Salvegera Damezirandina Bizûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan
Bizûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan 2'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir
Bizûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan 2’emîn salvegera xwe pîroz kir Bizûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan 2'emîn salvegera damezrandina xwe pîroz kir.
Bi wesîleya 2'mîn Salvegera damezrandina Bîzûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan (Tevgera Ciwanên Nûbûna Kurdistan) li navenda Partiya Ayendeya Kurdistan şaxê Hewlêrê resepsiyonek hate dayîn. Di resepsiyonê de 2'emîn salvgera damezrandina Tevgera Ciwanên Nûbûna Kurdistana hate pîroz kirin. Nûnerên gelek partî û rêkxistinên civakî beşdarî resepsiyonê bûn û salvegera rêkxistina ciwanan piroz kirin. Tevgera Ciwanên Nûbûna Kurdistan di 05-0-2011’an de kû di dîroka Başûrê Kurdistanê de rojek girînge (li Herêma Kurdistanê cara yekemîn li navçeya Ranya li hemberî rejîma BAAS’a Êraqê li sala 1991’ê raperîn hate kirin) hate damezrandin. Bi wesîla salvegera damezrandina Bîzûtneweya Nûbûna Lawan a Kurdistan endamê desteya rêvebir yê rêkxistinê Welî Mihemed ji ajansa me re axivî. Mihemed da zanîn kû heta niha li Başûrê Kurdistanê heta niha tu ciwan di nav çalakiyên siyasî de cih ne digirtintun û wiha berdewam kir; “Lewra me Tevgera Ciwanên Nûbûna Kurdisan damezrand, me bi armanca me ya bingehîn jî ewe kû em ciwanên Kurdistanê bikişinîn nava siyasetê , têgehiştinek siyasî di wan de bidîn avakirin û di wana de zanabûnek netewî a Kurd pêşbixîn.”
Mihemed piştgiriya xwe ji bo pêvajoya hevditinên Îmralî û şoreşa Rojavayê Kurdistanê da diyar kirin û daxwaz kir kû bila dewletên dagirker destê xwe ji nava Kurdan bikêşîn kû Kurd jî mîna her gelek yê cîhanê li ser xaka xwe bi awayek azad jiyan bike.
(nk-wd/mae)