'Sedema rageşiyê Erdogan e'
Çalakiya Çelê ya gerîlayên HPG’ê ku artêşa Tirk windahiyên mezin têde da hê jî di rojeva çapemeniya Ewrûpayê de deng vedide. Li gorî rojnameyên mezin ên Elmanyayê sedemê vê rageşî û gengeşeya dawiyê nêzîkatiya bê berpirsyartî ya Erdogan e.
“Makezagona Tirk-Colemêrg”, “Di çaroka sedsalê de 45 hezar windahî”, “Şerê Kurdan ji çareseriyê dûr e”… rojanmeyên Elman ên xwedî tîrajeke mezin Frankfurter Allgemeine, rojaneya heftane Die Zeit û kovara nûçeyan Stern di nûçe û şîroveyên têkildarê çalakiya gerîlayên HPG’ê ya li navçeya Çelê ya Colemêrgê bi van sernûçe û sernavan ragihandin. Şîrove û nûçeyên têkildarê çalakiya Çelê yên di çapemeniya Elman de cih girtine wiha ne:
Frankfurter Allgemeine:: Di makezagona Tirk de, tenê Tirk û Misilman dikarin têde cih bigirin. Divê ev were guhertin. Êrişa PKK’ê ya ku 24 leşkerên Tirk têde mirin û civîna komîsyona makezagonê ya di Meclîsê de di rojekê de pêk hatin. Ev yek ne teseduf bû. Jixwe êriş li Colemêrga ku herî zêde gotina “Xweziya bi wî yê bêje ez Tirk im” a Ataturk lê hatiye bicihkirin, pêk hat. Lê li wê derê qet Tirk nîne, piraniya şêniyê Kurd in, heta li wir Asurî jî hene.
Êdî aşitî nehate vê xakê. A herî girîng wê makezagoneke nû pêk were. Wê li şûna “Netewa Tirk”, “Welatiyên Komara Tirkiyeyê” were bicihkirin. Lê beriya êrişa PKK’ê jî, Serokwezîr Erdogan peyam da ku ew ê li hemberî vê yekê li ber xwe bide.
Stern::Di roja çarşemê de pevçûnên dijwar hebûn. Lê ev ne nû bûn. Partiya Karker a Kurdan PKK zêdetirê 25 salane li hemberî dewleta Tirk şer dike. Pêşî ji bo dewleteke serbixwe bû. Bi ya Tirkiye, YE û DYE’ê ew (PKK) rêxistinek terorîst e. Lê armanca rêxistinê ya niha, ji serxwebûnê zêdetirê, bi destxistina mafên siyasî, çandî û civakî yê Kurdan e. Her çendî Kurd xwedî dîrokek pir dûr û dirêj in, lê heta niha nebûne xwediyê dewleteê. Di sala 1514 Pers û Osmaniyan Kurdistanê parçe kirin. Ji şerê ku PKK’ê di sala 1984’ê de da destpêkirin û heta niha 45 hezar kes hatin kuştin.
‘ERDOGAN BI BÊ BERPIRSYARTÎ NÊZÎK DIBE’
Die Zeit: Di roja çarşemê de Tirkiye şoq bû. Êrişa herî dijwar û mezin a di van salên dawiyê de li dijî hêzên ewlekariyê pêk hat. Ev yek jî di siyaseta Kurdan de bû sedema hilweşînekê. Di vê meseleyê de bi qasî gerîlayan, para Erdogan jî di vê êrişê de heye. Sedemê wê jî bombebaran, êrişên li ser Bakûr Iraqê (Başûrê Kurdistanê) û girtin in. Başûrê Rojhilatê Tirkiyeyê (beşek ji Bakûrê Kurdistanê) niha tam bûye cihê manewrayê.
Erdogan ji hedefên xwe yên berê dûr dikeve. Beriya şeş salan kevneşopiyê hilweşandibû û hebûna pirsgirêka Kurd qebûl kiribû, heta sonda çareserkirina pirsgirêkê jî xwaribû. Di bin navê “Pêşîlêvekirina Kurdan” de hin pêşketin qewimîn. Lê dîsa Erdogan bi xwe rageşiyê zêde kir. Bi qasî ku jê hat êrişê BDP’ê kir. Hevdîtina ligel wî red kir.
Dada Tirk jî hilbijartiyên BDP’yî serbest berneda. Parlementerên BDP’ê dixwazin ku parlementerên bi poşî (turban) bikevin Meclîsê, lê Erdogan henekên xwe bi vê pêşniyarê dike û vê yekê jî red dike. Ev tekoşîna taybet a Erdogan a li hemberî BDP’ê bû sedema rageşiya di navbera Kurd û Tirkan de. Dibe PKK berpirsê van bûyerên tund ên dawiyê be. Lê Erdogan jî bi bê berpirsyatî nêzîk bû.
Berliner Zeitung: Çalakiya herî mezin a di van 20 salên dawiyê de ji aliyê PKK’ê ve hate lidarxistin, ev çalakî û kombûna komîsyona makezagonê ya di Meclîsê di heman rojê de pêk hatin, ev yek jî ne rasthatinek e. Radîkalên li çiyayan makezagoneke ku destûr nede perwerdehiya bi Kurdî naxwazin. Nîvxweseriya herêma Kurdan jî bes nabînin. Kî dizane, dibe rewşa li Baskê li vir jî biqewime; çekdanîna gerîlayan.
ANF NEWS AGENCY