`Serbestberdan bi pêvajoyê ve têkildar e`
Dûran Kalkan derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a serbestberdana girtiyan de axivî
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Dûran Kalkan derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a serbestberdana girtiyan de axivî û got ku ev bang li her du aliyan hatiye kirin û şertên berdanê vegot. Kalkan anî ziman ku ger pêvajoya demokratîk pêş ve biçe, ew ji bo vê ne girtî ne û got; “Lê ev ne yek aliye, bila kes vê ji me nexwaze.”
Gelek pirsên di rojevê de yên weke hevdîtinên Îmraliyê di rojevê de hene. PKK û KCK der barê pêvajoyê de çi difikire? Divê daxuyaniyê Ocalan çawa bên xwendin? Girtiyên dîl yên di destê PKK’ê de dê bên berdan an na? Gerîla dê ji Bakûr vekişe Başûr? Ger operasyonên leşkerî û hewayî bidome dê HPG bersivê bide û gelek ên din me ji Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Duran Kalkan pirsîn.
HEVDÎTINÊN ÎMRALIYÊ LÊGERÎNA DESTPÊKÊ YE
Kalkan der barê hevdîtina duyemîn a heyetê de axivî û got: “Diyare nîqaşek hatiye kirin. Belkî hin tişt tên amadekirin. Berê Rêber Apo ji bo hemû hevdîtina wiha gotibû; ‘Em plana pişt ya aştiyê, çareseriyê amade dikin. Em hîmê zîhniyetê davêjin.’ Belê xebatek, biryarek heye lê ev encam nîne. Heta destpêk jî nîne, tenê lêgerîna destpêkê ye. Hewldanek heye. Tiştekî amadekirî tune. Bi zor û zehmetî bi têkoşînê hewldana amadekirinê heye. Ev ji xwe rêbaza Rêber Apo ye. Têkoşîna azadiya Kurdistanê jî wiha pêk hat.
Astnegiyên polîtîk, psîkolojîk û zihniyetê hene. Ji bo ev astengî ji holê rabin li Îmraliyê xebateke mezin tê meşandin. Ev jî ji bo destpêka pêvajoyek nû ye. Jixwe hun dizanin di vê mijarê de nezelalbûneke ya aliyê kurd tune. Kurd zelal in û ligel çareseriyê ne.
ŞERT Û MERCÊN SERBESTBERDANÊ HENE
Kalkan da zanîn ku ew di warê mirovahî de, polîtîk te tiştekî red nakin û got: “Em weke tevger xweidyê ferasetê ne. Jixwe ger pirsgirêk bi serbestberdana girtiyan çareser bibûya, me jî dê weke AKP gelek bigirtana. Çawa ew dibêjin KCK rêxistina terorê ye, sempatiya dijî KCK’ê suc e, girtin ji bo wan pêwiste, me jî dikaribû wek wan bikira. Me jî dikarî peywirdarên dewleta Tirk sûcdar bidîta û bigirta. Hêza me jî têrê dikir lê me ev nekir. Em bi vê sînor kir.
Serbestberdan di van şertan de çêdibe; aliyek bi pêvajoyê ve girêdayî ye. Ger ev pêvajoya Rêber Apo pêş xistiye pêşve biçe, niyeta baş derkeve holê û ev pêngav beramber dê bê avêtin. Ya duyemîn jî navbeynkar divê hebin. Niyeta me nîne ku em kesan demdirêj li gel xwe bihêlin. Me wek hişyarî ev kir. Girtiyên hatine girtin jî sembolîk in. Em nabêjin bila ev bibin girtiyên me yên dîl. Lê ev wisa ne yek alî ye.
Ger ev operasyon bidomin, di bin navê KCK’ê de bi hezaran kes bên girtin, em behsa kîjan siyaseta demokratîk bikin. Ev yek di hawireke azad a siyaseta demokratîk de pêk tê. Di siyasetê de azadî hebe, dê bi hezaran KCK’yî an jî BDP’î bên berdan. Her wiha divê ev bikeve rojevê.”
