Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê qetilkirina Wedat Hisên şermezar kir
Komîsyona Parastina Mafê Rojnamegeran û azadî ya Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê qetilkirina nûçegihanê me Wedat Hisên Elî bi daxuyaniyekê şermezar kir
ROJNEWS/NAVENDA NÛÇEYAN
Komîsyona Parastina Mafê Rojnamegeran û azadî ya Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê têkildarî qetilkirina nûçegihanê me Wedat Hisên Elî yê ku duh li Dihokê ji aliyê kesên nenas ve hatî qetilkirin, daxuyaniyekî nivîskî da.
Di daxuyaniyê de wiha hate destnîşan kirin; "Di demekî ku rojnameger di dema şerê li hemberî çeteyên DAIŞ'ê de nûçeyan radigihînin û rastî ewçend astengiyan tên, mixabin 13'ê Tebaxê nûçeya terorkirina Rojnameger Wedat Hisên Elî (Wedat Dihokî) ku li ajansa RojNews'ê kar dikir, hat. Dema ku me nûçeya terorkirina rojnameger Wedat dibihîsin ku dîsan birîna malbatên rojnamegerên destê terorê dikele. Di heman demê de terorkirina rojnamegeran rasteraste binpêkirina mafê rojnameger û azadiya rojnamegeriyê li Kurdistanê ye."
Di berdewama daxuhaniyê de wiha tê ragihandin; "Em weke Komîsyona Parastina Mafê Rojnamegeran û Azadî ya Sendîkaya Rojnamegerên Herêma Kurdistanê daxwazê ji hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Karê Hundir û dezgehên asayîşê û polîsan dikin ku di zûtirîn demê de, tewanbarên bûyerê bibînin û radestî dadgehê bikin."
(ab)