Serap Dogan: Bila vê carê axa mirinê neavêjin ser gelê me
Xwîşka ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan ê ku di 21'ê adara 1982'an de li Girtîgeha Amedê li hemberî "Pêkutiyên dijmirovahî" bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku divê malbat xwedî li zarokên xwe yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê derbikevin û derbikevin kolanan.
MUTHA ÇETÎN
Xwîşka ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan ê ku di 21'ê adara 1982'an de li Girtîgeha Amedê li hemberî "Pêkutiyên dijmirovahî" bedena xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da, diyar kir ku divê malbat xwedî li zarokên xwe yên dest bi çalakiya greva birçîbûnê derbikevin û derbikevin kolanan. Serap Dogan, anî ziman ku dema çû hevdîtina birayê xwe Mazlum Dogan, Mazlum ji wê re got, "Çima derve tu deng tuneye. Axa mirinê li ser gelê me hatiye valakirin" û îro vê gotinê baş fêmdike û wiha got: "Bila vê carê axa mirinê li ser gelê me neyê valakirin."
Girtîgehên Tirkiyeyê her dem bi binpêkirinên mafên mirovan û çalakiyên girtiyan ên li hemberî vê di rojevê de cihê xwe digirin. Li girtîgehên Tirkiyeyê girtiyên PKK û PAJK'î di 12'ê îlonê de ji bo şertên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ên tenduristî, ewlehî û azadiyê bên sererastkirin û zextên li ser zimanê zikmakî bên rakirin dest bi çalakiya greva birçîbûnê ya bedem û dorveneger kirin û çalakî di roja 66'emîn de ye. Di dîroka girtîgehên Tirkiyeyê de kevneşopiya çalakiya greva birçîbûnê dûr û dirêj e. Di çalakiyên greva birçîbûnê de ewil di 12'ê îlon di darbeya leşkerî de li Girtîgeha Amedê mirin pêk hatin. Ji pêşengên PKK'ê Mehmet Hayrî Durmuş, Akîf Yilmaz, Alî Çîçek û Kemal Pîr jiyana xwe ji dest dan û di girtîgehên Tirkiyeyê de mirinên ewil ên çalakiya greva birçîbûnê pêk hatin. Di çalakiyên greva birçîbûnê yên salên 84, 96 û 2000'an de jî gelek girtiyên siyasî di çalakiyên greva birçîbûnê û rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dan.
Piştgiriya çalakiya di 12'ê îlonê dest pê kir û di 5'ê mijdarê de bi tevlîbûna hemû girtiyên PKK û PAJK'ê her diçe zêde dibin. Xwîşka ji pêşengên PKK'ê Mazlum Dogan ê ku di 21'ê adara 1982'an de li Girtîgeha Amedê li hemberî pêkutiyên dijmirovahî benda xwe da ber agir û jiyana xwe ji dest da Serap Dogan Mutlu jî "ji bo li girtîgehan mirin pêk neyên" tevlî çalakiyên greva birçîbûnê yên piştevaniyê bû. Serap Dogan a ku di rêveberiya Rêxistina BDP'ê ya Sariyerê de cih digire tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya li Okmeydani û Sariyêrê dest pê kirin bû û ji bo li girtîgehan tu mirinên din çênebin têkoşînê dide. Serap Dogan, diyar kir ku dema di sala 1978'an de mamostetiya qursê dikir gelek pêşengên PKK'ê yên di nav de Mehmet Hayri Durmuş jî heye li mala wan mam û wiha got: "Wê demê her tişt nû bû. Li zanîngehan xebat dimeşandin. Wê demê tevgerên çepkir ên şoreşger hebûn. Hêj nû tevgera kurd dihate vegotin. Hayri Durmuş hatibû mala me. Dema ku dihatin mala me nîqaş dikirin. Min wê demê ji gotinên wan fêmnedikir. Tenê min dizanî behsa kurdan dikin."
'Mazlum têkogîna gel hilbijart'
Serap Dogan, anî ziman ku dema Mazlum Dogan di 1978'an de Zanîngeha Gazî qezenc kir ji bo Mazlum zanîngehê biqetîne gelek nîqaş kirin û da ku wî îkna bikin. Serap Dogan, da zanîn ku rojekê xwîşka wî ji bo Mazlum dibistanê bi qetine çû mi mamosteyê wî yê zanîngehê re hevdîtin kir û wiha axivî: "Mazlum keskî gelek jîr bû. Mamosteyên wî yên zanîngehê jî gelek dixwastin Mazlum zanîngehê bi qetîne. Mamosteyekî wî careke got, 'Pêdivî pê tuneye Mazlum bê dibistanê bila tenê tevlî ezmûnan bibe bes e. Ew zarokekî gelek jîr e.' Hemû kesî dixwast ku ew dibistanê bi qetîne. Lê wî têkoşîna gelê xwe hilbijart." Serap Dogan, bilêv kir ku hemû malbat li dijî têkoşîna Mazlum Dogan bû û ji bo wî asteng bikin xebitîn. Serap Dogan, destnîşan kir ku piştî birayê wê hate girtin û muameleyên dijmirovahî yên li Girtîgeha Amedê hemû kesî maf da Mazlum Dogan. Serap Dogan, diyar kir ku berî Mazlum Delîl Dogan di operasyona li Depê jiyana xwe ji dest da û wiha pê de çû: "Delîl ê herî biçûk bû lê aliyê wê yê şer gelek pêşketîbû. Mazlum belevajî wî bû tu caran şer nedikir. Mazlum di teorîyê de gelek baş bû. Birayê min Delîl ji aliyê tîmên taybet ve di 7'ê cotmeha 1980'an de hate qetilkirin û piştî vê yekê min dest ji mamostetiyê berda. Min neheqî ranegirt. Mazlum li Girtîgeha Amedê ji Delîl re agahî şand 'Şehîd bikeve lê bi saxî nekeve dest' Mazlum xwest Delîl şehîd bikev ji ber ku bi saxî bê girtinê dê li girtîgehê îşkenceyan bibîne. Nedixwast birayê wî weke wî îşkenceyan bibîne."
