1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Sebrî Ok: Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket
Sebrî Ok: Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket,sebrî,ok,plana,tirkiyeyê,li,ser,cerablus,û,ezaz,pûç,derket

Sebrî Ok: Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket

A+ A-

17.10.2015 10:45 Nûçe, Sernûçe

ANHA / NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Rêveberiya KCK’ê Sebrî Ok diyar kir ku bi hatina Rûsya denge hatin hejantin. Di serî de jî plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket. Rûsya, Sûriye, Îran û Hizbullah weke hêzeke hevbeş di nav şerekî de ne.

Endamê Rêveberiya KCK’ê Sebrî Ok geşedan û bûyerên dawiyê yên li Tirkiye, Başûr û Rojavayê Kurdistanê pêş dikevin, ji bo RojNews nirxand. Ok bal kişande ser helwesta AKP û Erdogan a li hemberî biryara bêçalaktiyê û wiha got; “Biryara bêçalakîtiya 10’ê Cotmehê bi berpirsyariya hereketa me ya li hemberî banga ev hêz û kesên navneteweyî û dîsa pir siyasetmedar, rêxistin û kesayetan re bibe. Hereketa me bi berpirsyarî ev kir.”

‘Plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket’

Ok bal kişande ser planên Tirkiyeyê yên li ser Sûriyeyê û wiha pêde; “Tê zanîn têkiliyên dewleta Sûriye û Rûsya ji berê vir ve xurt e. Hîn wexta sosyalîzma pêkhatî û Hafiz Esad jî di navbera van herdû dewletan de têkiliyek di asta stratejîk de hebû. Rûsya li ser Rojhilata Navîn encax li Sûriye xwedî hêz be dikare xwedî rol be. Li Rojhilata Navên baregeha wan a leşkerî û mewziya wan Sûriye-Lazkiye ye. Sûriye ji berê ve her tim bi rejîmê re bû alîkar. Lê wexta dewleta Tirkiyeyê li ser Cerablûs û Ezaz xwest hîn xwedî rol be. Weke piştgiriya DAIŞ û El Nusra kir. Dîsa wexta hêzên koalîsyona navneteweyî giraniya xwa dan ser Sûriye. Rûsya dereng nema hîn zêde li ser Sûriyeyê sekinî. Asîmanê Sûriyeyê di navbera Rûsya û koalîsyonên navneteweyî de hatiye parvekirin û rewşeke objektîf e. Ev nebe jixwe balafirên wan li asîman bêhemdî li hev bikevin. Alozî û pirsgirêk gihîştiye wê astê. Wexta ku koalîsyonên navneteweyî giraniya xwe da Sûriye û çawa Rûsya aciz bû, wexta Rûsya giraniya xwe da ser Sûriyeyê vê carê jî koalîsyona navneteweyî aciz e. Bêguman bi hatina Rûsya denge hatin hejantin. Di serî de jî plana Tirkiyeyê li ser Cerablus û Ezaz pûç derket. Rûsya, Sûriye, Îran û Hizbullah weke hêzeke hevbeş di nav şerekî de ne. Li erdê Hizbullah û Îran, koordînat Sûriye dide û hewayî jî Rûsya lê dide. Lê rexmî van hemû tiştan pêşketin kêm e. Li milê din koalîsyona navneteweyî li hemberî DAIŞ û El Nusra di nav şerekî de ne. Esas ji bo jinûve avakirina Sûriyeya demokratîk û ji bo statuya gelê kurd mirov dikare bêje hîn projeyeke kesî ya zelal tune. Pêşeroj çi be ne diyar e.”

‘Berdevkê Amerîka got ku ew ê piştgiriya hêzên dijî DAIŞ’ê ber xwe didin bikin’

Di dawiyê de Ok wiha got; “Koalîsyonên navneteweyî çekan dide kurdên Rojava nade em nizanin. Lê berdevkê Amerîka di axaftina xwe de dibêje em ê piştgiriya kesên ku li hemberî DAIŞ li ber xwe didin bikin û qebûl kirin ku ew çek ji hêzên hevbeş ên li dijî DAIŞ û El Nusra re alîkarî kirine. Çend roj beriya vê Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê hate îlankirin. Li gorî di çapemeniyê de me şopand ew Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ji 11 rêxistinan pêk tên. Ji van rêxistinan yê herî xwedî hêz, li dijî DAIŞ û El Nusra şer dike û encamê digire jî YPG û YPJ ye. Hêzên din bi piranî Ereb in. Diyar e ku yê esas li ser dengeyên Sûriyeyê bandor bike jî Hêzên Demokratîk ên Sûriyeyê ye. Derveyî vê hêzê tu hêzên din ku li hemberî DAIŞ û El Nusra şer bikin jî tune. Ji Rûsya bigire heta hêzên koalîsyona navneteweyî her kes vê rastiyê qebûl dike. Wisa tê dîtin ku ev hêz li ser siyaseta Sûriyeyê hîn xwedî dike.”

