Saziyên Başûr piştgirî dan kurdên Rojava
Saziyên Sivîl ên Başûr piştgirî dan kurdên Rojava
Federasyonên Saziyên Sivîl a Herema Kurdistan û Saziyên Kutabiyanê Kurdistan civînek hevpeş ji bo hatina Arteşa Iraqê ku niha ser sînorê Herema Kurdistan lê navçeya Rabîa ye pêk anîn. Li ser navê Federasyonên Adnan Enwer Beg da zanîn ku ew bi armanca ji yek dengiya Kurdan nîşanî daxwaze destverdana ya Artêşa Iraq bidin.
Gengeşeyên dinavbera Herem Kurdistan û Iraq didom e. Piştî hatine arteşa Iraq ji kontrol kirina sinorên Herama Kurdistan û Sûriyê ev gengeşî kûrtir bûn.. Îro jî bi vê mebestê û pişgirîdan deskeftanê Rojavaya Kurdistan Federasyonên Saziyên Sivîl ya Herema Kurdistan û Saziyên Kutabiyanê Kurdistan civînek hevpeş bi saziyên sivîl yên heremê lidarxist. Civîna ji bo çapemeniyê vekîrî hate lidarxistin Serokê Federasyonên Saziyên Sivîl Adnan Enwer Beg dazanîn ku ev bi armanca yek dengiya Kurdan nîşanî hemû kesan bidin û deskeftanê Rojavaya Kurdistan jî slav bikin kom bûne. Enwer Beg “ em îro li vira bi hatina arteşa Iraq bo bi bahaneya kontrol kirina sînorên Herema Kurdistan û Sûriyê wek destverdana li ser Herema Kurdistan dibînin. Û destek didin hemû biryarên netewî yên rayadarên Herema Kurdistan.” Adnan Enwer Beg dazanîn ev hemû saziyên sivîl yên herema Kurdistan pişgiriya deskeftên Rojavaya Kurdistan dikin û wiha got “ yek dengî û yek rêziya Kurdên Rojavaya Kurdistan cihê dilxweşiya me ye. Em wek hemû saziyên sivîl yên Herema Kurdistan pişgiriya deskeftên Kurdên Rojava dikin û dibêjin heta dawî yekîtiya xwe biparêzin.” Di civînê de gelek nûnerên saziyên sivîl beşdar bûn û nêrînê xwe anîn ziman. Di encam de wê beyanameyekî bê amadekirin ji bo pêşkeşî Serokê Herema Kurdistan, hikumeta Herema Kurdistan, Parlamena herema Kurdistan û partiyên siyasî yên herema Kurdistan. Hêjaya gotinê ye îro li ser vê îro Serokê Herema Kurdistan daxwaz ji hemû partiya kir ku ji bo ev mijara gotûbêj bikin kom bibin.
(ak-îk/mae)