Sebrî Ok: Serokwezîrên gotin em ê PKK’ê tune bikin tune bûn
CUDÎ ROJ
NAVENDA NÛÇEYAN – Endamê Konseya Rêvebe KCK’ê Sebrî Ok diyar kir ku zihniyeta Erdogan ji ya Çiler xiraptir û bi tehlûketire, bi dehan serokwezîr hatin gotin em ê PKK’ biqedinin, lê navê wan îro tûne, PKK ser lîngane hin bi hêztire. Li hemberî êrîşên AKP’ê mafê gelê me ye rabin serhildanê.
Nûçegihanê ANH’yê bi Endamê Rêveberê ya Konseya KCK’ê Sebrî Ok li ser rastiya Erdogan-AKP’ê, piştî hilbijartinên 7’ hezîranê êrîşên AKP’ê û bombebarana li ser Parastina Medya û helwesta çapemeniya Başûr nirxand.
Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan di parêznameya xwe de gotibû ku Erdogan bi kirinên xwe ew ê ya bibe Turgut Ozal yan jî bibe Çîller. Hûn kirinên Erdogan çawa dinirxînin?
Esas Rêber Apo dizanîbû ku Erdogan kî ye û ew ê bibe çi. Lê her tim hin derfet ava kir, xwest raya giştî zana be, civaka Tirkiyeyê çi tê jiyandin fêm bike, rastiya AKP’ê hîn baştir bide fêmkirin. Ev yek jî têkoşînek bû û têkoşînek da. Ne ku ne dizanî û her tim hişyariyek Rêber Apo hebû. Hereketa me û gelê me û taybet gelê Tirkiyeyê yên şoreşger û demokratîk jî vê baş dizanin, heta lîberalên wan jî baş dizanin. Yanî di zihniyeta Erdogan de tîrantî heye, dîktatorî heye. Bi xwe weke serokomarek e, lê niha der heqê dadê û her tiştî de biryarê dide. Xwe dixe şûna her tiştî weke yekdestdariyekî dîktator tevdigere. Me xwest yan jî hewl da ew jî di berpirsyariya me de hat li hemberî mirovatiyê, li hemberî gelê Tirkiyeyê û gelê kurd, demokratîkbûna Tirkiyeyê û çareserkirin pirsgirêka kurd bi şêwazekî çareserî û demokratîk bê çareserkirin. Me xwest rastiya AKP û Erdogan jî baş bê zanîn. Lê Erdogan ji Çîller xerabtir e. Çîller cahîl bû. Dogan Gureş û Mehmet Agar li gorî xwe teşe dan Çîllerê. Çawa xwestin wisa axivî, çawa xwestin wisa biryar da, çawa xwestin wisa siyaset kir. Ket xeta şerê taybet, nikarî ji wir derkeve, nexwest ji wir derkeve. Di esas de îradeya Çîller tunebû. Îradeya Dogan Gureş û Mehmet Agar bû. Lê weke sîmge Çîller bû. Ji bo vê Erdogan ji Çîller jî xerabtir bû. Erdogan bi zanebûn û bi îknabûn dijminantiya gelê kurd dike. Erdogan bi zanebûn û îknabûn bi kesên derveyî xwe re dijminantiyê dike. Yanî ewqas bêînsaf û ewqas faşîzan e ku ji bo berjewendiyên xwe û desthilatdariya xwe her tiştî dide berçavan. Ev di çalakiyên Geziyê de, di komkujiyên li ser gelê kurd û li ser şoreşgerên Tirkiyeyê de hate dîtin. Ev siyaseta li ser zextê û zihniyeteke faşîzan hatiye avakirin rastiya Erdogan e. Rewşa Ozal cuda bû. Ozal jî di wextê de digot li hemberî PKK’ê ji bilî min kesekî din yê baş tune. Rast jî bû. Yê ku rewşa awarte li herêmê çêkir, cerdevantî pêş xistiye, şerê taybet li hemberî hereketa me û gelê kurd pêş xistibû Ozal bû. Lê Ozal hinekî realîst bû û hinekî paragmatîst bû. Bi rastî weke Erdogan ne faşîzan bû. Kesekî realîst bû, fêm kir ku bi vê zihniyetê nikare encamê bigire, zivirî. Birastî xwest ev meseleya kurd bi şewazekî demokratîk çareser bike. Û tiştê ku kesekî heta wê wextê cesaret nekiribû bi Rêber Apo ket têkiliyê û gavek hat avêtin. Ev xeterî û talûke didît, lê cesaret dikir ku gavên din jî biavêje. Wê wextê Ozal ji wan kirinên xwe zivirî û bedelê wî jî bi jiyana xwe da. Navê Erdogan bi navê Ozal re nikare bê kêleka hev. Heke li kêleka navê Erdogan hebe bêguman Çîller, Dogan Gureş û Mehmet Agar e. Heta mirov dikare bêje di aliyê îdeolojîk de hîn jî xetertir e. Ez vê dubare tînim ziman navê gelê kurd dibihîze nexweş dikeve, hêrs dibe, har dibe yanî faşîzanekî wisa ye. Ji bo vê gavek ji Çîller pêştir e.
