1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Saroxan: Ti hêz nikare Rojava dagir bike
Saroxan: Ti hêz nikare Rojava dagir bike,saroxan,ti,hêz,nikare,rojava,dagir,bike

Saroxan: Ti hêz nikare Rojava dagir bike

A+ A-

QAMIŞLO 24.06.2014 12:22:03 Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku gefên çeteyên DAIŞ'ê û bi taybet ên li dijî bajarê Qamişlo berdewamiya planên wan ên binketî ne, ji bo wan ne gefên nû ne û got: "Hemû bajarên Kurdan ji aliyê hêzeke mezin ve tên parastin. Tu hêz nikare derbasî van bajaran bibin û dagir bikin."

Der barê daxuyanî û gefên çeteyên DAIŞ'ê yên li dijî bajarê Qamişlo de Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdulkerîm Saroxan diyar kir ku ev daxuyanî bi armanca belavkirina tirsê bi nava welatiyan de ye û got: "Ev berdewamiya hewldanên wan ên berê ku bi ser neketin e. Beriya niha jî dixwestin derbasî bajarê û deverên herêma Cizîrê bibin û gefên bi vî rengî li herêmê didan."

Ebdulkerîm Saroxan di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li dij Serêkaniyê, Til Berek û Til Koçer bi piştgiriya Dewleta Tirk û dewletên herêmê nikarîbûn ku vîna gelê Rojava bişkînin û berevajî wê bêhtir hêz dan gel.

Saroxan bal kişand binketina planên DAIŞ'ê û wiha axivî: "Çeteyên DAIŞ'ê li hemberî berxwedana şervanên YPG'ê û YPJ'ê bi ser neketin û ji bo vê jî dest bi pêkanîna êrîşên bombeyî û pêkanîna teqînan li her sê herêmên Rojava kirin. Herî dawî jî teqîna ku li bajarê Tibespiyê pêk hat. Ev nîşana ku DAIŞ li hemberî vîna gelê Rojava têk çûye. Ji ber ku di aliyê leşkerî de bi ser neket niha rêbazên cuda yên wekî şerê taybet bikar tîne û daxuyaniyan derdixin, gefan dixwin, lê bila gelê me ti carî nekeve xefka lîstika wan û şerê wan ên taybet."

Der barê êrîşên DAIŞ'ê yên li dijî herêmên Başûrê Kurdistanê de Saroxan got ku êrîşa ku li dijî parçeyekî din ê Kurdistanê be li dijî Rojava ye û diyar kir ku eger bê xwestin ewê ji bo parastina xaka Kurdistanê bi hezaran şehîdan bidin û herêmên xwe biparêzin.

Wezîrê Parastinê Ebdulkerîm Saroxan da zanîn ku rojane hêza Yekîneyên Parastina Gel (YPG) û Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) zêde dibe û hemû sînorên Rojava ji çeteyan diparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Bajarê Qamişlo û hemû bajarên din ên Kurdan ji aliyê hêzeke mezin tên parastin. Ti hêz nikare ku derbasî van bajaran bibin û dagir bikin."