‘Erdogan binketina xwe ya 7’ê Hezîranê li hemberî îrada gel qebûl nake’

Ok dewama axaftina xwe de diyar kir ku çima AKP û Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bin ketin û îradeya wan hate şikandin û wiha dewam kir; “Careke din zêde bi lîstok, bi fen û fûtan hilbijartinên 1’ê Mijdarê xist rojeva Tirkiyeyê û xwestin HDP gav paşde bavêje û di bin bendê de bimîne. Weke tê zanîn ê ku protokola Dolmabahçeyê daye ber lingan û tune qebûl kiriye, li ser Rêber Apo demeke dirêje weke 7 meh in zext û tecrîdeke giran pêk tîne û di 24’ê Tîrmehê de bi dehan balafirên şer hemû herêmên medya û bakurê Kurdistanê şev û roj bombebaran kiriye, bi tang û top hovîtiyek mezin li ser civakê komkujî pêş dixîne, zarok û jin hema kî tê pêşiya wan qetil dike û dîsa ji bo hemû mirovatiyê û gelê Kurd jî nirx û rûmeta hêrî mezin tê dayîn weke daristanan êrîş dibe ser bombebaran dike, xera dike zêhniyeta Erdogan û dewleta Tirkiyeyê ya dagirker e. Hereket û gelê me jî li hemberî van hemû helwestan û hovîtiya AKP’ê biryara xwerêvebirinê da, bi rêxistin kir û kete nava têkoşîna parastinê. HPG jî bêguman berpirsyar e ku hebûn û mafên gelê Kurd biparêze. Di vî şerî de heta niha hem siyasî, psîkolojîk hem jî di milê navneteweyî de yê ku winda kiriye zêhniyeta Erdogan, dewleta Tirkiye û û AKP ye. Beriya her tiştî wan êrîş kiriye, gelê me mafê xwe yê parastinê, hem jî mafê xwe yê rêvebirinê pêk tîne. Di vê pêvajoyê de hilbijartin ketin rojeva Tirkiyeyê. Çima ku AKP û Erdogan di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de bin ketin û îradeya wan hate şikandin, careke din zêde bi lîstok, bi fen û fûtan hilbijartinên 1’ê Mijdarê xist rojeva Tirkiyeyê û xwestin HDP gav paşde bavêje û di bin bendê de bimîne. Di heman demê de pir siyasetmedar, akademisyen, rêxistin û pir kesên dewletên navneteweyî ji hereketa me hêvî kirin û xwestin ku herî kêm heta hilbijartina 1’ Mijdarê em biryara bêçalakîtiyê bidin. Rêveberiya hereketa me ev hemû pêşniyar û daxwazên bêçalakîtiyê kir rojeva xwe, nirxand û pêwîst dît ku ji van xwestek û pêşniyaran re bibe bersiv. Li ser vî esasî di 10’ê Cotmehê de biryara bêçalakîtiyê da. Biryara bêçalakîtiya 10’ê Cotmehê bi berpirsyariya hereketa me ya li hemberî ev hêz û kesên navneteweyî û dîsa pir siyasetmedar, rêxistin û kesayetan re bibe. Hereketa me bi berpirsyarî ev kir. Helwesta AKP’ê û Erdogan li hemberî vê biryara me dîsa xwîn rijandin, komkujî û berdewamkirina şer e. Zêhniyetek faşîst û dagirker di şer de israr dike û tu wateyê nade vê berpirsyariya hereketa me ya biryara bêçalakîtî da. Dîsa li hemberî pêşniyar, xwestek û hêviyên pir rêxistin û dewletên navneteweyî li gorî xwe tevdigere. Derveyî dijminantiya gelê Kurd di zêhniyeta faşîst û dagirker de israrkirin, tu lêgerîn û berpirsyariya wan tune. Hîn jî rojane komkujî, di şer de israrkirin derveyî wê tiştek tune.”