Daxuyaniyên rayedarên AKP’ê yên ji bo HDP’ê hene. Erdogan dibêje pêwîst e rêveberên HDP’ê bedel bidin. Hûn vê çawa dinirxînin?
Me got ya Erdogan xwe dixe şûna dadê, şûna qanûnan, şûna çapemeniyê, şûna îradeya civakê yanî komplekseke wisa dijî. Weke dinya derdora Erdogan dizivire, kompleksek wisa ye. Yek jî zihniyetek faşîzane, tehemul nake, exlaqê polîtîka hîç ne jiya ye. Nêzîkî çand û jiyana demokrasiyê nebûye. Çima ku HDP wexta hilbijartinê got em ê te nekin serok, ji bo Erdogan dawiya dinyê hat. Êdî ji bo HDP’ê her tişt mubah e. Jixwe hêzên xwe yên veşartî hene, îstixbarata wî heye, hêzên girêdayî wî yên çalakger hene, yên ku provokasyonê çêbikin hene. Ez ne di wê baweriyê de me dema hilbijartinê li Edene, Mêrsînê û bi giştî 130 cihan êrîş birin ser HDP’ê jê ne agahdar be. Erdogan sedî sed di nav van planan de ye. Bi erêkirina Erdogan e, bi cesaretkirina Erdogan e, bi hedef girtina Erdogan e. Mantiqekî vê heye û tê fêmkirin, heqeten dijminantiyê dike yanî qebûl nake, red dike. Hele hele wexta gotin em ê te nekin serok. Hema çi ji destê wî hat kir. Îro jî dixwaze wek tola xwe ji HDP’ê bistîne. HDP di hilbijartinan de bi îradeya gelan xurt derket. Dîsa xwe dixe şûna dadê, dibêje bila ew bên mehkemekirin, bila destlênedana wan rabe, bila yek û yek bedelê wê bidin. Yanî weke ku yê biryara şer daye tu dibêjî qey HDP ye, yê ku çiyayên Kurdistanê, gundên Kurdistanê, darîstanên Kurdistanê bi şev û roj bombebaran dike weke ku HDP ye. Yê ku biryara operasyonên qirkirina civakî daye tu dibêjî qey HDP ye, yê ku ew biryara bombebaranê li ser herêmên dide û zarok tên qetlikirin, sewal telef dibin, gund tên xerabkirin, daristan tên şewitandin tu dibêjî qey HPD ye. Bi rehetî û bê rû dikare bêje yek û yek berpirsyarê HDP’ê bedelê vê bide. Nizane ku ev siyaseta demokratîk jixwe li ser çanda bedeldayînê heta roja îro hatiye. Tu îcazet ji tu kesî negirtine. Ji Mûsa Anter bigire Mehmet Sîncar bi dehan şehîdên wan hene. Bi deh hezaran ketin zindanan. Rastiyeke siyaseta demokratîk a wisa heye. Heke tirs û xof hebûya jixwe ji berê ve ew ê gav paşde biavêtina û ew ê HDP nebûya. Yek jî yanî kî ji kê bedel dixwaze. Tu kî yî? Heke tu xwe dixe şûna dîktatorekî rast e, tu dîktatorî jî. Nebe çi mafê te heye tu talîmat didî û dibêji yek û yek ew ê bedel bidin. Esas yê ku bedel bide AKP û Erdogan bi xwe ye. Çima ku berê ciwanên tirk dîsa dide şer û dîsa cenazeyên wan tê Tirkiyeyê, çima li Kurdistanê her roj bombebaran dike, çima aboriya Tirkiye aloziyek hîn kûrtir dide jiyandin, çima ku siyaseta Tirkiyeyê di nezera navneteweyî de dadixîne jêr, çima siyaseta Tirkiyeyê dixitimîne. Esas bedelên vê giran e. Çima yê ku kurê xwe Bîlal dewlemend kiriye, bûrayê xwe dewlemend kiriye, wezîrê xwe bi diziyê dewlemend kiriye, Erdogan e. Pêwîst e bedelên van tiştan Erdogan bide. HDP’ê pêşniyar kir ew destlênedan ji ser wan rabe. Ev tiştekî bi rûmet e û baş kirine. Ma ne bi zor û zextên Erdogan bû ew çar wezîrên xwe ji mehkemeyê revand, destlênedan weke zirxekî parast. Niha destnêledana AKP’ê rabe di bin de çi qirêji heye, di bin de çi neheqî heye, çi durûtî heye, çi talan heye, ma cesaret dikin ku destlênedana wan rabe. Di