1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sarûxan li dijî 'komploya qirêj' banga xurtkirina YPG'ê kir
Sarûxan li dijî 'komploya qirêj' banga xurtkirina YPG'ê kir,sarûxan,li,dijî,komploya,qirêj,banga,xurtkirina,ypg,ê,kir

Sarûxan li dijî 'komploya qirêj' banga xurtkirina YPG'ê kir

A+ A-

AMÛDÊ 21.06.2014 09:34:19 Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Sarûxan da xuyakirin ku bi destê DAIŞ'ê li dijî Rojavayê Kurdistanê komployeke qirêj tê meşandin û bang li hemû pêkhateyên herêmê kir ku YPG'ê xurtir bikin.

Wezîrê Parastinê yê Kantona Cizîrê Ebdilkerîm Saxûran ji ANHA'yê re axivî û destnîşan kir ku ji ber hemû pêkhateyên li Rojavayê Kurdistanê jiyaneke bi rûmet û demokratîk dijîn, çeteyên DAIŞ'ê yên ji gelek dewletên herêmê û navneteweyî piştgiriyê dibîne, êrîşên xwe yên li hemberî Kurdan dewam dikin.

Sarûxan di axaftina xwe de got: “Çeteyên DAIŞ’ê li dijî hemû pêkhateyên herêmên Rojava êrîşên hov pêk tînin. Çeteyan bi daxuyaniyekê hemû jinên bajarê Qamişlo wekî kole ji wan re helal kirin, her wiha kuştina zilaman jî helal in. Ev êrîşên çeteyan di çarçoveya pêkanîna berjewendiyên dewletên ku piştgiriya wan dikin û dixwazin nexşeya Rojhilata Navîn û sînorên erdnîgariya Kurdistanê û herêmên jiyana hevbeş biguherin, pêk tên.”

Sarûxan da xuyakirin ku hêz û vîna gelên Rojavayê Kurdistanê ji hemû komployên navneteweyî xurttir e û ji bo vê yekê jî berxwedana bêhempa ya YPG'ê mînak nîşan da ku li hemberî DAIŞ'a di roj û şevekê de bajarê Mûsilê xist bin kontrola xwe, ev nêzî du sal in derbên giran lê daye û serketineke mezin bi dest xistiye.

Sarûxan di dawiya axaftina xwe de bang li hemû ciwanan kir ku beşdarî nava refên YPG’ê û YPJ’ê bibin û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Berpirsiyariya parastina axa welat dikeve ser milên hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Çerkes, ...hwd û parastin tenê bi axaftinan têrê nake û pêwîste hemû ciwan bi awayekî pratîk beşdarî nava xebatên parastinê bibin.”