Seferberiya dayîkan a cerdevan çekan berdin
Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê piştî li navçeya Şaxê ya Wanê HPG'iyan Zumeyra Can û hevserê wê Îsmaîl Can ên ku cerdevanî dikirin girtin ji bo cerdevan dest ji çekan berdin dest bi tevgerê kirin. Dayîkan diyar kir ku pêdivî pê hebe dê malên cerdevanan yek û bi yek ziyaret bikin û da ku êdî guleyan bernedin birayên xwe.
Înîsiyatîfa Dayîkên Aştiyê ya Wanê piştî li navçeya Şaxê ya Wanê HPG'iyan Zumeyra Can û hevserê wê Îsmaîl Can ên ku cerdevanî dikirin girtin ji bo cerdevan dest ji çekan berdin dest bi tevgerê kirin. Aktîvîstên Dayîkên Aştiyê li taxa Seyît Fehîm Arvasî li ber kon hatin cem hev û ji bo cerdevan dest ji çakan berdin bangê bikin ber bi navçeya Şaxê ya Wanê ve derketin rê. Li ser navê dayîkan Aliye Balik berî derbikevin rê daxuyanî da çapemeniyê û diyar kir ku armaca wan a sereke ew e ku xwîna diherike bidin rawestandin û bang li cerdevanan kir ku dest ji çekan berdin. Balik, anî ziman ku ji bo cerdevan dest ji çekan berdin ya ji destê wan bê dê bikin. Balik, da zanîn ku ew dê li hemû gundên Wanê yên cerdevan lê heyî bigerin û wiha got: "Em dê ji bo aştiyê seferber bibin. Em dê ji bo cerdevan dest ji çekan berdin pêdivî pê hebe em dê yek bi yek li malên wan bigerin û ji wan bixwazin dest ji çekan berdin. Em bang li cerdevanan dikin ku dest ji çekan berdin."
Balik, da zanîn ku bi salane dewletê çek dan gelê kurd û bira bi bira dan kuştin. Balik, bilêv kirku êdî ji bo bira bira nekuje ew dê têkoşînê bikin. Balik, destnîşan kir ku heta hemû cerdevan dest ji çekan berdidin dê xebatên xwe berdewam bikin.
Dayîk piştî daxuyaniyê ji bo bi cerdevanan re hevdîtinê bikin ber bi navçeya Şaxê ya Wanê ve derketin rê.
(bd/mae)