yên HDP’ê de çi heye têkoşîna azadî û demokrasiyê heye. Eger bedelek bê dayîn Erdogan û AKP ew ê bide. Gelê kurd, dostên gelê kurd şoreşger, demokrat, lîberal û azadîxwazên Tirkiyeyê vî hesabî ji AKP’ê û Erdogan bixwazin û esas ew bedel da jî. Ji desthilatdariyê hat xwarê, ji vir şûnde hîn jî ew ê bedel bide. Weke amirekî, weke axayekî nikare kesekî biçûk bibîne û xwe pêre aciz bike. Wexta tu wisa bikî bêguman kesên xwedî rûmet, azadîxwaz jî û kesên têkoşîna demokratîk didin jî hîn bi îradeyek xurt ew ê li hemberî wî rabin. Ji bo vê jî bi giştî civaka Tirkiyeyê û gelê kurd rabe ser piyan û têkoşîneke hîn radîkal bidin. Dem ew dem e. Neheqiyeke pirr mezin, bêedaletiyeke pirr mezin, zilmeke pirr mezin li ser civaka Tirkiyeyê û taybet li ser gelê kurd tê meşandin. Tenê axaftin û zihniyeta Erdogan jî sedema îsyan û serhildanên radîkal in. Rûmet vê dixwaze û AKP jî nikare ji bedeldayîna vê bireve.
Li Tirkiyeyê hîn koalîsyonek ava nebûye, we di bernameya Rojeva Welat a Stêrk TV de gotibû koalîsyona ava bibe ew ê koalîsyoneke şer be, ev pêşketinên dawî vê yekê piştrast dike. Hûn çi dibêjin? Gelek kes dibêjiin ev êrîş ji bo hilbijartineke pêşwext e, hûn çawa dinirxînin?
Stratejiya Erdogan diyar e. Yanî şeva 7’ê Hezîranê plan û stratejiya wan hebû. Lêgerînên wan ê koalîsyonê tune. Hesabê wan tenê dîktatorî heye, olîgarşiya AKP û desthilatdariya AKP ye. Rê û rêbazên vê çi ye, ew ê vê ji xwe re esas bigire. Ji bo vê ev lêgerîna koalîsyonê sextekarî ye. Belkî dixwazin CHP bikin şirîkê sûcê xwe û barê xwe biavêjin ser wan, durûtiya xwe hinekî ji wan re jî bikin mal. Lê pêwîst e CHP di vê zanebûnê de be nebe şirîkê sûcê qirêj û giran ku 13 sal û vir ve çi bêexlaqî kirine, çi zilm li ser gelê kurd û tirk meşandine li ser elewiyan û olên din. Ew ê nebe şirîkê vê. Lê hesabê Erdogan û AKP ji koalîsyoneke zêdetir hîn zûtir biçin hilbijartinekê. Hewl bidin careke din dîktatoriya AKP’ê di hilbijartinê de encam bigire. Zihniyeta wan li hemberî Kesên demokratîk û azadîxwaz, ew zihniyeta wan li hemberî gelê kurd û tevgera azad, şerê dîsa weke şerê 90’î bimeşînin hesabên hilbijartinê. Erdogan bi van êrîşên dawiyê hêza alternatîf ya HDP’ê ku hîn xurtir nebûye pêşî lê bigire û di bin benda hilbijartinê de bihêle. Eger wisa bikin belkî ji MHP’ê û hin kesên din bikaribe deng bigire, di hilbijartinê de karibe encamekê bigire. Hesab ev e. Lê ev ê jî vala derkeve, ji vir şûnde hin kesên ku bi awayekî saf piştgirî AKP’ê dikirin û rayên xwe didan AKP’ê, dê ji niha û şûnde nedin AKP’ê. Çima, ji ber ku hemû qirêjî û durûtiya AKP’ê derket holê. Zihniyeta wan a faşîzan her roj tê dîtin, çiqas dîzî kirin, derdorê xwe û wezîrên xwe parastin û dewlemend kirin, yên ku heta niha rastiya AKP’ê tam nas nekirine, ji vir û şûnde ew ê piştgiriya xwe paşve bikişînin û rayên xwe nedin AKP’ê. Taybet jî gelê kurd û tu kesê kurd êdî AKP’ê nîne ser ziman. AKP ku her roj dixwaze gelê kurd bixe tirbê û ser beton bike. AKP û Erdogan ku hîn jî li ser Roboskî hesab nedaye û rojane derdorê Roboskî bombebaran dike û dixwaze komkujî pêş bixe. AKP ku komkujiya Amedê, Pirsûsê û îro jî çiya û gundên Kurdistanê bombebaran dike yanî kîjan kurd, kîjan