1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Salona xwendinê ya bi ala DAÎŞ'ê!
Salona xwendinê ya bi ala DAÎŞ'ê!,salona,xwendinê,ya,bi,ala,daîş,ê

Salona xwendinê ya bi ala DAÎŞ'ê!

A+ A-

ÎSMAÎL ESKÎN

AMED (DÎHA) - Tê gotin ku endamên DAÎŞ'ê yên bi komkujiyên hov ên li Rojava, Suriye û Iraqê li dar xistin navê xwe belav kir li Amedê di salonên xwendin û Qursên Quranê de xwe bi rêxistin dike. Endamên DAÎŞ'ê li Salona Xwendinê ya Darul Erkam a li Amedê alên xwe daliqandin û ciwanên kurd li van salonên xwendinê di bin navê "cîhad" dişînin Suriye û Iraqê. Endamên rêxistinê yên ala DAÎŞ'ê daliqandin jî bi rihet tevdigerin û xebatên xwe dikin.

Dewleta Îslamî ya Iraq û Şamê (DAIŞ) a ku bi taybet li dijî gelê kurd ê li Rojava êrîşên hov pêk te û li Iraq û Suriyeyê hovîtiyê dike bi taybet li Kurdistanê ciwanên kurd di bin navê "Doza Îslamê" dixapîne. Li bajarên Kurdistanê bi taybet li Mizgeft, Medrese, Qursên Quranê û salonên xwendinê de zarokan rêxistin dikin û bi hezaran ciwanên li herêmê birin li Rojava li hemberî Şoreşê bikartînin. Li Rojava YPG'ê gelek ciwanên ji aliyê DAÎŞ'ê ve ji bo şer anîn girtin û teslîmî malbatên wan kirin û hinek jî di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan. Rêxistin bi taybet li ser ciwanên kurd û zarokên kurd polîtîkayên xwe pêk tîne. Hikûmeta AKP'ê jî ji wan derdoran re ji bo ku bi rihetî bixebitin derfetan pêk tîne. Li salona Xwendenê ya Darul Erkam a ku li semta Metropolê ya navçeya Peyasê ya Amedê sîmgeyên DAÎŞ'ê li ser tableyaê hatin xîzkirin. Di camên salonê de ayetên ji Quranê li ser hatine nivîsîn û di ketina deriyê duyemîn de jî ala DAÎŞ'ê hatiye daliqandin.

Di bin navê 'Cîhad' dişînin mirinê'

Welatiyên nexwestin navê xwe bidin diyar kirin ku salona bi îdîaya qursa Quranê dide ji rêxistinê re endaman qezenc dike û wisa bikartînin. Tê gotin ku rêxistin di bin navê Îslamê de zarokan bi soza "Şehîdbûnê" dixapîne û DAÎŞ'ê bi riya "Cîhadê" sedan zarok xapandin û şandin şer. Welatiyên ji vê yekê nerihet dixwazin ew kes ji semta wan derbikevin. Rêxistin bi taybet ciwanên hînbûyî madeyên tiryakê û zarokên bi malbatên xwe re pirsgirêkan dijîn têxin tora xwe û li gelek navçeyan bi wî şiklî rêxistinê dikin.

(bd)