Saziya Nûrî Dêrsimî di pêşxistina civakê de bi bandor e
Şaxê Saziya Nûrî Dêrsimî ya bajarê Hesekê bandoreke mezin di pêşxistina civakê de dilîze
SUNDAY, 27 APRIL 2014 09:03
HESEKÊ– Şaxê Saziya Nûrî Dêrsimî ya bajarê Hesekê bandoreke mezin di pêşxistina civakê de dilîze. Di vê saziyê de hemû beşên civakê li ser mijarên ramyarî û fikrî têne perwerdekirin, li aliyê din jî lêkolînên taybet têne amadekirin.
Di şaxê saziyê de 17 endamên ku di nava 3 komîteyan de kar li hev parvekirine hene. Komîteya yekem ji 7 endaman pêk tê û li ser mijarên perwerdeyê radiwestin, komîteya lêkolînê ji 6 endaman pêk tê û karê wê amadekirina lêkolînan e. Komîteya 3'yemîn û ya dawî jî komîteya jinan e û ji 4 endaman pêk tê.
Komîteya herî ku barê saxiyê girtiye ser milê xwe komîteya perwerdeyê ye. Di mehên buhirî de û ji dema vekirina navendê komîte bê navber dewreyên perwerdê û semîneran lidar dixin. Piraniya semîneran li ser mijarên Şêwaz û rastî, dewlet û desthildarî, mîsaq TEV-DEM, sere taybet û sîsolocya azadî têne dayîn. Semîner û perwerde bi tevlîbûna dehan endamên sazî û dezgehan, her wiha xwendekaran têne lidarxistin.
Niha saziya Ramanê ya Nûrî Dêrsimî dewre ji ciwanên PYD, Ebdamên Meclîsên Salihiyê, Ezîziyê, Miftî û Nasra re vekirine. Dewreya perwerdeyê bi awayekî heftane tê dayîn û di hemû mijaran de di nava beşdaran de nîqaş tê pêşxistin. Sazî di her roja înê de 2 semînerên ramyanî lidardixin.Şaxê saziyê bê ku navberê bide karê xwe her ku dawî li dewreyekê tîne yeka din vedike û her dem ji bo pêşxistina asta civakê têdikoşe. Di vê çarçoveyê de dewreyek ji 40 ciwanên ku ciwanên PYD, endamên konfedresyonê û endamên Rêxistina Kar û Barê Xwendekaran pêk dihat bi dawî kir. Perwerdeya ku hate dayîn li ser neteweya demokratîk bû.
Komîteya Lêkolînê li ser dîroka PKK, Çarşema Sor, êzdatiyê û Zardeşt lêkolîn amadekirine. Niha jî komîteya ku ji 6 kesan pêk tê lêkolînekê berfireh bi zimanên kurdî û erebî li ser Nûrî Dêrsimî made dike. Di navenda Rêxistinê ya bajarê Hesekê de pirtûkxaneyek mezin ku gelek pirtûkên nirx buha têde hene, kesên ku dixwazin pirtûkan dibin dixwînin û dîsa vedgerînin. Şaxê Saziya Nûrî Dêrsimî ya Hesekê semîner li bajarê Serkaniyê û Dirbêsiyê jî dan.
Endamê Saziyê Ebdulxenî Oso derbarê xebatên ku dimeşînin got ku armanca wan a sereke pêşxistin û bilindkirina sta ramyariyê di nava civakê de, her wiha avakirina civakeke demokratîk a azad.