wijdan, kîjan edalet, li ser kîjan baweriyê heqeten ji vir şûnde ew ê piştgiriya xwe bide AKP’ê. AKP pêwîst e hemû referansên xwe winda bike û ev jî heq kiriye. Kesê ku hemû kurdan weke dijmin dibîne, bi aqilê kurdan dilîze, hîn jî dixwaze rojane bixapîne, biçûk dibîne, naxe şûna mirov, rêz jê re diyar nake ma çima kurd piştgiriya AKP û Erdogan bikin. Belkî hinekan weke me anî ziman bawer dikir, weke rengekî wan ol hebû, lê dîtin hemû sexte ye û hemû ji bo berjewendiyên wan e. Belkî hinekan digotin AKP di çareseriya pirsgirêka kurd de hinekî xwedî rol be. Lê dîtin ku ev durûtiyeke, ev jî siyaseteke qirêj bû, ev jî taktîkek bû. Îro jî li ber çavan e. Ji girtin û kuştina zarokan bigire, ji telefbûna sewalan bigire, ji xerabkirina gundan bigire, ji kuştina sivîlan bigire weke şerê cîhanê 50 balafir, 100 balafir radibin herêmên gerîla bombebaran dikin. Ew herêm ku herêmên pîroz in, rûmet in. Li her dol, gir û tepe di wextê de xwîna gerîla lê hatiye rijandin. Li hemberî dagirkeriyê şerefa gelê kurd parastine. Parastinên gerîla tê bombekirin. Ma kîjan kurdê xwedî rûmet ji vir şûnde ew ê hîn jî pişgiriya AKP’ê bikin. Ez di vê baweriyê de me, eger careke din hilbijartin bibe AKP li Kurdistanê ew ê bi temamî bibe partiyeke tabelayê. Jixwe wisa jî dibe. Gelê me di vê zanebûnê de ye. Hovîtî, dijminantî û faşîzma AKP’ê û Erdogan jî îro baş dibîne. Rûmeta gerîla, berxwedana pîroz a gerîla û rastiya Rêber Apo jî baş dibîne. Tu şensê AKP’ê li hemberî gelê kurd nemaye.
Li hemberî ev êrîşên giştî yên li ser gelê kurd û hereketa we, ji niha û pêde hereketa wê dê bersivek çawa bide?
Hereketa me rexmî hemû şerê dagirker, qirêj û taybet hertim şerê xwe û têkoşîna xwe di asteke exlaqî de û li gorî pîvanên navneteweyî meşand û ev ji xwe re esas girt. Lê tenê ev êrîş û hovîtiyên AKP’ê yên dawî, taybet jî zext û tecrîda li ser Rêber Apo tê pêkanîn sedema îsyan, sedema hewldan û têkoşîna dîrokî ye. Heta Rêber Apo neyê azadkirin, heta meseleya kurd weke heqîqetê, azadî û statuya gelê kurd neyê çareserkirin û qebûlkirin ev têkoşîn ew ê dewam bike. Erdogan û Davutoglu dibêjin ya ew ê ev bombebaran dewam bike. Êh têkoşîna me jî ew ê dewam bike. Pirr kes weke wan axivî, lê îro navê wan jî li holê tune kî li ku derê ye kes nizane, çawa dijîn. Lê hereketa PKK’ê li ser piyan e, bû malê mirovahiyê, bû hêviya gelê Rojhilata Navîn û riya siyaseta demokratîk û biratiya gelan vedike. Kenan Evren, Demîrel navê wan nayê bîra min nizanim çend serokwezîr û çi, di rojeva kesî de ev nîne. Aqûbeta Erdogan jî ew ê wisa be, ya AKP’ê jî ew ê wisa be. Lê yê di rojevê de bimîne, xizmeta demokrasiyê, azadî û biratiya gelan bike PKK ye. Çawa li gorî çar sal, çil sal berî îro di astê herî jor de xurt bûye sibê dê hîn jî xurtir bibe. Dubare dikim eger ew pergala Îmralî neyê tunekirin û tasfiyekirin. Eger Rêber Apo azad nebe, eger gelê kurd bi hemû mafên xwe weke nasname, weke mafên xwe, weke azadî û statu neyê qebûlkirin ev têkoşîn ew ê dewam bike. Bi hezar tonan bombebardiman bi ser me de jî bê, hereketa me wek gerîla û gel ew ê bikaribe li ber xwe bide. Di heman demê de dikare Şengal jî li ber xwe bide, Kerkûk jî li ber xwe bide. Her