Salih Mûslim bo RojNewsê: Hevdîtinên me yên ligel Barzanî wê bidomin
DİHOK/ROJ NEWS
Civîna di navbera partiyên Kantonên Rojava û partiyên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bi dawî bû û biryare civîn sibe jî bidomin.
Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim derbarê civînê de ji RojNewsê re axivî û wiha got: “Me îşev dû civîn lidarxistin. Yek ji wan ez û birêz serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû. Ya din jî partiyên Kantonên Rojavayê Kurdistanê ya ku ji 19 partiyan pêk tê û partiyên ENKS’ê ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bû.”
Civîna di navbera endamên Kantonên Rojava û ENKS ya ligel serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî wê sibe saet 09.00’an berdewam bike.
RojNews wê zanyariyên zêdetir li ser civîna navbera Kantonên Rojava, ENKS û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî de belav dike.