1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Salih Mûslim: Em ti tiştekê derbarê leşkerî de guftûgo nakin
Salih Mûslim: Em ti tiştekê derbarê leşkerî de guftûgo nakin,salih,mûslim,em,ti,tiştekê,derbarê,leşkerî,de,guftûgo,nakin

Salih Mûslim: Em ti tiştekê derbarê leşkerî de guftûgo nakin

A+ A-

PEYWEND KURDÎ DİHOK/ROJ NEWS

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mûslim di hevpeyvînek taybet ligel RojNewsê de bal kişand ser giringiya civînên ligel civaka navneteweyî û piştgiriya wan a ji bo rojavayê Kurdistanê. Mûslim diyar kir ku civînên wan ên ligel Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) pêwîstî bi ciddiyetê heye.

Hevserokê PYD’ê Salih Mûslim di hevpeyvîna ligel RojNewsê de behsa civînên li Dihokê, hevdîtinên wan ên ligel berpirsên Amerîka, nasandina kantonên rojavayê Kurdistanê ji aliyê parlamentoya Herêma Kurdistanê ve û êrişên DAIŞ’ê yên li dijî Kobanê dike.

Me projeyek 3 xalî pêşkêşî ENKS’ê kir

RojNews: Civînên we yên ligel ENKS’ê di çi astê de ne û gihiştine kuderê?

Salih Mûslim: Me projeyek pêşkêşî aliyê beramber kir û ji sê xalan pêk tê. Ya yekemîn pêkanîna lêvegereke siyasî, li ser wê yekê lihevkirin çêbûye û pirsgirêk nemane. Ya duyemîn jî rêveberiya xweseriya demokratîk e û guftûgo li ser dikin ku partiyê din jî tevlî vê rêveberiyê bibin. Ji ber em dixwazin ev rêveberî dewlimendtir be, deng û rengên zêdetir beşdar bikin. Xala sêyemîn jî mijara leşkeriye. Ev peywendî jî pêwîstî bi siyasiyan ve tune ye. Divê ev mijar ligel YPG’ê were yekalîkirin. Bê guman ew dixwazin guftûgo li ser bikin, lê ev ne karê me ye. Xwediyê vê pirsgirêkê YPG ye. Tû bixwazî yan na, niha li rojavayê Kurdistanê rewşekî hestyar heye. Fermandarên wan hene û divê ligel wan ev mijar were guftûgokirin. Em ti tiştekî derbarê leşkerî de guftûgo nakin. Ji ber ezmûnên me li welatên herêmê û welatên cîran heye. Ev ezmûn li başûrê Kurdistanê û Libnanê hebû, encamên vê jî xirab bûn. Herwiha bû sedemê şer û bûyerên diltezîn. Eger leşkerên her partiyekî siyasî hebe, divê ligel derdora xwe hev bigrin û erkê dikeve ser milê wî, bêne cih. Ji ber ku divê hêzekî leşkerî hebe. Çi kesê bixwaze, dikare beşdarî YPG’ê bibe. Em dixwazin ligel wan hevbeş bin û gelek guftûgo hatine kirin ku ew jî beşdar bibin. Em dixwazin ligel wan hevbeş bin û guftûgo hatine kirin û ji bo ew jî beşdar bibin.

TEV-DEM nikare bi tenê karên xwe birêve bibe

Gelo ENKS daxwaza çi kiriye û ji bo beşdarbûna di nava rêveberiya xweser de çi mercê wan heye?

Karên ku me li Rojava kirine, me yasayek jêre daniye. Hevpeymaniya civakî heye, hemû tiştên me çêkirî û encamdayî, me bi awayekî demokratîk dariştine. Tevî ku li ser xalên serekî jihevtêgihiştin çêbûye, em bixwazin nexwazin encûmen û îradeyekî siyasî heye. TEV-DEM nikare bi tenê karên xwe birêve bibe, em hatine ba hev û ji bo jihev têbigihin, rêkeftinê çêkin û li rojavayê Kurdistanê yekîtiyekê çêkin. Bê guman dîtinên cûda û nakokî wê hebin, ev tiştekî asayiye. Niha em li ser wê yekê gihiştine rêkeftinê ku komîteyekî hevbeş were damezirandin. Ev komîte tenê ji bo aliyê kurdane, ew guhertin û pêşniyarên hebin, nabe tenê yên aliyekê bin. Tenê ew komîte dikare ligel aliyên din guftûgoyan bike. Raste tiştên ku me kirine demokrastîk in, giraniya xwe dixe ser rêxistinên sivîl û dezgehên gel. Lê hinek pêşniyarên ENKS’ê hene dibe sedem ku rêveberî bibe rêveberiyekî navendî (merkezî). Lê em nixwazin ev bibe bihane ku civînên me bê encam bimînin. Emê li ser civînan berdewam bin, ger bi başî em nêzî civînan bibin; em dikarin vê jî derbaz bikin û bigihîn rêkeftinê.

Civîna Hewlêrê wisa kir ku îro em li vir bin

Ger civînên li Dihokê wekî yên Hewlêrê bê encam bimînin, bi baweriya we wê çi bandorê li rojavayê Kurdistanê û şoreşa Rojava bike?