der li ber xwe bide. Ev hêz, qabiliyet û derfetên PKK’ê hene. Li hemberî ev biryara siyaset şer û dijminantiya ku AKP daye, em ê hemleya têkoşîna gelê şoreşgerî hîn xurtir bikin û pêş bixin. Qet tawîzê nedin zihniyeta faşîzan a Erdogan. Bi her awayî em ê li ber xwe bidin. Em ê dinyê li serê wan teng bikin. Heta ew mecbûr mane ku lêborîn xwestine, agirbest xwestine, muzakere xwestine, mafên gelê kurd hemû qebûlkirine, azadiya Rêber Apo qebûl kirine. Heta wê wextê em ê dinyê li serê wan teng bikin. Têkoşîna xwe ya meşrû, têkoşîna xwe ya mafdar em ê xurt bikin. Kîjan gel li şûna gelê kurd be û kîjan rêxistin lî şûna hereketa me be em bawer dikin hewldanên wan jî ew ê eynî be. Di sedsala 21’emîn di sala 2015’an de em dijîn, kîjan dagirkerî dikare hîn jî nasnameya gelê kurd qebûl neke, kîjan dagirkerî dikare azadî û statuya gelê kurd qebûl neke. Kîjan hêz dikare hîn jî Rêber Apo di pergala Îmraliyê de bigire. Ev tenê bi serê xwe sedema îsyan, serhildan û têkoşînê ne. Ez dîsa dubare dikim, têkoşîn û şoreşa PKK’ê rûmet e û ewqasî jî paqij e. Siyasî, îdeolojîk têkoşîneke exlaqî heye. Lê di milê eskerî de rasterast eskerî ye. Tu saziyên sivîl, rêxistinên sivîl, kesên sivîl em ji xwe re nakin hedef. Hem artêş, hem polîs, hem ewlekarî, hem qeymeqam hem sîstema dagirkeriyê ji xwe re dikin hedef. Ev mafê me ye. Yên ku dagirkerî rêxistin dikin ew in. Yê komkujî pêş dixin ew in. Yê ku rojane welatparêzên kurd di lêdanê de derbas dikin û diavêjin zindanê ew in. Yê ku gund û çiyayên Kurdistanê bombebaran dikin, daristanên wan dişewitînin bi rojane ev in. Ma kî li şûna me ew ê bêbersiv bimîne. Di vê noqteyê de jî bangawaziya min heye. Siyaseta navneteweyî, dewletên navneteweyî bila bi wijdan bin. Yê ku êrîş kiriye dewleta Tirkiye û AKP ye. Yê ku tunebûna gelê kurd ji xwe re esas girtiye Erdogan e. Ma ev ne diyar e li Kobanê dubare dubare Erdogan ev neanî ziman. Dubare dubare Erdogan nabêje meseleya kurd tune. Gelê kurd gelekî xwedî rûmet e. Neheqiya dagirkeriyê tu carî qebûl nake. Tiştekî zêde jî naxwaze, azadiya xwe dixwaze weke hemû gelan. Çavên PKK’ê û gelê kurd ne li desthilatdariya dewletê ye jî. Ev şenseke ji bo demokratîkbûna Tirkiye û hemû gelên Rojhilata Navîn. Ev heqîqata PKK’ê çima neyê dîtin, çima ev bê edaletî li hemberî gelê kurd û PKK’ê bê meşandin. Serhiladan mafê me ye, bersivdayîn mafê me ye. Zilmek heye, qebûlnekirinek heye, dijminantiyek heye. Bêguman û bêdudilî em ê li ber xwe bidin hem jî di asteke herî jor de, hem jî li her derê Kurdistanê, hem jî bi her şewazî. Biryara şer wan da. Yê ku şer bi dawî bikin ew in. Dawîkirina şer jî weke me gotî azadiya Rêber Apo ye, azadî û statuya gelê kurd qebûl kirine.
Piştî êrîşên li ser Herêmên Parastina Medyayê sansura li ser çapemeniya azad û çapemeniya muxalîf dest pê kir. Di roja azadiya çapemeniyê de Cîgirê Serokwezîr Bulent Arinç rojnameya Ozgur Gundem û Evrenselê hedef nîşan da. Piştî gotinên Arinç Serokatiya Ragihandina Telekomunîkasyonê gihîştina 96 malperên înternetê asteng kir. Di nav van de ajansa me ANHA, ajansa DÎHA, ANF, rojnameya Ozgur Gundem, Yuksekova Haber, Sendîka.org jî di nav de hene. Hûn vê rewşê çawa dinirxînin?
