvajoyê, naxwe bi ti awayî li Sûriyê demokrasî dernakeve holê. Ji ber vê yekê li Cenevreyê em jî hene. Ev sal û nîveke em herêmên xwe diparêzin. Me xwe hem li hemberî rejîmê hem jî li dijî çeteyan parastin. Me xwe gihandin wê astê ku êdî kes nikare bêyî Kurdan çareseriyekê pêk bîne. Ji ber vê yekê hin derdor dixwazin ji sedî sed me beşdar bikin. Emê jî weke Konseya Bilind a Kurd beşdar bibin."
'ARTÊŞA AZAD DEST BI ŞERÊ BI KOMÊN RADÎKAL RE KIR'
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim, der barê daxuyaniyên rojên dawî yên Artêşa Sûriyeya Azad ên der hqeê komên radîkal û pevçûnên piştî van daxuyaniyan rû dan de ev nirxandin kir:
"Berê jî digotin Artêşa Sûriyeya Azad lê di nav de gelek rêxistinbûyîn û komên bi rêbaza çeteyan hebûn. Tevî dîhadperest û selefiyyan gelek komên radîkal di binê vî sîwanî de cih digirtin. Di bin navê Artêşa Sûriyeya Azad de li dijî me şer dikirin. Destpêkê kesî nexwest li me guhdarî bike, lê di demên dawî de ev rastî hîn bêtir derket holê. Di nava xwe de dest bi pevçûnan kirin.
Artêşa Sûriyeya Azad jî dest bi berxwedana li dijî çeteyan kir, êdî ti gotineke me em jê re bêjin nîne. Lê belê komên radîkal û selefî serbixwe nînin, xwe dispêrin piştgiriya Tirkiyê. Piştgirîdayîna wan ne li gorî berjewendiyên Tirkiyê ye. Vana hêzên ajanên cuda ne û planên wan ên taybet hene. Em li herêma xwe li dijî van xwe diparêzin."
LI PENABEÊN ROJAVAYÎ BANGA "VEGERIN"
Muslim bang li penaberên Rojavayî kir ku li xaka xwe vegerin û piştgiriyê bidin têkoşînê û herî dawî wiha peyivî: "Ji ber ku herêma me hîn aram û ewle ye, destpêkê ji gelek deverên Sûriyê welatiyan koçî herêma me dikirin. Em dixwazin gelê me li xaka xwe vegere. Eger em xwediyê vê xake ne, eger ev xak welatê me ye, divê em li ser bijîn û wê biparêzin."