Sendîkaya Rojnamevanan: Etrûşî ne ji ber karê rojnamevaniyê hatiye girtin
HANA AZAD/HEWLÊR - ROJNEWS Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê derbarê girtina rojnamevan Sebah Etrûşî ya ji aliyê asayîşa Dihokê ve diyar kir ku girtina wî ti peywendî bi karê rojnamevaniyê ve nîne. Sekreterê Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê li başûrê Kurdistanê Azad Hemedemîn derbarê girtina rojnamevan Sebah Etrûşî de ji RojNewsê re wiha got: “Agehdariyên me yên baş li ser dosyeya girtina rojnamevan Sebah Etrûşî heye. Dosyeya wî rojnamevanî ti peywendî bi karê rojnamevaniyê ve nîne. Lê tişta bikeve ser milê sendîkayê, emê bikin.” Berî niha jî çend çalakvanên û rojnamevan li bajarê Dihokê ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) lê deshilatdare, ji aliyê asayîşê ve hatine girtin. Rojnamevan Sebah Etrûşî 29’ê Çileya 2015’an piştî tevlî bernameyeke televizyona Badînan Sat bû, bi telefonê daxwaz jê hat kirin ku biçe asayîşa Dihokê. Li ser axaftinên ku di televizyonê de kirî, roja 2’ê Sibatê li gor yasaya rûbirûbûna terorê ji aliyê asayîşa Dihokê ve hat girtin. Duh Sentera Metro ya parastina mafê rojnamevanan bi daxuyaniyekê daxwaz ji dadgeha Dihokê kir ku Sebah Etrûşî bi kefalet were berdan. Herwiha Sentera Metro daxwaz kir ku yasaya terorê ya ku Etrûşî pê tê dadgehkirin, divê were guhertin. (as/mo)