Ew ne Arinç bû hîn berê ji bo hereketa me esas ji bo gelê kurd gotibû heta cehenemê riya wan heye. Hem jî qaşo pêvajoya aştî û çareseriyê hebû. Ew ne mudaxeleyek bû, ew ne jehrek bû, ew ne êrîşek bû. Dîsa ew ne Arinç bû çend roj berê li ser komkujiya Pirsûsê got çima wekîl û berpirsyarên HDP’ê li wir nîn bûn. Ew çi mantiq bû. Hîn duh di parlemena meclisa Tirkiyeyê de li ser wekîla HDP’ê Nursel Aydogan bi zimanekî erîl û zihniyeteke desthilatdarî got “hiş be neaxive jinê”. Yê vê yekê vekirî û eşkere dike belkî Bulent Arinç e, lê zihniyeta AKP bi xwe wisa ye. Me got tehemul nakin, exlaqê demokrasî û exlaqê polîtîkayê negirtine. Eger tiştek ne li gorî wan be, şaş e û her tişt ji bo wan mubah e. Pêwîst e her tişt li gorî wan be û mafê xwe dibînin mudaxeleyî her tiştî dikin. Ev çi demokrasî ye, ev çi lîstek e, dixwazin kê bixapînin. Ma dinya ehmeq e bi vê bê xapandin. Civaka gelê Tirkiye û kurd ma ew ê bi van tiştan bê xapandin. Xwe dixe şûna her tiştî. Erdogan dibêje bila rêveberê HDP’ê yek bi yek bedel bidin, ê din jî dibêje filan ragihandin, filan rojname, filan bê girtin an jî li ser wan sansur bê kirin. Yanî hem dadger e, hem dozger e, hem parêzer e hem jî her tişt e. Tîrantî ev e. Îro civaka kurd û taybet civaka Tirkiyeyê hemû ol û çand yên derveyî AKP’ê ew ê di bin vê zihniyeta AKP’ê de tên pelçiqandin. Tu kes nikare serê xwe rake, tu kes nikare dengê xwe bilind bike, bedelê wê giran e, zarokan dikujin, jinan dikujin, ciwanan dikujin. Bi vê yekê dixwazin çapemeniya kurd û yên muxalîf ku rastiya gelê kurd vedibêjin bikin hedef û bêdeng bikin. Bi vê yekê ji bo bikaribe zilma xwe hîn bi awayek bêperwa bide meşandin sansurê pêk tîne. Lê çapemeniya gelê kurd û ya muxalîf di demên herî dijwar de ji bedeldayînê nereviyane. Bi dehan şehîdên wan hene. Ew ê li hemberî vê dîktatoriya AKP’ê û Erdogan jî ew ê tu caran serê xwe netewînin. Ligel vê bedeldayîna çapemeniya kurd û muxalîf, hinek çapemenî jî hene ku li derdora wan dizivire. Exlaqê wan çapemeniyê çi ye, mijara nîqaşê ye. Bi temamî di xizmeta AKP’ê û desthilatdariya wê de ne. Weke qelemşor û ragihandinên wan hevdû dubare dikin. Nikarin di wan çapemeniyan de li dijî siyaseta AKP’ê ya rexne bikin an jî pêşniyarekê pêş bixin. Hemû wek qalibekî dimînin. Ev rûreşên çapemeniyê ne. Li ser menfaetên xwe siyaseta şer, siyaseta dagirkeriyê dimeşînin. Guneh e.
Li hemberî van êrîşan hûn çapemeniya Başûr û Rojava çawa dinirxînin?
Çapemeniya Başûr ez bêjim min bi giştî tam şopand ne rast e. Lê li gorî em dişopînin, dibihîzin û dizanin hişyariyek heye bi giştî. Hişyarî di ku de ye gelê me yê Başûr û çapemeniya Başûr tevgera azadiyê hereketa PKK’ê baş nas dike. Hereketek weke fedaî ye, taybet gerîlayên Kurdistanê li ku derê xeteriyek li ser gelê kurd, li ser azadiya gelê kurd heye, li ser hebûna gelê kurd heye weke hereketeke fedaî em li wê derê amade bûne. Li Şengal rola gerîlayên Kurdistanê lîstine dinya dizane. Li Kerkûk, li Celewle, li Mexmûr, li Xaneqîn rastiya gerîla, ew ruhê fedaî milete mê şahid e. Jiyana PKK’ê, rastiya PKK’ê, berpirsyariya PKK’ê gelê me van dibîne. Ji maddiyatê dûr, ji desthilatdariyê dûr tenê xwe weke xizmetkarê gel dîtin, li gorî wê, li gorî wê têkoşîn, gelê kurd vê rûmetê rojane dibîne. Rewşenbîr û çapemeniya me ya Başûr jî dibîne. Piraniya wan re spas jî dikim. Roleke pozîtîf jî dilîzin. Lê hinekî din hene, ev jî weke çapemeniyên li derdora AKP’ê xwe rêxistin kirine, ev jî xwe li derdora KDP’ê rêxistin kirine. Ez behsa Rûdaw dikim. Ragihandinek ne li ser rastiyê ye. Lazim e ji heqîqetê re rêz diyar bike. Lê taybet li ser Rojava û PKK’ê wek zimanekî dijminantî mirov dikare maneyekê wisa bidê bi kar tîne. Çendekê wisa mirov dayne aliyekî bi pirranî em rewşa gelê me ya Rojava jî rewşenbîr û çapemeniyê jî baş dibînin. Bêguman pêwîst e hîn baş rol bilîzin û hîn xwedî rol bin. Hîn baş bişopîne, pîvanên edaletê hîn baş lê xwedî derkeve. Lê hewldan jî rol jî em girîng dibînin.
