1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Semînera 15’ê Gulanê ya Cejna Zimanê Kurdî
Semînera 15’ê Gulanê ya Cejna Zimanê Kurdî,semînera,15,ê,gulanê,ya,cejna,zimanê,kurdî

Semînera 15’ê Gulanê ya Cejna Zimanê Kurdî

A+ A-

AMÛDÊ – Tevgera Ziman û Perwerdeyê ya bajarê Amûdê bi boneya Cejana Zimanê Kurdî semînerek lidar xist û têde dîroka zimanê Kurdî hate gotin.

Tevgera Ziman û Perwerde (TZP) şaxê bajarê Amûdê di çarçoveya rêzeçalakiyên 15’ê Gulanê (Cejna Zimanê Kurdî) de li navenda perwerdeya ziman a Şehîd Canyar semînerek lidar xist. Di semînê de gelek mamosteyên zimanê Kurdî ku piraniya wan jin bûn, amade bûn.

Semîner ji aliyê Rêveberê TZP’ê yê bajarê Amûdê Delîl Dilgeş, Rêveberê TZP’ê yê xeta gundan a Şehîd Lezgîn Beşîr Silêman û Hevseroka Meclîsa TZP’ê ya Amûdê Firyal Silêman ve hate birêvebirin.

Cihê ku semîner lê hate dayîn bi alên Kurdî, sembola TZP’ê û tîpên zimanê Kurdî hate xemilandin, hin ji jinên ku beşdarî semînerê bûn cilên xwe yên Kurdî li xwe kiribûn.

Semîner duh saet di 18.00’an de destpê kir û têde Delîl Dilgeş, Beşîr Silêman û Firyal Silêman afirandina ziman û çawaniya pêşketina wê bi pêşketina mirovahiyê re diyar kirin û gotin: “Mirovahî li gundewarên Efrîqayê derketiye û piştre belavî parzemînên din ên erdê bûye. Bi vê yekê re ziman jî derketiye, di destpêkê de mirov bi riya nîşaneyan re hastên xwe bi hev re tanîn ziman û pêre zimanê wî/wê vebûye û pêşketiye. Bi belavbûna mirovan li seranserî erdê ziman û çand li gorî xweza û erdnîgariyê hatine cudakirin û guhertin.”

Di semînerê de bal kişandin ser herêma Mezopotamya ku çanda mirovahiyê jê derketiye û hate gotin ku ev wekî welatê Kurdan tê naskirin û niha jî Kurd li vê herêmê jiyan dikin.

Piştre kom û malbatên ziman wekî Hindewrûpî, Samî û hwd hatin binavkirin û hate diyarkirin ku zimanê Kurdî cihê xwe di nava malbata ziman a Hindewrûpî digre û di zimanê Kurdî de gelek zaravayên cuda cuda wekî Kurmancî, Soranî, zazakî û kelhorî binav kirin.

Rêveberên TZP’ê yên ku semîr didan, gotin ku zimanê Kurdî rastî gelek siyasetên qirkirinê ji aliyê hêzên ku desthilatdariya xwe li Kurdistanê kirine û anîn ziman ku van hêzan bi hemû derfet û rêbazên xwe serê tunekirina Kurdan dane meşandin.

Di berdewamiya semînerê de sedemên diyarkirina 15’ê Gulanê wekî Roja Zimanê Kurdî hatin zelalkirin û hate gotin ku divê rojê de sala 1932’ê yekemîn car alfabeya zimanê Kurdî ya latînî hatiye danîn û di kovara Hawarê de hatiye weşandin. Her wiha pirs ji mamosteyan hatin kirin û mamosteyan jî bersiva piran dan.

Di dawiyê de bal hate kişandin ku divê her Kurdek zimanê xwe biparêze, bi Kurdî baxive, bixwîne, binivîse û bihizire, mamosteyan jî pirsên xwe kirin û bersiv wergirtin.

(he/dc)

ANHA