Saziyên Civakî: Bila bi lez Ocalan serbest bê berdan
08:54 19.02.2014 1 / 6 METİN İNAN
AMED (DÎHA) - Saziyên sivîl ên civakî piştgirî dan kampanya îmzeyan a bi şîara "Deklerasyona Ji Ocalan re Azadî" ku di 15'ê Sibatê de ji bo azadiya Ocalan hat destpêkirin. Serokê Şaxa Komeleya Cem û Çandê ya Pir Sultan Abdal Prz. Cafer Koluman, anî ziman ku ji bo deriyê aştî û demokrasiyê ku li Tirkiyeyê vebûye bêtir vekin û hêzê bidin vê pêvajoyê. Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Fatma Gulçiçek jî anî ziman ku ji bo kampanyayê bi hêzên herêmî re tev digerin û xwest demek ber demekê Ocalan azad bibe.
Di 15'ê Sibatê de ji bo Azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan kampanya îmzeyan a bi şîara "Deklerasyona Ji Ocalan re Azadî" hat destpêkirin. Piştî ve kampanyayê 127 rewşenbir, hunermend, niviskar û siyasetmedaran piştgirî dan vê kampanyayê. Roja borî li Amedê 116 saziyên civakî piştgirî dan pêvajoyê û daxuyanî dan. Nûnerên saziyên sivîl ên civaki piştgiriya xwe anîn ziman û diyar kirin ku ev kampanya dê rê li pêşiya aştî û demokrasiyê veke. Serokê Şaxa Dev Saglik-Îşê Sedat Aydin, ani ziman ku pirsgirêka kurd bi sedsalan e didome û divê êdî bi aştî û demokrasiyê bê çareserkirin. Aydin, anî ziman ku 30 salin Reberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tevgera PKKê li dijî polîtîkayên qirêj ên tunekirinê ku li ser gelê kurd tê meşandin têdikoşin. Aydin, anî ziman ku heman polîtîkea li ser 4 perçeyên axa kurdan tên meşandin û wiha got: "Birêz Ocalan 15 salin bi tena serê xwe li Îmraliyê ji bo aştiyê û demokrasiyê têkoşînê dide. li gel hemû tecrîda giran di Newrozê depêvajoyek nû da destpêkirin."
Ji bo Ocalan rola xwe bilîze divê azad bibe'
Aydin, anî ziman ku êdî pirsgireka kurd gihiştiye asta siyasî û di demên dawî de dewlet bi Ocalan re hevdîtin pêk tîne. Aydin, anî ziman ku di vê pêvajoya diyalog û muzakereyan de divê herdu alî jî serbest bin û girtina aliyê muzakereyan Ocalan girtî be ne rast e. Aydin, da zanîn ku êdî gelê kurd û tirk Ocalan qebûl dike û ji bo Ocalan karibe rol û rista xwe ya çareserî û aştiyê bilîze divê Ocalan azad bibe. Aydin wiha got: "Ger ku Birêz Ocalan serbest bibe dê bêtir bandora wî li ser aştî û pêvajoyê bibe."
Aydin, anî ziman ku ji bo Ocalan azad bibe û pevajo pêş bikeve dê wekî saziyên tenduristiyê di nava hewldan û têkoşînê de bin.
Koluman: Em dixwazin deriyekî vekin
Serokê Şaxa Komeleya Cem û Çandê ya Pir Sultan Abdal Prz. Cafer Koluman, anî ziman ku ew dixwazin deriyê aştî û demokrasiyê ku li Tirkiyeyê vekin. Koluman, da zanîn ku gelê elewî alîgirê aştî, aramî û azadiyê ne û wiha got: "Di sala dawî de Ocalan bang kir û bi vê bangê hem gelê kurd û hem siyasetmedarên kurd bersîvek erêni da. Lê milê din ê hiekûmetê u dewletê peyvir û erka xwe pêk neanîne. Bêyî Ocalan pirsgirêk bi encam nabe. Ji ber vê yekê divê teqez Birêz Ocalan muhatab bê girtin. Hêj gavek şênber neavêtye. Her tim kurd jî gavan bavêjin ne rast e. Hêj pergala cerdevaniyê heye. Hêj qereqol tên avakirin. Em dixwazin ev pêvajo bi erênî peş bikeve."
Gulçiçek: Divê demek berî demekê Ocalan azad bibe'
Sekretera Şaxa Egîtîm Sen'ê ya Amedê Fatma Gulçiçek jî anî ziman ku ji bo kampanyayê bi hêzên herêmî re tev digerin û xwest demek ber demekê Ocalan azad bibe. Gulçiçek, ev pêvajoya ku hat destpêkirin nûnerên saziyên sivîl ên civakî jî piştgiriyê didin. Li Tirkiyeyê bendewariyên aştî, aramî, azadî u demokrasiyê bi diyalog û muzakereyan pêş dikevin. Bi polîtîkayên înkar, perçekirin û tunekirinê çareser nabin. Ji ber vê yekê divê demek berî demekê Ocalan azad bibe. Em dê bi qasî hêza xwe piştgiriyê bidin pêvajoyê.
Çiftkuran: Em Rêberê xwe azad bikin
Serokê Komeleya Piştevaniya Oldaran (DİAYDER) Zahit Çiftkuran, anî ziman ku li gel hemû astengî û kemelan Birêz Ocalan her dem di aştî û têkoşîna aştiyê de berdewam dike. Çîftkuran, anî ziman ku Ocalan di nava gel de rêberek e û wiha got: "Azadiya Ocalan dê rê li pêş aştî û demokratîkbûna Tirkiyeyê veke. Em ji bo piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan û azadiya Birêz Ocalan em dê di nava hewldan û têkoşînê de bin. Em bi têkşîna xwe Rêberê xwe Azad bikin.
Sayar: Em vê firsenda dîrokî baş bikar bînin'
Serokê Odeya Rêveberiya Bazirganî û Pişesaziyê Ahmet Sayar jî anî ziman ku Tirkiye di pêvajoyek dîrokî re derbas dibe û heta ku Ocalan azad nebe tiştek pêş naveve. Sayar, xwest vê pêvajo û firsendê baş pêk bînin û wiha got: "Divê Birêz Ocalan demek berî demekê serbest bê berdan."
Pirinççîoglu: Divê pêvajoya muzakereyan vegere hiquqê
Sekreterê Lijneya Koordinasyona Bajar a TMMOB'ê ya Amedê Necati Pirinççîoglu jî anî ziman ku di 2 salên dawî de rayedarên dewletê bi Ocalan re hevdîtinekê pêk tîne û wiha got: "Êdî muzakere ferz bûne. Divê ne tenê şertên Ocalan baş bibin. Divê Ocalan êdi azad bibe."
(mae)