Salih Muslim: Endamên DAIŞ'ê ji ser Tirkiyeyê re tên
BRUKSEL 08.07.2014 07:00:00 Hevserokê PYD'ê Salih Muslim da xuyakirin ku endamên DAIŞ'ê yên êrîşî Kobanê dikin di ser xaka Tirkiyeyê re derbasî herêmê dibin û destnîşan kir ku DAIŞ li Tirkiyeyê ji hin saziyên dewletê piştgiriyê werdigire.
Muslim di bernameya Rojava ya televîzyona Med Nûçe de bersiv da pirsên rojnamevan Amed Dîcle û der barê êrîşên li hemberî Kobanê û hêzên li pişt vê de daxuyaniyên girîng da.
Muslim ragihand ku êrîşên li hemberî Kobanê êrîşên li dijî tevahiya Kurdistanê ye û got, "Bi van êrîşan re dixwazin me teslîm bigirin. Lê belê em li ber xwe didin. Berxwedana gelê me li holê ye. Îro li refên YPG'ê keç û xortên ji bakur, rojhilat, başûr û rojavayê Kurdistanê li ber xwe didin. Şehîd dikevin. Şehîdên me me tînin cem hev. Yekitiya me xurt dikin. Emê jî di çarçoveya dilsoziya bi bîranîna şehîdên xwe re heta dawiyê li ber xwe bidin û em li ber xwe didin."
Muslim da zanîn ku ji sê aliyan ve dor li Kobanê hatiye girtin û aliyekî wê jî sînorê Tirkiyeyê ye. Muslim ragihand ku tevî sînor bi temamî girtiye jî, endamên DAIŞ'ê yên di şer de birîndar dibin li Tirkiyeyê tên dermankirin.
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim diyar kir ku çekên di êrîşên li dijî Kobanê de tên bikaranîn çekên ji Iraqê hatine anîne û da xuyakirin ku ji ser Reqqayê çek tê anîn, tevî ku li ser vê regehê bargehên leşkerî yên rêveberiya Esad hene jî hêzên Esad dest li konvoyên DAIŞ'ê wernadin. Muslim destnîşan kir ku rejîm êrîşên li hemberî Kurdan li gorî berjewendiyên xwe dibîne.
Muslim diyar kir ku endamên DAIŞ'ê dema êrîşî Kobanê dikin di ser xaka Tirkiyeyê re tên û got, "Karekî hêsan nîne ku ji herêma niha li Kobanê êrîş lê tê kirin, ewqas çek bên veguhastin. Li ser rêya diçe herêma êrîşê pirek heye û rêya yekane ya derbasbûnê jî ew der e. Lê belê bi sedan endamên DAIŞ'ê bi çekên giran, ji pişt ve tên herêma hevalên me lê ne. Yanî ji Tirkiyeyê tên yan jî dikevin nava xaka Tirkiyeyê û ji wir tên. Ji ber ku tu rêyeke din tuneye. Em di wê baweriyê de ne ku di nava dewleta Tirkiyeyê de hin sazî bi van çeteyan re hevkariyê dikin. Eger dewleta Tirkiyeyê dibêje pêwendiya me bi vê nîne, hingî divê vê rewşê rave bike. Gelo çawa ciwanên sivîl ên Rojavayî li ser sînor tên dîtin û qetilkirin, lê bi sedan endamên DAIŞ'ê bi çekên giran nayên dîtin. Ev baweriyê nade. Em vê yekê bi rayedarên Tirk re diaxivin."
Muslim da xuyakirin ku ew banga endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûrat Karayilan a ji bo xwedîderketina li Rojava û bersiva Barzanî ya ji vê bangê re erênî dibînin û destnîşan kir ku di dema dawî de tu têkiliyeke wan bi PDK'ê re çê nebûye, lê ew her tim alîgirê yekitiya neteweyî ne û amade ne ji bo vê jî berdêlan bide.