Encamên civînên Hewlêrê hebûn, ji ber ku Desteya Bilind a civînên Hewlêrê hinek biryar da. Civîna Hewlêrê wisa kir ku îro em li vir bin û asta hinek biryarên xwe kêm bikin û ji bo di navbera aliyên rojavayê Kurdistanê de yekîtiyek çêbibe. Rastiya wê ew bû, hinekan xwe ji encamên wan civînan dûr xist û xwestin hilweşînn. Ez dikarim bêjim ne bê encam bû û berdewam jî bû, lê bi seqetî. Ji ber hinek kes hebûn beşdar bûn û biryar jî dan, lê piştre xwe dûr xistin. Civîn zêdetir pêwîstî bi ciddiyeta têgihiştin û fikir heye. Hinek alî ne ciddî bûn, em hêvîdarin ku aliyên niha em ligel dicivin di hevdîtinan de ciddî bin. Divê heta dawiyê ligel biryarên ku li ser didin girêdayî bin û di pratîkê de kar li ser bikin. Em naxwazin biryar tenê nivîskî bin. Her kes dikare biryarê bide, lê gelo di pratîkê de kî wê bêne cih?

Bêguman hevgirtina kurdan di aliyê manewî de gelek girng e, tevî ku gelê Rojava serkeftî bû û xwe birêxistin kiriye. Yek ji serkeftinên gelê Rojava jî, berxwedana Kobanê ye. Lê ji bo em bihêztir bin, divê em hev bigrin. Êrişên li dijî Kobanê, li dijî tevayî gelê kurd in. Lewra divê em xwe bi yekîtiya gelê kurd biparêzin, herwiha ger em bixwazin xwe biparêzin yasaya parastina rewa heye. Yasayeke û her kes dikare beşdar bibe. Her kesê beşdar jî bibe, divê 6 mehan perwerdeya leşkerî biqedîne. Ji ber em bixwazin an na, wê ev şer û êriş berdewam bikin. Ji ber vê yekê pêwîste her kesek ji bo parastinê xwe fêr bike û çek bikarbêne. Lê hinek alî û kes hebûn, ev nedipejirandin û di gotin, leşkerî bi zorê nabe. Di gotin, ev tê wateya koçkirinê û xwe ji erkê parastinê dûr dixistin. Lê ya rast a berevajî wê ye, ji ber ku tû werî, bi çek û îradeya xwe, kerameta xwe biparêzî, ev ne koçkirin û xwe ferzkirin e? Em dibêjin, were fêr bibe û bi keyfxweşî wekî lehiyê kes beşdarî YPG’ê dibin. Pêwîstiya YPG’ê bi kesê naxwazin beşdarî erkê parastina rewa bibin, tune ye. Lewra ev germbûna ligel, divê em giringiyekî taybet bidinê. Hevgirtin û xizmetkirina gel û nîştîman karê herî baş e.

Divê em ji gel re bibin bersiv

Gelê me daxwaza gelek tiştan ji me dike, divê em wekî partiyên siyasî ji gel re bibin bersiv. Lê mixabin heta niha hinek alî hene û ti tiştek nekirine, erkê li ser milê xwe cîbicî nekirine. Ger gelê me li benda hinek aliyanbûya, nedikarî vê berxwedanê encam bide. Wek mînak, temaşeyî Kobanê bikin û temaşeyî Şengalê jî bikin. Ji ber ku gelê Kobanê hatibû birêxistinkirin, bi xwe tevlî parastina rewa bûn û xwe parastin. Li aliyekî din ji ber gelê Şengalê ne rêxistinkirî bû, çi bi serê gelê me yê li wir hat. Bê guman tişta hatî serê gelê Şengalê, wekî hatî serê hemû gelê kurd tê hesabkirin. Ji ber vê yekê em dixwazin gelê me xwe birêxistin bike, xwe bi çek û îradeyê xwe biparêzin.

Hêviyên ku me heta niha ji bo civînan ligel ENKS’ê hebûn, derneketine holê

Civîn berdewam dikin, gelo çi fakter hene ku bibin sedemê serkeftina van civînan?

Pêwîstiya van civînane bi ciddiyetê heye. Têgihiştinek ku bi rastî baweriya mirov bi gelê mirov were û mirov ji gelê xwe netirse. Ger gelê te birêxistin bû, jê netirse û gel wê bi xwe, xwe birêxistin bikin. Ger têgihiştin û ciddiyet hebû, em bawer dikin ku serkeftin hebe. Bêguman rêxistina gelê me fêm kirin û ciddiyeta me bûye sedem ku Kobanê kurd bi cîhanê bide naskirin. Niha çavê hemû civaka navneteweyî li Kobanê ye, ji ber ku hemûyan fêm kirin em girêdayî gelê xwe ne. Herwiha têgihiştin ku me li dijî êrişên çeteyên DAIŞ’ê berxwedan kir û me karî wan bişkênin. Herwiha em çend li ser mafê xwe ciddî ne û ev jî tiştên xwezayî ne. Civaka navneteweyî jî ji mêj de dizane ku em heta çi astê girêdayî gelê xwe ne, lê hinek alî hebûn nedihiştin em bikevin rojeva cîhanê. Propagandaya nerast dikirin û di gotin, ew ligel rejîmê ne, dîktatorin û naxwazin kes slavê bide wan. Bi milyonan dolar xerc kirin û ji bo li dijî me propagandaya nerast bikin. Lê îro diyar bû, em kîne, ji kûderê hatine û armanca me çiye. Mixabin hêviyên ku me heta niha ji bo civînan ligel ENKS’ê hebûn, derneketine holê.

