1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Salvegera Yekê ya Vekêşana Şervanên PKKê
Salvegera Yekê ya Vekêşana Şervanên PKKê,salvegera,yekê,ya,vekêşana,şervanên,pkkê

Salvegera Yekê ya Vekêşana Şervanên PKKê

Li ser vekişîna hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nav sînorên fermî yên Tirkiyê salek derbas bû

A+ A-

Hatice Kamer / Dengê Amerîka 08.05.2014 22:30

Li ser vekişîna hêzên Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) ji nav sînorên fermî yên Tirkiyê salek derbas bû. Vekişîna ku di 8ê Gulanê de destpêkir, ji meha îlonê vir ve hat rawestandin.

Komelya Mafê Mirovan, jibo çavderiya pêvajoyê û vekişînê komisyonek ava kir. Komisyona Çavdêr rapora xwe ya salane li Licê eşekere kir.

Li gorî raporê heta neha hikumetê gavên ku jib pêvajoyê girîng in, neavêtiye. Herwiha li Kurdistanê di salekî de 102 qereqol hatin avakirin, lêkirina 143 qereqolan jî dewam dike. Li ser sînoran 11 bendav tên lêkirin, dîsa li ser sînor jibo ewlehiyê 820 km rê hat çêkirin. Di nav salekî de 2 hezar qorîcîyên nû jî dest bikar kirine.

Serokê Komela Mafê Mirovan yê Şaxa Diyarbekirê Racî Bilici bang li PKKê kir da ku sivilên desteser kirine, serbest berdin. Raporta Diyarbekirê