1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Saziya Malbatên Şehîdan qenalên bêbextiyê şermezar kir
Saziya Malbatên Şehîdan qenalên bêbextiyê şermezar kir,saziya,malbatên,şehîdan,qenalên,bêbextiyê,şermezar,kir

Saziya Malbatên Şehîdan qenalên bêbextiyê şermezar kir

A+ A-

MEDYA DÊRSIM - SERÊKANIYÊ 08.04.2014 11:43:18 Saziya Malbatên Şehîdan li Serêkaniyê bi daxuyaniyeke çapemeniyê qenalên bêbextiyê yên ji aliyê PDK'ê ve di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de tên kolandin, protesto kir.

Li Rojavayê Kurdistanê bajarê Serêkaniyê, Saziya Malbatên Şehîdan bi armanca şermezarkirina qenalên bêbextiyê yên di navbera Başûr û Rojavayê Kurdistanê de ji aliyê PDK'ê ve tên kolandin, li ber avahiya saziyê daxuyaniyek da çapemeniyê.

Daxuyanî danê sibê saet di 11'an de ji aliyê endamê rêveberiya saziyê yê Serêkaniyê Elî Qoqyan ve hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku êrîşên di demên dawî de li hemberî Kantonên Kobanê û Efrînê bi piştgiriya dewlet û hêzên paşverû yên herêmê ji aliyê çeteyan ve tê kirin, bi armanca şikandina vîna gelê Kurd e û ev xal hat destnîşankirin:

"Karê ku PDK pê radibe karê ku tenê neyarên kurdan dikin e. Ji ber vê bi kolana qenalên bêbextiyê Partî Demokratî Kurdistan tiştê ku neyaran nekiriye dike. Ji lewra divê hukûmeta herêmê îro beriya sibe deriyên sînor veke û dest ji kolandina van qenalan berde.”

Di berdewamiya daxuyaniyê de jî wiha tê gotin; “Em weke saziya malbatên şehîdan ya Serêkaniyê kolandina qenalên bêbextiyê ya di navbra Başûr û Rojavayê Kurdistanê de şermezaer dikin. Her wiha em bang li gelê xwe yê Başûrê Kurdistnê dikin ku li hember van kiryaran helwesta xwe li hember PDK nîşan bidin. Tevî hemû ambargo û êrîşên ku li ser me hene, emê doza xwe berdewam bikin. Bi taybet emê têkoşîna xwe li hember neyaran û li hember PDK’ê ya ku ber bi neyartiyê ve diçe bikin." Di dawiya daxuyaniyê de duruşmên weke biruxe qenalên bêbextiyê, bijî Rêber APO hatin qîrîn.