Heta çi astê hêviya we bi civînên ligel ENKS’ê heye?

Civînên me berdewam in û armanca me yekîtiye. Bê gûman hêviyên me ji van civînan heye. Ger hêviyên me nebûna, niha em ne li vir bûn û emê çûban mala xwe. Em hewl didin ku civîn erênî derbas bibin.

Berî çend rojan we ligel nûnerê Amerîka civînek lidarxist, gelo naveroka civînê çi bû û we behsa çi kir?

Di naveroka civînê de gelek tişt hebûn, lê ez dixwazim tiştekê li ser civînan bêjim. Ev cara yekemîne Amerîka pirsa fikir, siyaset û projeyên me dike. Amerîka dixwest projeyên me yên ji bo navçe û Sûriyeya dahatû bizane. Berê pirsgirêkên Amerîka ligel me hebûn, lê dûr bûn. Ev cara yekeme Amerîka guhdariya me dike, êdî ev jî derfetekî baş e. Êdî em jî ji bo hemû cîhanê vekirîne. Em di wê baweriyê de ne em dikarin bi diyalog û danûstandinan tiştên giring ji bo gelê xwe bikin. Em dostaniyê ligel hemûyan dikin. Ji ber ku diyalog, danûstandin û guftûgoya li ser mijaran, me digihîne hev û wisa dke ku em ji hev fêm bikin û bibin dost. Ev civîn jî derfetekî baş bû, ji bo em û Amerîka hev nas bikin.

Gelo civînên we yên ligel Amerîka û piştgiriya navneteweyî ya ji bo we, wê heta kûderê zextê li Tirkiyê bike û wê bandora wê ya ji bo rojavayê Kurdistanê çi be?

Bê guman Tirkiyê di van demên dawiyê de li ser asta navneteweyî gelek tişt winda kirin. Tirkiyê bi piştgiriya terorê îspat kir ku ne ciddiye. Zext li Tirkiyê tên kirin, lê em bixwazin an na Tirkiye dewlete, gelek dewlet û aliyan daxwaz jê kir ku rê veke û ji bo alîkarî bigihe Kobanê. Heta niha guhdariya kesê nekiriye, berevajî piştgirya wan a ji bo DAIŞ’ê berdewam e. Berê hinek alîkariyên mirovî dişand ji bo rojavayê Kurdistanê, lê niha ew jî nemaye. Heta niha civaka navneteweyî berdewam e û ji bo zextê li Tirkiyê bike. Gelo Tirkiye wê piştgiriya xwe ya ji bo terorîstan rawestîne yan na? Emê vê pirsyarê ji bo siberojê bihêlin, bila Tirkiye xwe ji daxwazên kurdan rizgar bike. Em dest ji doza xwe bernadin û bila ji kurdan jî netirsin. Em ligel hemû netew, ol û etnîkan dikarin jiyan bikîn, kurd ne wekî neteweyekî din e û em ji bihevre jiyankirinê hez dikin.

DAIŞ ji bo jinavbirina kurdan hatiye çêkirin

Hûn piştgiriya parlamentoya Herêma Kurdistanê ya ji bo rojavayê Kurdistanê çawa dinirxînin?

Bê guman tiştekî pîroz e parlamentoyê bi xwe biryar dabe piştgiriya xweseriya demokratîk û berxwedana gelê rojavayê Kurdistanê bike. Di vê demê de ji bo me pir giring e. Ger heta niha tenê manewî be, lê ji bo me karekî giring e û em hêvîdarin encamên zêdetir derbikevin. Bi rastî pêwîstiya me bi tiştên wiha heye, em hêvîdarin piştgiriya wan a ji bo xweseriya demokratîk û gelê Rojava zêdetir be. Me dixwest 105 parlamenter deng bidin, nekû 79 kes. Civîn, xwepêşandan û piştgiriyên ji bo Rojava pîroz dikim. Ji ber ku em niha di rewşekî hestyar de ne, terorîstên DAIŞ’ê ji bo rihê me kurdan hatine avakirin. Bi taybet ji bo jinavbirina kurdan hatiye çêkirin. Dema êrişî Mûsilê kirin, kurd ji wir derxistin an jî serê wan jêkirin. Piştî êrişa Şengal û Mexmûrê, êrişî gelek cihên din ên kurdan kirin û niha jî êrişî Kobanê dikin. Niha nayê zanîn piştî Kobanê wê êrişî kîjan cihê Kurdistanê bikin.