Bi êrîşên li ser Herêma Parastina Medyayê re careke din operasyonên qirkirina siyasî dest pê kirin. Hûn çawa dinirxînin?
Esas êrîşên siyasî û civakî li ser Kurdistanê tu carî kêm nebûne. Operasyonên li ser navê KCK’ê pêk hatin bi deh hezaran însan hatin girtin. Di nav wan de wekîl hebûn, şaredar hebûn, endamên rêveberiya BDP’ê hebûn û alîgirên wan û bi deh hezaran kes hebûn. Yalçin Akdogan digot hûn dibînin ev operasyon encam digirin ji vir û şûnde PKK nikare du hezar kesî bîne cem hev. Dêmek ev operasyon rast e, dêmek encam digire. Li ser vê zihniyetê ev operasyonên civakî û qirkirin dîsa bi şewazekî hovane û faşîzan pêş xistin. Lê encam ne weke Yalçin Akdogan digot PKK nikare du hezar kesî bîne cem hev bû. Gelê me her roj li ser piyan bû, ne bi hezaran bi deh hezaran û ne bi deh hezaran bi sed hezaran li ser piyan bûn. Nikarîbûn îradeya gelê kurd bişkînin. Dûre jî gotin Fethullah Gulen ev operasyon pêş xistiye û ew xapandine, durûtiyek wisa, derewek wisa jî kirin. Îro dîsa çima tengav bûn, ligel şerê eskerî dîsa êrîşeke siyasî, diplomatîk û operasyonên qirkirina civakî di asta jor de pêş dixin. Hem jî li ser navê DAIŞ, lê hedef PKK û gelê kurd e. Dixwazin dinyê wisa bixapîne. Lê rastî hedef îradeya gelê kurd e. Armanc çi ye, gelê kurd bitirsîne û îradeya gelê kurd bişkîne. Dagirkerî yek caran heqeten ya ehmeq e, mirov nikare vê bêje esas zilmkar e. Yanî wijdan, îzan, mirovatî bi wan re nîne. Ma em nizanin 4 hezar gund li Kurdistanê hatin valakirin, gelê kurd dîsa gav paşde neavêt û li ber xwe da. Ma em nizanin 17 hezar însan bi faîlên nediyar kuştin û windakirin, hîn jî bi hezaran kes cenaze wan li ku hatiye veşartin nayê zanîn, lê dîsa gelê kurd gav paşde neavêt. Li rêveberiya xwe xwedî derket, li PKK’ê xwedî derket, li rûmeta xwe xwedî derket, li ber xwe da. Bi deh hezaran însan di lêdanê de derbas bûn avêtin zindanan gav paşde neavêt. Bi milyonan însan bi zorê koçber kirin, gundê wan şewitandin, xwestin bi birçibûnê terbiye bikin, lê birastî gelê me xwedî rûmet bû, birçîbûn jî, belengazî jî, lêdan jî, mirin jî her tişt da berçavan lê stûyê xwe xwar nekir. Ji vir şûnde hîç mimkûn e serê xwe bitewîne. Hem jî li kêleka Bakur li Rojava şoreşeke pîroz, rûmet pêk hatiye û hemû cîhan jê re rêz nîşan dide, hem jî PKK îro bandorê li Rojhilata Navîn dike, hem jî tecrûbe û qabîliyeta çil salî, derfetên îro heyî dikare bi salan xwe biparêze û şoreşê bilind bike. Ma gelê kurd ew ê îro gav paşde biavêje. Ne mimkûn e. Lê tiştek pêwîst e serhildan û bertekên weke normal na. Çima? Êrîş û şerê li ser gelê kurd tê dayîn ne normal e. Tu exlaq, qanûn, qûral û qaîde tune. Gelê kurd jî di wê astê de ew ê radîkal li ber xwe bide. Meşrû ye û mafdar e. Li bajarekî, li taxekê, li gundekî yek hat binçavkirin weke hemû hatin binçavkirin lazim e bertekên xwe nîşan bidin. Polîsên AKP’ê, dagirkeriya dewleta tirk bi rehetî, bê tirs nikaribe li deriyê însanên me bide, bi destê însanên me bigire û biavêje zindanê. Bila tax rabe ser xwe, bila bajar rabe ser xwe, nerazîbûna xwe nîşan bide. Roj ew roj e. Li hevdû xwedî derkevin, mil bidin hevdû. Li pişta wan hereketek weke PKK’ê heye, çar parçeyên Kurdistanê, şoreşek weke Rojava heye, heqîqeta me heye û li hemberî wan jî siyasetek dagirkerî ku her tim xwe dubare kiriye û encam negirtiye heye. Siyaseta weke AKP’ê di nezera mirovahiyê de ku tu rêz û îtibara wan nemaye heye. Pêwîst e bertek û hewldanên wan hîn xurt bin.