‘Di roja îro de her kes qebûl dike ku li Tirkiyeyê DAÎŞ heye’

Ok diyar kir ku êdî hemû kes dizane li Tirkiyeyê DAIŞ heye, desteka Tirkiyê ya bi DAIŞ’ê re dizanin û wiha dewam kir; “Erdogan û AKP di her axaftina xwe de zemîna vê komkujiyê çêkirin. Di serî de HDP û hemû kesên aştîxwaz û demokrat weke hedef nîşan da. Bi salan vir de piştgiriya DAÎŞ’ê kirin, veşartin. Li hemberî xwe bi rêxistinkirina DAÎŞ’ê bêdeng man û piştgiriya wê kirin. Di roja îro de her kes qebûl dike ku li Tirkiyeyê DAÎŞ heye, dewlet piştgiriya wê dike ev rastiyek e. Dîsa ew Ocaxên Osmanî hene. Esas zihniyeta Ocaxên Osmanî û DAÎŞ eynî ye, ji hev ne dûr in. Çi DAÎŞ, çi Ocaxên Osmanî her kê ev komkujî pêk anîbe, bêyî nîqaş derveyî piştgiriya AKP’ê û jê re zêmîn avakirin ne mimkûn e. Eger kesekî weke Sedat Peker li ser çapemeniyê rastûrast destek dide AKP’ê û di axaftina xwe de jî dibêje “her kes ew ê bibîne çirik çirik xwîn biherike”. AKP û Erdogan jî Sedat Peker qebûl dike û di ragihandinê de çawa ji hev re dost in dîmenên wan derdikevin. Helwesta AKP’ê di vir de pir diyar e. Kesekî weke Sedat Peker diz, faşîst û çete pesindariya Erdogan dike û dîsa bi sedan hucreyên DAÎŞ’ê li Tirkiyeyê hene, rêxistinên Ocaxên Osmanî ku Erdogan piştgiriya wê dike û bi rêxistin dike. Mirov şaş nemîne ku ev komkujî li Enqereyê pêk hat. Bila hemû mirovatî, gelê kurd û civaka Tirkiyeyê careke din di kesayeta Sedat Peker mêze bike AKP û Erdogan nas bike.”

‘Bi komkujiya Enqereyê xwestin vîn û îradeya civak û rêxistinên demokratik bê şikandin’

Ok daxuya kirin ku hesabên komkujiya Enqereyê pir in û wiha got; “Yek, jixwe faşîzm tiştekî wisa ye. Li ser xwîn rijandin û tolê xwe bi rêxistin dike. Rastiya AKP’ê jî wisa ye. Dudo, bi komkujiya Eneqerê dixwazin ku îradeya civak û rêxistinên demokratîk û şoreşger bê şikandin. Nikaribin bi hezaran, sed hezaran mîtîngan li dar bixin. Nikarin meşan li dar bixin weke tirs û xofekê li ser civakê çêbikin. Sisê, tê zanîn Erdogan û AKP hemû xebatên xwe yên siyasî û hilbijartinê heftane li ser anketan plan dike û pêk tîne.”

‘Di bingeh de bi zeka û aqilê civakê û bi siyaseta Tirkiyeyê dilîzin’

der barê gotinên Erdogan û Davutoglu yên li ser komkujiya Enqereyê, Ok wiha nirxand; “Wexta mirov axaftin û nirxandina Erdogan û Davutoglu guhdarî dike durûtî û sextekariya wan hîn baştir dibîne. Weke bi zorê û derewên xwe nikarin veşêrin jî xwe vir de wir de didin ku îla PKK’ê jî li kêleka DAÎŞ biteyisînin. Esas bi zeka û aqilê civakê û bi siyaseta Tirkiyeyê dilîzin. Bi rastî ji bo civak û siyaseta Tirkiyeyê heqaret e. Çawa ewqas vekirî derewan û durûtiyê dikin. Esas bêçaretiya wan e. PKK û DAÎŞ çawa li kêleka hev tê bibîranîn. Dinya dizane ku PKK li hemberî DAÎŞ’ê şerekî berfireh, dijwar, qehremanî û serkeftî da. Ev hîn jî rojane li başûrê Kurdistanê Şengal bi ruhekî fedaî berdewam dike. Dîsa gelê kurd li Rojava, Kobanê bi qehrementiyek pir mezin li hemberî DAÎŞ şer kir û îradeya DAÎŞ şikand. Tenê hewl didin ku xwe veşêrin, sûcê xwe sivik bikin. Çi yekser, çi ne yekser bi destê DAÎŞ û Ocaxên Osmanî ev komkujiyî bi alîkariya AKP’ê pêk hatiye ev diyar e. Hemû mirovatî vê dizani.”