YEK ALÎ NABE
Kalkan wiha domand: “Me ev bang weke yek alî fêm nekir. Divê herdu alî guh bidin vê bangê. Ger lêgerînek wisa hebe deriyê me ne girtî ye. Ji bilî vê bi awayekî yekalî bila kes ne li bende me be. Berê me dikir. Malbat ketin navberê, me neşkandin. Em tevgereke mirovahî ne. Pirsgirêka me bi wan re tune. Ji ber wê em mirovane nêz dibin. Madem çareseriya siyasî tê xwestin, ev têkoşîna siyasi ye. Ev jî wek hev e, yek alî nabe.
Kalkan di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Banga rêbertiyê ji çapemeniyê re jî hebû. Pervîn Buldanê pêş ev bang vegot. Peyam girîng bû. Di peyamê de dihat gotin; hun pir dixebitin lê hinek jî şaşiyan dikin. Ev jî bi uslubek di cih de got. Çapemenî rola erînî nalîze. Alîgir e. Ger azadiya netewî, ziman tune be azadiya çapemeniyê ka dê çawa dibe? Ev çapemenî berovajî nasname û azadiya xwe ye. Piştre jî gotinên Buldanê wiha şîrove dikin. Saziyên alîgir wiha ne. Ger ne alîgir bin hema ji aliyê Hikûmetê ve tên hişyarkirin. Di tu dîktaroriyê de ev tune. Berpirsyariya çapemeniyê a di netewperest-şoven a civaka tirk de gelek zêde ye. Li Sînop, Samsun û Hatayê bi qasî AKP, CHP, MHP berpirse, çapemenî jî berpirs e.”
AKP’Ê CAREKE DIN XWE CERIBAND LÊ BISER NEKET
Kalkan di berdewamiya hevpeyvîna xwe de da zanîn ku AKP’ê careke din xwe ceriband lê bi ser neket û wiha got: “Bi rêbazên ku hikûmetên berê pêk dianî li dijî PKK’ê êrîş pêk anîn. Bi taybet di 12’ê hezîrana 2011’an de encamên hilbijartinê di vê esasê de şîrove kir. Bi feraseta ku dê dîsa qezenc bike, tevgeriya. Di esasê de nêzîkatiyeke AKP’ê ya tiştek wisa tune. Piştî hilbijartinên 12’ê hezîranê de helwesta AKP’iyan baş aşkere bû. Di vir de dîsa rola çapemeniyê hebû. Bi nûçeyên derew û vala gotin AKP’ê ji sedî 50 deng girtiye, cara sêyemîn dibe desthilatdar. Lê AKP’ê ev hilbijartin bi rastî wenda kir. Beriya hilbijartinê hejmara parlameneterên wan zêde bû. Dibe ku ji sedî 50 deng girt lê di meclisê de qels bû. Erdogan ev baş hîs kir. Lê çapemeniyê zêde mezin kir. Ji ber helwestê AKP’ê dîsa berê xwe da PKK, Kurdan û gerîla. Planên tasfiye û îmhayê xistin dewrê. Li gorî xwe hin hesab kir. Tenê berê xwe neda PKK’ê. Berê xwe da hemû siyasetê. Berê xwe da MHP, CHP û BDP’ê. Parlamenterên wan bernedan. Ji bo dengê muxalefetê bibîre serî li her rêyê da. Konsepeta şerê taybet li dijî PKK’ê da meşandin. Her wiha ev salek û nîve hevdîtinên bi Rêber Apo re hatiye birîn. Parêzerên rêbertiyê hatin girtin. Têkiliya wî ya bi derve re hate birîn. Lê her ku êrîşê AKP’ê zêde bû, tevlibûna gerîla jî zêdetir bû. Hêz û hêrsa PKK’ê zêde bû. Piştgiriya bo PKK’ê zêde bû. PKK mezin dibe. PKK’ê piştî hilibjartinên 2011’ê hezîranê xwe du qatî mezin kir.
