´Sedema aloziyan perçebûna kurdan e
Dr. Bekîr: Sedemê aloziya Hêzên Dîcle û Kurdan perçebûna kurdan e
HEWLER (DÎHA)- Li herêma Federal a Kurdistanê hêjî tevlîheviya dinavbera Kurdan û hukumeta navendî ya Iraqê de nehatiye çareserkirin. Li ser vê yekê ji rêveberiya Hemwelatên Azad Dr Bekir Mecit got gelek sedemê vê yekê hene lê ya girîng ne yek rêziya Kurdane. Endamê PÇDK’ê Ebdulwehab Ehmed jî got ev pirsgirêk digihe heya kêşeya navbera Îran û Emerîka de.
Krîza di navbera hikumeta navendî ya Iraq û herêma Kurdistanê de hêjî nehatiye çareserkirin. Herî dawî jî heyetek ji herêma Kurdistanê çûn Bexda, lê li gorî agahiyên hatîn standin guftugoyên hatîn kirin tu encam negirtye. Li ser vê kêşeya nava Malikî û Kurdan de ji rêveberên Hemwelatiyên Azad yên li herêma Federal a başûrê Kurdistanê Dr Bekir Mecit û endamê PÇDK’ê Ebdulwehab Ehmed nêrînên xwe anîn ziman. Dr. Bekir Mecit da diyarkiriin ku gelek sedemên derketina vê pirsgirêkê hene û got: “Em dikarin bêjin di dereceya yekem de sedemê vê pirsgirêkê ne yekbuna Kurdane û gelek gotarên cuda cuda derdikevin pêş me. Her aliyekî li gorî berjewendiyê xwe di axive û gotarên xwe pêşkêş dike. Lawaziyek din ewe ku peywendiya dinavbera hêz û layenên siyasî yên herêma başûrê Kurdistanê digel hêz û layênên parçeyên din yên Kurdistanê lewaze”.
Zemînê aloziyê ji bo hêzên dagirker xweşbuye
Dr. Bekir Mecit, da zanîn ku ji ber van hemu sedeman zemînekê baş ji bo pirsgirêkan derketiye û ji bo wê alozî derketiye û wiha axivî: "Tenê Emerîka ji bo berjewendiyê xwe nêzîkî Kurdan dibe. Lê belê hêzên başûrê Kurdistanê zêdetir pişta wan bi hêzên derekî hene bi taybet Emerîka. Li gorî min aloziya derketî wekî ku min behskirî ne yek rêziya Kurdane.
Pirsgirêk aloziyeke dinava Êran û Emerîka deye
Endamê Partiya Çareseriya Demokratik a Kurdistanê (PÇDK) Ebdulwehab Ehmed jî nêrînên xwe yên derbarê vê kêşeyê de anî ziman. Ehmed, da zanîn ku ev pirsgirêka ku rudayî ne pirsgirêkekî demîye, ev bingeheki xwe heye û wiha axivî: “Ev pirsgirêk destpêkê bingehê ji xwe pirsgirêka yekem a ku dinavbera serokê herêma Kurdistanê Mesut Barzanî û serokwezîrê Êraqê Nurî Maliki de derketiye. Ev pirsgirêkê hê asaye dibe ku kêşeyên mezintir jî ru bidin.” Ehmed jî îdea kir ku ev kêşeye ne weku em dibêjin nava Hêzên Dîcle û Kurdan deye kêşeyeke dinava desthilatiya hukumeta Êran ku Emerîka deye Kurd ji bune berek ji wê.
Ehmed, da zanîn ku ev alozî armanca wê ewe ku Kurdan bêxin nava tund û tujitiyê û ew destkeftiyên Kurdan yên heyîn ji destê wan de bên derxistine û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ji bo wê pêwîste hemu Kurd guhdarîya hev bikin. Ne tenê desthilatiya herêma Kurdistanê, pêwîste parlemento, partiyên siyasî yên Kurdistanê û hemu aliyên din bi hevre proje û karên xwe bikin daku alozî mezin nebe. Ger ev pêkneyê Kurd serkeftinê bi dest naxin. Ji ber ku heya Kurd xwe nekin yek tu serkeftinek bi dest naxin. Îro dijberiya Kurdan tê kirin hemu sedem ewe ku Kurd bi hevre tevnagerine. Îro ev alozî heye wê sibe mezintir bibe, êdî li navçeyên din de dibeku çoyin û hatin jî werin asteng kirin."
(rt/ik/mae)