SELÎS bi afîşan gel agahdar dike
4 Pûşper
ÊLIH (DÎHA) – SELÎS, ji bo raya giştî di mijarên tundiyên li hember jinê û îstîsmarbûna zarokan de hestiyar bike, bi afîşan bang dike ku dawî li tundiyê û îstîsmarê bê.
Navenda Şêwîrmendiya Jinê ya SELÎS’ê ku di bin banê Şaredariya Êlihê de xebatên xwe dide meşandin, ji bo raya giştî agahdar bibe di mijarên wek; tundiya li hember jinê, îstîsmarbûna zarokan û gelek cûreyên tundiyan li Êlihê li gelek bîlbordên rawestgeha afîş daliqand. Di afîşên hatine daliqandin de tundiya li hember jinê tê vegotin, nivîsên li ser afîşan bi kurdî û tirkî ne. Di afîşan de wêneyên tundiyê jî cihê xwe li ser digirin û bala mirov dikişîne. Di hin afîşên hatine daliqandin de nivîsên balkêş jî hatine nivîsandin. Afîş bi nivîsên; “Kurê xwe hînî rêzgirtin ji jinan re bike”, “Dema kes nabîne çi û çi dibin”, “Dawî li tundiya li hember jinê û îstîsmara zarokan bîne, dawîkirina vê di destê te de ye. Tundiyê red bike” hatine daliqandin.
SELÎS’ê li ser afîşan daye zanîn ku pêwîstiya kî bi alîkariyê hebe bila serî li wan bidin. Jin û zarokên rastî îstîsmar û tundiyê tên dikarin bi hejmara têlefona 0488 221 07 26 xwe bigîhînin SELÎS’ê.
(bg/ça)