Salvegera Damezrandina PKK’ê
27 Mijdar 2011 ZAGROS - Fermandariya Biryargeha Hêzên Parastina Gel (HPG) damezrandina PKK’ê ya wekî ‘Meşa berz û pîroz a dîroka gelê Kurd’ bi nav kir, 33’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê pîroz kir û got, “Berxwedana me dê bibe afirandeyên rewnaqdar ên serkeftina dîroka PKK’ê”.
Fermandariya Biryargeha HPG’ê bi bobeya 33’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê belavokek belav kir û got ku di serî de şehîdên têkoşînê û Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan salvegera damezrandinê li hemû gelê Kurdistanê pîroz be.
Di belavoka Fermandariya Biryargeha HPG’ê ya bi navê ‘PKK, Meşa Pîroz û Berz a Dîroka Gel e’ wiha tê gotin: “Gelê Kurd û Kurdistanê yê di pelên dîrokî yên tarî de hatibû veşartin û tune hatibû hesibandin, di her cûre tifaq û peymanan de hatibû qurbankirin, ji bo carek din nikaribe hişyar bibe û serî hilbide rûbirûyê komkujî, qirkirin û mêtingeriyeke nedîtî hatiye; di hundirê 33 salan de bi berxwedêriya herî rewneqdar a dîrokê, bi her cûre fedekariyên tevgera PKK’ê ku dijminên xwe jî heyirandî, dîrokeke pîroz hatiye nivîsandin.”
Di daxwiyaniya pîrozbahiyê de hat diyarkirin ku bi pêşengtiya Rêber Apo di şertûmercên herî dijwar de, bi gavên jixwebawer tevgera PKK’ê heqîqeta dîrokî û dastanî ya 33 salî derxistiye holê. Di belavoka Fermandariya Biryargeha HPG’ê de hat destnîşankirin ku gelê Kurdistanê bi dîroka 33 sale ya vejînê re gel û çandek ji vîneke polayî derxistiye holê û digel hemû şerên qirêj ên neyaran jî hebûna xwe derxistiye holê û xwe ji nû ve afirandiye. HPG’ê damezrandian PKK’ê wekê ‘Destpêka ji Nû ve Vejîn’ê bi nav kir û derbirî ku PKK ji bo gelê Kurdistanê ne tenê bûye hêz û partî, di heman de bûye hebûna cewherî, nan, av û bêhna cergê gel.
Di belavokê de hat diyarkirin ku tevgera PKK’ê di bin pêşengtiya Rêber Apo de bi nirxên di dîroka têkoşîna xwe de afirandî li ser bingehê bidestxistina azadiya gelê Kurdistanê di warê felsefîk, polîtîk, bîrdozî û çandî de ji nû ve vejîna xwe pêk aniye. Di vî warî de belavoka HPG’ê wiha didome: “Ev berxwedêrî îro li ser hîmê avakakirina Xweseriya Demokratîk bi pêngava şerê gelê şoreşger, bedelên mezin daniye ber xwe û êrîşên nû yên dijmin derxistiye holê. Tecrîda giran a li ser Rêbertiya me, bi biryardariya ruh û giyanê fedayî yê gerîlayên Kurdistanê bi dirûşmeya ‘Hûn ê nikaribin Roja Me Tarî Bikin’, vala hatiye derxistin.”
Di belavoka pîrozbahiyê ya HPG’ê ji bo 33’emîn Salvegera Damezrandina PKK’ê hatiye weşandin de hatin ku PKK’ya ku bi rêheval Hakî Karer ber bi partîbûyînê ve çû, li ser amanc û riya şehîdan roja îroyîn jî bi Rustem, Alîşêr, Çîçek, Baz, Rozerîn, Ehmed, Ronahî, Rûken û Brûskan têkoşînê berz û bilind didomîne, dê di sala 34’emîn de xeta berxwedêrî û serkeftinê bi biryardariyeke bêhempa û bi giyanê Apocîtiyê bi pêş bixe.
Belavoka pîrozbahiya salvegera damezrandina PKK’ê wiha kotayî lê tê: “33’emîn Salvegera Damezrandina Dîroka Mve ya Destanî, di serî de şehîdên me û Serokatiya me, li Gelê me pîroz be. Em ê wekî hêzên HPG’ê vê dîroka mezin a têkoşînê, hê bi biryartir û bi pêngavên mezin bi giyanê fedekarî bigihînin serkeftinê. Dê berxwedêriya me bibe serkeftina afirendeya dîroka PKK’ê ya rewnaqdar.”
ANF NEWS AGENCY