1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ´Sedema cezayê zextên siyasî ne´
´Sedema cezayê zextên siyasî ne´,sedema,cezayê,zextên,siyasî,ne

´Sedema cezayê zextên siyasî ne´

Mesopotamia Broadcast: Sedema ceza zextên siyasî ne

A+ A-

Kopenhag - Şîrketa Mesopotamia Broadcast der barê cezayê du meh rawestandina weşanê ya li kanalên Kurdî Nûçe TV û MMC TV hate birîn daxuyaniyek da û nerazîbûn nîşanî Desteya Radyo û TV ya Denmarkê ku “kêmasiya” di karûbar de kir hincet û cezayê girtinê girtinê da televîzyonan da. Şîrketê da zanîn ku sedema bingehîn a ku Desteyê vî cezayî daye, zextên siyasî ne.

Desteya Radyo û Televîzyonan a Denmarkê lêkolîna derbarê şîrketa Mesopotamia Broadcast de dabû destpêkirin bi dawî kir. Desteyê duh biryara xwe aşkere kir û 2 meh cezayê rawestandina weşanê da çar lîsansên(Roj TV, Nûçe TV, MMC, METV-Mezopotamya TV) girêdayî şrîkertê.

Desteyê da zanîn ku ew di lêkolînên li ser bernameyên Roj TV û Nûçe TV de li rastî tu cûdakariyên olî, nijad, neteweyî û zayendî yên ku “rê li ber nefretê vedikin “ û “tundiyên teşwîq dikin” nehatine.

Hinceta Desteyê jî ew bû ku şîrketê hemû dîmenên ku Desteyê jê xwestibû neşandine ji Desteya Radyo û TV ya Denmarkê re.

Şîrketa Mesopotamia Broadcast ku Roj TV, Nûçe TV, MMC, METV-Mezopotamya TV girêdayî wê ne, der barê cezayê li her çar kanalan hate birîn de daxuyaniyek da.

SEDEMA BINGEHÎN ZEXTÊN SIYASÎ NE

Rêveberiya Mesopotamia Broadcast bi bîr xist ku Desteyê gotiye “Em rastî delîlên ku piştrast dikin ku tundiyê teşwîq dikin” nehatine û wiha domand:

“Her çendî tu saziyên medyayê yên girêdayî şîrketê tu suc nekirine, lê tenê “kêmasiyek” a karûbar kirine hincet û cezayek ewqas dirêj ê rawestandina weşanê dane, ev ê yekê bê wated ibmînin û bi taybet didin diyarkirin ku ev biryar ji ber zextên siyasî yên li ser Desteyê hatiye dayîn.

Her wiha; Hemû bername û meteralyalên ku Sekreteriya Medyayê xwestine, di arşîva me ya bernameyan de hene û kopiyên wan amade ne.”

Weke di rayagiştî de hate şopandin, pirtî biryara duh Balyozê Kopenhagê nerazîbûnek tund nîşanî vê biryarê dabû. Ev nerazîbûna ku dewleta Tirk nîşan da, diyar dike ku tiştaên aliyê Tirkan hêvî dikir pêk nehatine. Ew her tim biryarê didin dê çapemenî çi binivîse. Vê yekê jî weke “azadiya çapemeniyê” dibînin. Hemû endamên çapemeniyên yên li derveyê qûralên fermî yên Tirkiyeyê tevdigerin, di girtîgehan de ne.

Şîrketa Mesopotamia Broadcast dê li gorî vê biryarê tevbigere û sererastkirinên pêwîst bike. Weşana me dê ji 3’ê cotmehê ve saet di 00.00 de ji bo du mehan raweste. Piştî du mehan dê ji cihê lê maye berdewam bike.”

ANF NEWS AGENCY