‘Siyaseta li Başûrê Kurdistanê tê meşandin, ne demokratik e’

Ok geşedanên li Başûrê Kurdistanê û krîza ku heye wiha nirxand; “Aloziya ku li Başûrê Kurdistanê tê jiyîn bi rastî mirov pê diêşe. Lê sedemên vê hene. Li Başûrê Kurdistanê kêm zêde ji salan vir ve statuyek heye. Ji aliyê petrol, bazirganî û çandiniyê ve parçeyekî dewlemend e başûrê Kurdistanê. Lê siyaseta başûrê Kurdistanê ne demokratîk e. Çanda demokrasiyê pêş neketiye. Aboriya civakî nehatiye birêxistinkirin. Maddiyat û desthilatdarî di ser her tiştî re hatiye girtin. Hinek kes, hizb û malbat zêde dewlemend, di milê din de feqîrtî û belengazî heye. Gelê me yê Başûr bike neke vê rastiyê dibîne û nerazîbûna xwe diyar dike. Eger ji destpêkê ve hilberîna kolektîf, aboriya civakî, dabêşiya dahatê bi edalet bûya Başûrê Kurdistanê îro bi her awayî ew ê xurt bûya. Eger riya siyaseta demokratik bihata vekirin, îradeya civaka demokratîk xwe bi rêxistin bikira, çanda demokrasiyê pêş biketa rewşa başûrê Kurdistanê ne weke îro bûya. Mixabin ev hemû kêmasî hene, ev hemû pirsgirêk bûn sedema nerazîbûna civakê û xitimîna siyasetê. Em hevî dikin û hez dikin ku siyasetmedarên Kurdistanê di van noqteyan de xwe sererast bikin û pirsgirêkên heyî bi îrade û daxwazên gel bi diyalog, muzareke û hevdîtine çareser bikin.

Bêguman yek sedema van pirsgirêkên tê jiyîn jî pirsgirêka serokatiya herêma başûrê Kurdistanê ye. Weke hereket di vê mijarê de jî rasterast em ne mudaxîl in. Em dibêjin eger demokrasî bihata rêxistin kirin. Dîsa siyaset demokartîk bîbûya. Ev mijara serokatiya herêmê jî ewqas mezin nebûya. Dîsa jî em hêvî dikin ku bi şêwazekî maqûl û demokratîk û bi muzakere ev mesele bê çareserkirin.”

‘Me nedixwest ku ev pirsgirêk bêne vê astê’

Her nerazîbûnek li hemberî xwe nerazîbûneke din û hîn bi dijwar çêdike. Ji bo îmaj û siyaseta başûrê Kurdistanê tiştekî wisa bêguman ne maqûl e. Eger serokê parlementoyê nikaribe biçe meqamê xwe ev pirsgirêkêk cidî ye. Astengkirin Yusuf Mihemed ku nehêle biçe hewlêrê. Li gorî me xizmeta çareseriyê nake. Dîsa çar parlamenterên Goran ji wezîfeyê hatine girtin. Ew parlamenter bi hezaran îradeya gel hatine hilbijartin. Gelê ku dengê xwe daye van parlamenteran li hemberî vê biryarê ew ê xwedî bertek bin. Ji wezîfe girtina parlamenteran jî ne demokratîk e. Kê ew parlamenter hilbijartine dîsa ew ji wezîfeyê bigire ew in yanî gel e. Dibe ku hin pirsgirêk bêne jîyin, lê mirov bi tehemûl û sebrê wan bigire dest. Me nedixwest ku ev pirsgirêk bêne vê astê. Em dîsa hêvîdarin ku pirsgirêkên îro li başurê Kurdistanê tên jiyîn her çi be jî partî û rêxistinên heyî hevdû neêşînin, neheqiyê nekin bi aqilekî demokratîk û muzakereyê bigihînin çareseriyekê.”