Saziya Tipa Edlî rapora xwe derewand
Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li benda tahliye û tedawiyê ne. Li hember raporan dîsa jî girtî serbest nayên berdan, nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin
SELÇUK ARSLAN
STENBOL (DÎHA) - Saziya Tipa Edlî berê derbarê girtiyê nexweş Kemal Gomî ji ber nexweşiya şîzofrenî ya rezîdule (kornîk) rapora "Di şertên girtîgehê de nikare bimîne. Ji efuya serokomar re guncav e" dabû lê vê carê jî heman saziyê rapora "Li nexweşxaneyekî ewlehî dikare bê dermankirin" amade kir. Gomî di pêvajoya girtîgehê de dayîk, bav û 2 birayên xwe windakirin û ji ber nexweşiyê hin caran fêmnake ku di girtîgehê de ye.
Li girtîgehan bi sedan girtiyên nexweş li benda tahliye û tedawiyê ne. Li hember raporan dîsa jî girtî serbest nayên berdan, nayên tedawîkirin û bi mirinê re rû bi rû hatine hiştin. Ji van girtiyên nexweş yek jî jê girtiyê bi navê Kemal Gomî 21 sal in di girtîgehê de ye, cezayê muebetê lê hatiye birîn.
4 caran rapora 'nikare di girtîgehê de bimîne' dan
Kemal Gomî di sala 1993'an de dema li Zanîngeha Teknîk ya Stenbolê (ÎTU) beşa Endezyariya Înşaetê dixwend bi îdiaya ku li Kiziltoprak a Kadikoyê tevli bûyera kuştina 5 polîsan bûye; "Endamê Dev-Sol'ê ye, hewl daye bi çek pergala makeqanûnî xirab bike" hat girtin û cezayê muebeta giran lê hate birîn. Gomî beriya ku bê girtin nexweşê sara bû, piştî ku hat girtin nexweşiya şîzofren ket. Ji ber ku rastî cezayê muebetê hat, di hucreya yek kesî de hat girtin, rewşa wî xirabtir bû. Di girtîgehê derman di dema xwe de nehatin dayîn, doktorê revîrê yê Girtîgeha Tîpa F ya Kandirayê berpirsyarî qebûl nekir û li ser vê yekê şandin Nexweşxaneya Hêrs û Tendurîstiya Ruh ya Bakirkoyê û li vir hat teşhîskirin ku nexweşê 'atîpîkpsîkolotîk ya taybetiya depresyon e'. Gomî, 4 caran sewqî Saziya Tipa Edlî bû û her tim ropara ku nikare di girtîgehê de bimîne, ji bo efûya serokomar guncav e, hat dayîn. Ev 10 sal in Gomî li hember raporan dîsa jî serbest nayê berdan.
Saziya Tipa Edlî rapora xwe derewand
Herî dawî di sala 2010'an de ji bo Gomî, Lijneya Îhtîsasa Sêyemîn a Saziya Tipa Edlî, rapora 'şîzofrenê rezîduel e' da, nikare di girtîgehê de bimîne. Lê serokomar Abdullah Gul serlêdana parêzeran red kir û ji bo Gomî sewqî Saziya Tipa Edlî bikin, parêzeran careke din serlêdan kirin. Kemal Gomî bi nexweşiyê re rû bî rû maye û malbat jî ji bo tahliyeyê hewl dide. Di 12'ê sibata 2014'an de careke din Gomî sewqî saziya Tipa Edlî kirin. Saziya Tipa Edlî ku 4 caran rapora nikare di girtîgehê de bimîne dabû, lê îcar ji rapora; "Dikare di nexweşxaneyeke ewlehiya bilind bê tedawîkirin" hat dayîn. Piştî raporê, Gomî sewqî koxuşa girtiyan ya Nexweşxaneya Hêrs û Tendurîstay Ruh ya Bakirkoyê, kirin.
Di lîsteya 50 nexweşên giran de cih digire
Birayê Kemal Gomî, Feyzullah Gomî anî ziman ku rewşa birayê wî her ku diçe giran dibe û wiha got: "Em ji bo Kemal bi fikar in. Dibe ku zirar bide xwe." Feyzullah Gomî diyar kir ku herî dawî çend roj berê bi birayê xwe re hevdîtin pêk anî û wiha got: "Kemal nizane dê çi bibe. Ditirse ku vegere girtîgehê û di hucreyê de bimîne. Ji ber ku dermanên bi kar tîne giran in, serê wî gêf dibe. Ev rewşa Kemal jiyana Kemal û jiyana malbata serobino kir. Dema Kemal di girtîgehê de bû, dayik, bav û 2 birayên wî jiyana xwe ji dest dan. Nizanim kî vê rewşê ji wî re ragihîne." Gomî diyar kir ku birayê wî di lîsteya 50 nexweşên giran de cih digire, dewlet rewşa wî baş dizane, divê rewşa wî li ber çavan bê girtin û serbest bê berdan.
(ça)