Di van operasyonên qirkirina dawî de sosyalîst û elewî jî hedef in. Ev yek ji çi û ji ku diqewime?
Sosyalîst û elewî hedef in, çima? Erdogan û AKP dijminê sosyalîstan e û ev tiştekî îdeolojîk e. Erdogan tirkekî îslamparêz e. Yanî faşîst e, nijadperest e. Rastiya AKP’ê ev e û li dijî demokrasiyê ye. Hemû hewldan û armanca wan tîrantî ye. Desthilatî ye, yek deng e, yek dest e. Ê sosyalîzm di nezera wan de neyê qebûlkirin. Kesên sosyalîst, hêzên sosyalîst dijmin tê dîtin, hedef in bi her awayî. Di sosyalîzmê edalet, wekhevî, heqîqeta ked, biratî û demokrasî heye. Ev tiştina ji rastiya AKP’ê û Erdogan dûr in. Bêguman ew ê jê hez neke û dijminantiyê bike, heke neke mirov şaş bimîne. Elewî jî wisa. Navê Îslamiyetê jî bi durûtî bi kar tîne. Ma di Îslamiyetê de neheqî, zilm, tunekirin heye, di îslamiyetê de şer, xwîn rijandin û ji bo berjewendiyên xwe ma dizî heye. Lê AKP û Erdogan heta qirikê di nav ev hemû tiştan de ye. Bi mezhebî hereket dikin û selefi ji xwe re esas digirin. Heke hêza wan têrê bike derveyî selefiyan ew ê hemûyan tune bikin. Bi cewherê xwe û di dilê xwe de li dijî kesên derveyî selefiyan e. Alîkarî û piştgiriya wan ku bi DAIŞ re bi hev re hereket dikin, yek sedem jî îdeolojîk e. Wan nêzî xwe heta wek xwe dibînin. Lê elewî baweriyek cuda ye. Civaka elewî bi salan, bi sed salan bindest in. Baweriya xwe li ser heqîqetê, li ser wekheviyê dixwazin bijîn bi her awayî astengî ji wan re derxistine. Li ser wan zext meşandine. Bi tesîra Tevgera Azadiya Kurdistanê elewî dixwazin hîn zêdetir xwe rêxistin bikin û hîn zêdetir hişyar bin, hîn zêdetir li pêşiya komkujiyê tedbîrên xwe bigirin. Wexta xwe bi rêxistin bikin, îradeya xwe nîşan bidin, mafên xwe bigirin. Ne tehemulî û zihniyeta faşîzan dîsa derdikeve pêş. Ev piştgiriya DAÎŞ yek sedem ev e, xurt bibe elewiyan bitirse û komkujiyê pêş bixîne. Mafê elewiyan jî heye li hemberî vê zilmê, zextê li ber xwe bide, hişyar bin, xwe rêxistin bikin, tedbîrên xwe yên parastinê bigirin. Mafên wan heye û pêwîst e ku bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re bi hev re hereket bikin. Hemû hêzên demokratîk û sosyalîst hev bigirin, mil bidin hev. Derveyî vê nikare xwe ji talûke û xeteriyê rizgar bike. Dijminantî û hovîtiya AKP’ê bi rastî elewî, sosyalîst, şoreşger, demokrat û di ser van hemûyan re jî ji rastiya gelê kurd re dijmin e. Yanî li hemberî dinyê nebe, ji ber mirovahiyê nebe ew ê hîn jî vekirî komkujiyê pêş bixin. Ew ê hîn zêdetir li ser sosyalîst, elewî û kurdan komkujiyê pêş bixin. Rastî ev e.
(ra)
ANHA