"Sedema girtinan hilbijartinin"
Bînîcî: Sedema girtinên li Rihayê hilbijartinên herêmî ne
09:20 03.06.2012 1 / 3 RIHA (DÎHA) - Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî diyar kir ku li Rihayê di nava 6 mehên dawiyê de 371 kes hatine binçavkirin û got; "Sedemê pêkûtî, binçavkirin û girtinan hilbijartinên herêmî yên demê pêş in. Ji bo vê yekê AKP li Rihayê polîtîkayeke taybet dimeşîne.
Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê Serdozgeriya Komarê yê bi rayeya taybet a Amedê ve dê meşandin de li Riha û navçeyên wê Wêranşar, Serêkaniyê, Pirsûs û Xelfetiyê di nava 6 mehên dawiyê de di bin navê operasyonên KCK'ê de piraniya wan endam û rêveberen BDP'ê 371 kes hatin binçvkirin û ji 100 zêdetirî kes hatin girtin û xistine girtîgehan. Cîgirê Serokê BDP'a Rihayê Mehmet Çîçek diyar kir ku sedemê zêdebûna binçavkirin û girtinan tirsa ji hilbijartinên herêmî yên demê pêş in.
Yên li partiya me çayê vexwarin jî hatin girtin
Çîçek anî ziman ku armanc dikin ku dengê kurdên li Rihayê bibirin û wiha axivî: "Dixwazin kurdan ji cewhera xwe dûr bixin. Heta roja îro partiya ku ev pîlana wan xira kiriye BDP ye. Lewma li dijî partiya me operasyonên siyasî pêk tînin. Li bajarê me di nava 2 hefteyan de 2 operasyonên mezin pêk hatin. Kesên ku hatin binçavkirin hemû hevalên me yên partiyê ne. Operasyon gihîştine asteke wisa ku kesên hatine û li avahiya partiya me çayê vexwarine jî hatin girtin. Wekî ku partiya me partiyeke qedexe be tev digerin. Lê bila baş bizanin ku yên deng didin partiya me ne tenê kurd in. Gelê tirk û sosyalîst-demokrat jî deng didin partiya me."
Bînîcî: Riha li dijî siyaseta AKP'ê stûyê xwe natewîne
Parlementerê BDP'ê yê Rihayê Îbrahîm Bînîcî jî bibîr xist ku di nava du hefteyênd awiyê de 60 kes hatine binçavkirin û got; "AKP li Rihayê polîtîkayeke taybet dimeşîne. Zemînê hilbijartinên herêmî amade dike. Sedemê pêkûtî, binçavkirin û girtinan hilbijartinên herêmî yên demê pêş in. Lê gelê Rihayê gelekî birêxistinkirî ye. Di ferqa van lîstikan de ye, ew ê bi van lîstikan nexape û stûyê xwe xwar neke."
'Bila Serokwezîr hisaba Roboskiyê bide'
Bînîcî anî ziman ku piştî komkujiya Roboskiyê AKP ber bi dawiyê ve tê û wiha axivî: "Balefirên F-16 ên li ser ala Tirk hebûn 34 welatiyên me qetil kirin. Bila Serokwezîr destpêkê hisaba wan bide. Ez di wê baweriyê de me ku dê rojên hisab bidin bê. Gelê Kurd gav bi gav xweseriya demokratîk ava dike. Tu hêviyên me ji tu kesî nîn in. Bi tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan rewşê hê xetertir dikin."
'Armanc qedandina siyasetmedaran e'
Serokê Şaxa Komeleya Hiqûqnasên Hemdem Sabrî Taniş jî bal kişand li ser operasyonên KCK'ê û bibîr xist ku di nava du hefteyan de 60 kes hatin binçavkirin. Taniş diyar kir ku piraniya kesên hatine binçavkirin BDP'î ne û destnîşan kir ku bi armanca zeîfxistina BDP'ê van operasyonan pêk tînin. Taniş operasyonên pêk tên wekî der hiqûqî binav kir û anî ziman ku daraz bi temamî siyasî bûye.
(ak)