1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Saziyên Elewiyan; Serokwezîr suc kir
Saziyên Elewiyan; Serokwezîr suc kir,saziyên,elewiyan,serokwezîr,suc,kir

Saziyên Elewiyan; Serokwezîr suc kir

Serokê Giştî yê PSAKDê Kemal Bulbul: Serokwezîr Recep Tayip Erdogan bi gotina 'Yek ol' suc kiriye

A+ A-

Serokê Giştî yê Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) Kemal Bulbul, diyar kir ku Serokwezîr Recep Tayip Erdogan bi gotina 'Yek ol' suc kiriye. Bulbul, anî ziman ku hişmendiya AKP'ê ne pir bi xêr e û li dijî elewiyan cudakariyê dike.

Saziyên girêdayî Federasyona Elewî Bektaşiyan li Navenda Giştî ya Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal (PSAKD) têkildarî daxuyaniya Serokwesîr Erdogan a "Yek ol" civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Serokê Giştî yê PSAKD'ê Kemal Bulbul, anî ziman ku li Semsûr, Îzmir, Dîlok û Erzinganê li diji elewiyan cudakari tê kirin. Bulbul, da zanin ku li hemberî vê pêkanîna cudakariyê ji hikûmetê deng derneketiye û wiha got: "Serokwezîr Recep Tayip Erdogan li gel vê yekê ji bo biryara doza komkujiya Madimakê ya demborî jî got "Bixêr e" û Wezîrê Karên Hundir jî bi gotinên xwe rê li pêşiya cudakariyê vekiriye. Herî dawî Serokwezîr Erdogan bi gotina "Yek ol" li diji olan suc kiriye."

Bulbul, da zanîn ku di 3'ê gulanê de jî Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî idîa kir ku elewî ji sedî 79'an dersên olî dixwazin û wiha berdewam kir: "Dîsa di 5'ê gulanê de li Dibistana Seretayi ya Mustafa Kemal Atatukr a Malatyayê mamosteyê dersa ol bi gotina "bawermendê Sapik" neheqî li xwendekarekî elewî kir. Dîsa li Semsûr, Îzmir û Dîlokê elewî rastî neheqî û cudakariyê tên. Herî dawi Serokwezîr Erdogan bi gotina 'Çixêzên me yên sor yek dewlet, yek milet, yek al û yek ol e' û bi vê yekê li dijî olê elewiyan sûc kiriye. Erdogan bi vê gotinê olên xirîstiyan, cuhî, elewî yen li Tirkiyeyê inkar kiriye. Dîsa olên elewî, êzîdî û zerduştî înkar kiriye. Serokwezîr li dijî olên din sûc kiriye."

Bulbul, da zanîn ku di êrîşên li dijî elewiyan de Serokwezîr berpirsiyar e.

(mae)