1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Selahattîn Demîrtaş xwe îxbar kir
Selahattîn Demîrtaş xwe îxbar kir,selahattîn,demîrtaş,xwe,îxbar,kir

Selahattîn Demîrtaş xwe îxbar kir

A+ A-

Di çarçoveya kampanyaya bi navê "Ez xwe îxbar dikim, min jî heman sûc kiriye" ku BDP'ê li dijî girtinên di bin navê KCK'ê de dabû destpêkirin de ewil Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş hat Edliyeya Stenbolê û xwe îxbar kir. Demîrtaş li dijî gotinê Serokwezîr Tayyîp Erdogan a "di nava dewletê de dewletê ava dikin" jî bersiva "dewleta parelel ya cemaetê ya AKP'ê bi xwe ye" da.

Rojên borî BDP'ê ji bo ku girtinên operasyonên di bin navê KCK'ê de girtina rêber, endam, şaredarên partiyê û akademîsyen û kesên ku nêzî wan in û dîsa îlegal nîşandana Akademiyên Siyasetê şermezar bikin kampanyaya "ez xwe îxbar dikim" dabû destpêkirin. Di çarçoveya kampanyayê de gava ewil Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş avêt û hat Edliyeya Stenbolê û daxwaznameya ku xwe îxbar dike da dozgeran. Bi Demîrtaş re Cîgira Hevserokên Giştî yê BDP'ê Fîlîz Koçalî û Hevseroka BDP'a Stenbolê Asiye Kolçak û parêzerên partiyê jî hatin edliyeyê.

Demîrtaş beriya ku daxwaznameya xwe bide Serdozgerê Komarê ya Stenbolê daxuyanî da û got ku ew ji ber 3 sedeman hatiye edliyeyê. Demîrtaş got ku ew ji bo ku piştgiriyê bide 72 ciwanên DYG'î û Cîhan Kirmizigul ê ku ji ber pûşiyê tên darizandin hatiye edliyeyê û herî dawî jî dê di çarçoveya kampanyaya ku li dijî operasyonên di bin navê KCK'ê dane destpêkirin dê xwe îxbar bike. Demîrtaş daxuyaniyên Serokwezîr Tayyîp Erdogan û Wezîrê Karên Hundir jî rexne kir û bal kişand îdianameyen KCK'ê çawa tên nivîsandin. Demîrtaş diyar kir ku beriya dozgeran Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir îdianemeyê dinivîsînin û wiha berdewam kir: "Ji bo dozgeran di vê pêvajoyê de zêde kar namîne. Axaftinên Serokwezîr kopî dikin. Niha karên dozgeran pir rehet e. Ji ber ku bi Serokwezîr û Wezîrê Karên Hundir ên wisa re dixebitin."

Demîrtaş bersiv da îdiayên Serokwezîr ên "dewleta paralel" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Serokwezîr dibêje dewleta parelel dixwazin ava bikin. Dewleta paralel cemaet û AKP bixwe ye. Di nava dewletê de dewlet heye. Ew rektoran û rêveberan li gorî dewleta xwe ya paralel tayîn dikin."

'Çapemenî li gorî daxwazên Serokwezîr tevdigere'

Demîrtaş bal kişand li ser "propagandaya şerê taybet" a çapemeniyê jî û diyar kir ku Serokwezîr eyar daye çapemeniyê û ew jî li gorî vê tevdigerin û weşanê dikin, li gorî fermana Serokwezîr dinivîsînin.

Demîrtaş Wezîrê Karên Hundir Îdrîs Naîm Şahîn jî wekî "serdozgerê KCK'ê" bi nav kir û wiha got: "Ez li vir bang li serdozger dikim. Ez li vir xwe îxbar dikim. Hûn hemû kesên BDP'î wekî ku KCK'î ne digirin. Ez wekî Hevserokê Giştî yê BDP'ê dibêjim ku îdianameya der barê me de amade bikin, her tişt min kiriye, me jî darizînin."

Demîrtaş piştre jî di çarçoveya kampanyaya "ez xwe îxbar dikim" de daxwaznameya ku nivîsandiye xwend. Di daxwaznameyê de wiha hate gotin: "Di 14'ê Nîsana 2009'an heta niha li dijî rêveber û endamên partiya me operasyonên cezakirinê bênavber didome. Di bin navê KCK'ê de rêveber, parlamenter, endamên meclîsên jinan û ciwanan, endamên me, parazvanên mafên mirovan, akademîsyen, sendîkavan û rojnamger têne girtin. Ez beşdarî hemû xebatên kesên ku we girtiye bûme. Heke ev xebat sûc be, min jî ev sûc kir û ez xwe îxbar dikim."

Demîrtaş li ber xebatkarên çapemeniyê daxwaname îmze kir û bi rêvber û parêzerên partiyê re ji bo ku daxwaznameyê bide çû hundirê edliyeyê. Piştî ku daxwaname da dozger Demîrtaş û kesên pê re çûn danişîna 72 DYG'iyan. DÎHA (sa)