1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Schmîd: Erdogan hewl dide HDP'ê marjînal bike
Schmîd: Erdogan hewl dide HDP'ê marjînal bike,schmîd,erdogan,hewl,dide,hdp,ê,marjînal,bike

Schmîd: Erdogan hewl dide HDP'ê marjînal bike

Pispora Tirkiyeyê û Têkiliyên Navneteweyî yên Fransayê Dorothée Schmîd da xuyakirin ku AKP û Erdogan, bi awayekî aktîf cihgirtin li nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê 'li gorî berjewendiyên xwe' nabînin

A+ A-

PARÎS - ANF Pispora Tirkiyeyê û Têkiliyên Navneteweyî yên Fransayê Dorothée Schmîd da xuyakirin ku AKP û Erdogan, bi awayekî aktîf cihgirtin li nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê 'li gorî berjewendiyên xwe' nabînin. Schmîd diyar kir ku di desthilatdariyeke gengaz a AKP'ê ya bi tena serê xwe de, wê pirsgirêka mafên mirovan careke din derkeve pêş û destnîşan kir ku di nava hevalbendên endamê NATO'yê de 'aciziyeke bi rastî' heye.

Berpirsyara Bernameya Tirkiyeyê ya Enstîtuya Têkiliyên Navneteweyî ya Fransayê (IFRI) Dorothée Schmîd ji rojnameya Le Fîgaro re peyivî û anî ziman ku Erdogan hewl dide 'bi awayekî aktîf' HDP'ê marjînal bike. Schmîd got, "Berdêla wê çi dibe bila bibe Erdogan dixwaze serdestiya xwe dewam bike" û bibîr xist ku ji ber dizaen hilbijêrên Kurd careke din lê venagerin, bi 'helwesta dijminatiya li Kurdan' berê xwe daye hilbijêrên neteweperest.

'BI AWAYEKÎ AKTÎF CIHGIRTINA LI NAVA KOALÎSYONA LI DIJÎ DAIŞ'Ê, LI GORÎ BERJEWENDIYÊN XWE NABÎNE'

Schmîd der barê stratejiya Erodgan a derve de diyar kir ku sedemeke nîşandana helwesteke ewçend tund a li dijî PKK'ê ew e ku naxwaze hîn bêhtir tevlî şerê li Sûriyeyê bibe. Pispora Fransî got, "Hikûmet, cihgirtina bi awayekî aktîf di nava koalîsyona li dijî DAIŞ'ê, li gorî berjewendiyên xwe nabîne."

'EGER AKP BI TENA SERÊ XWE BIBE DESTHILATDAR, WÊ TÊKILIYA BI CÎHANA ROJEVA RE TEVLÎHEV BIBE'

Schmîd îdîa kir ku eger AKP di hilbijartineke gengaz a pêşwext de careke din bi tena serê xwe bibe desthilatdar, dibe ku ji aliyê aborî ve 'stabîlîteyek' were bidestxistin, lê belê ji aliyê siyasî ve di têkiliyên bi Yekîtiya Ewropayê de wê pirsgirêkên mafên mirovan derkevin pêş.

Schmîd da zanîn ku eger AKP hilbijartinan qezenç bike wê diyaloga navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê tevlîhev bibe û got, "Dibe ku pirsgirêk mafên mirovan derkeve pêş."

'AJANDAYA TIRKIYEYÊ BI YA HEVALBENDÊN ROJAVAYÎ RE LI HEV NAKE'

Schmîd da xuyakirin ku vekirina baregehên li Tirkiyeyê, bûye sedem ku xwe nêzî hevalbendên endamê NATO'yê bike, lê belê gelek welatên di nava yekîtiyê de li dijî 'êrîşên bê sînor' ên li hemberî PKK'ê derdikevin. Schmîd herî dawî got, "Ji gelek aliyan ev ajandayên Tirkiye û hevalbendên wê li hev nakin û aciziyeke rastî li holê heye."