'Ez gazinca Mazlum îro baş fêm dikim'
Serap Dogan, anî ziman ku piştî dest ji mamosteyê berde ji bo bêtir bi Mazlum Dogan re eleqedar bibe hate Amedê û wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ez ewil di sala 1979'an de di mehên havînê de çûm hevdîtina Mazlum. Di hemû hevdîtinan de têgoşîna dida ji me re digot. Dema em diçûn hevdîtinê em rastî pêkûtiyên dijmirovahî yên rêveberiya girtîgehê bûn. Li me didin û em binçav dikirin. Ligel hemû tiştî ji bo ku ez Mazlum bibînîm ez diçûm ber girtîgehê." Serap Dogan, da zanîn ku rojekê di hevdîtinê de Mazlum Dogan jî wê re got, "Çima derve tu deng tuneye. Axa mirinê avêtine ser gelê me" û wiha axivî: "Li girtîgehê îşkenceyên gelek dijwar dihatin kirin. Ji ber vê yekê wan dest bi çalakya greva birçîbûnê dikirin û gelek qels dibin. Min gazinca Mazlum a wê rojê ya têkildarî derve fêmnekiribû. Lê ez fêm dikim." Serap Dogan, diyar kir ku rojekê dema ji bo hevdîtina Mazlum Dogan diçû hate binçavkirin û 63 rojan di bin çavan de ma û wiha pê de çû: "Ez bi keça xwe ya 2 sal û nîv hatim binçavkirin. Çavê wî girtî Mazlum anîn odeya ez lê. Min ew nedît lê keça min qêrînekî wisa avê ez jî tisriyam. Pişt re min gotinên Esat Oktay Yildiray ên 'tu dibînî xwerziya te jî ji te ditirse. Tu rewşekî ewqas bi tirs de yî' bihîstin."
'Ez dê di meha adarê de çûmbam hevdîtinê lê agahiya şahdeta wî hat'
Serap Dogan, bilêv kir ku piştî serbest hate berdan çarek din hewilda ku biçe hevdîtinê, lê li ber girtîgehê tedbîrên gelek awaret hebûn û birayê wê Mazlum nîşanî wê nedan. Serap Dogan, da zanîn ku ji bo di meha adarê de careke din bê hevdîtinê çû Enqere û wiha axaftina xwe berdewam kir: "6 meh derbas bibûn min Mazlum nedîtîbû. Rêveberiya girtîgehê digot 'naxwaze bi we re hevdîtinê bike.' Min jî digot, bila demek biçe hinek rewş asayî bibe ez dê biçûm bibînim. Min rojekê di xevna xwe de Esat Oktay Yiliray dît, ji bo ez cigareyê bikêşim, cigare dida min. Hêj ez ji bandora vê xevnê derneketim min Mazlum di xevna xwe de dît. Gelek nebaş xuya dikir, em li gund bûn. Min ji wî re digot hinek rojan li malê bimîne ez dê berê xwe bidim te pişt re her. Lê wî her tim ji min re digot 'Karê min heye divê ez biçim' Di xevna min da wisa çû te dê gotimba dilê min qetand. Piştî vê xevnê agahiya şahdeta Mazlum min girt."
'Bila vê carê axa mirinê li ser gelê me nereşînin'
Serap Dogan got, "Mazlum di zarokatiya xwe de jî li hemberî neheqiyê bêtehemul bû. Li Girtîgeha Amedê jî li hemberî dijmirovahiyan berteka xwe nîşanda." Serap Dogan, da zanîn ku bi mirina Mazlum û Delîl têkoşîn xelas nebû ji nû ve dest pê kir. Serap Dogan, bilêv kir ku bi mirina Mazlum têkoşîn gihişte mîlyonan û wiha bang kir: "Têkoşîna wan ji têkoşîna kurd re dibe pêşeng û her diçe têkoşîn mezin dibe. Çalakiya greva birçîbûnê ya îro jî gihişte mîlyonan. Ev çalakiya greva birçîbûnê tenê ji bo gelên Tirkiyeyê ne ji bo gelêln Rojhilata Navîn e. Bila vê carê 'axa mirinê neavêjin ser gelê me' Bila malbat xwedî li zarokên xwe derbikevin û derbikevin kolanan. Piştî me zarokên xwe winda kirin tu wateya jiyanê namîne."
DİHA