AKP BÊ ÇARE YE
Kalkan bal kişand ser konsepta Srî Lanka ku behsa wê dihat kirin û got: “Daxuyaniyên Fetulah Gulen hebûn; digot lêxe bikuje. Gotin yên din nekir, lê Srî Lankayê li dijî Tamîla kir. Lê Tamîl di nav xwe de parçe bû. Ji ber rewşa xwe wenda kirin. Ji ber êrîşan nebû. AKP ji xwe re kir amûr. Der barê ku PKK tasfiye dibe de konseptek avakirin. Ji tîrmeha 2011’an heta tebaxa 2012’an ev plan meşandin. Yanî şêwirmendê Erdogan, Yalçin Akdogan digot dê heta Adarê bi dawî be. Lê berxwedana kurdan ev vala derxist. Têk çû. Niha Erdogan dibêje, ez hemû rîskan digirim ser xwe. Ev jî baweriyê nade mirovan. Lê divê mirov vê fêm bikin; AKP bê çare maye. An jî ew nerm nabe. Kê evqas xwîn rijand. Kê evqas mirov xistin zindanam. Zilma polîsan di dema AKP’ê de gelek zêde bû. Xilma kontragerîla pir zêde bû. Fi dema derbeya 12’ê îlonê de ev bûn. Di dema Çîlerê de ev nebû. Lê bi rastî AKP’ê Tirkiye kir dewleta polîsan. Polîs kir dijminê, jinan, kurdan û kedkaran. Ev bi salane polîs îşkenceya herî giran li ser gel pêk tîne. Ev hemû di bin rêveberiya AKP’ê de pêk hat. AKP dema hat desthilatdariyê ne dest bi xwîn bû. “
AKP TENÊ DI GOTINÊ DE DIBÊJE ‘ÇARESERÎ’
Kalkan anî ziman ku nêzîkatiya AKP’ê ne nêzîkatiya çareseriyê ye û tenê di gotinê de dibêje ‘çareserî’. Kalkan wiha dirêjî da axaftina xwe: “Gelo dê çi çareser bike? PKK’ê, Îmraliyê? An jî pirsgirêka kurd, hestên nîjadperest yên faşîst? Ne diyar e. Nêzîkatiyeke wan ya cidî a çareseriyê tune. Di gotin û hewldanên wan de hevsengî tune. Gotinên wî ne zelal in. Hewl dide behsa çaresriyê bike, hêviyê bide. Piştî hilbijartinan dîtin ku paşve diçin û PKK mezin dibe, dixwazin vê biguherin. Dixwazin bi van gotinan gel nerm bike. Ev jî nêzîkatiya AKP’ê ya ji bo hilbijartinên pêş e.”
GELO DÊ ARTÊŞA TIRK HÊZA XWE JI KURDISTANÊ DERBIXE?
Kalkan bal kişand ser nîqaşên agirbest, çekdanîna PKK’ê û vekişîna gerîla û got: “Yên ku van gotinan dibêjin, ez van pêşniyaran bo wan dikim; bila wisa bêjin, gelo dê artêşa tirk hêza xwe ji Kurdistanê vekêşe, polîsên dewleta tirk dê ji Kurdistanê biçin? AKP dê Rêveberiya Kurdistanê ji Kurdan re bihêle? Dê kurd bê asta ku dê hilbijartinên xwe bi xwe bikin? Ger pirsgirêk bê çareserkirin divê wisa be. AKP dê bike, dewlet dê bike. Tiştên PKK bike bi sînor e. PKK dikare pirsgirêkê derbixe û çarseriyê lê ferz bike. Dewlet, hikûmet dê çareser bike. Çareserî bi nêzîkatiya wan dê bibe.”
EM DI NAV KURDAN DE HILBIJARTINÊ BIKIN
Dûran Kalkan diyar kir ku ger kurd vê çaresriyê qebûl bikin PKK ne asteng e û got: “Bihêlin bila îradeya kurdan derkeve holê. Em ji bo kurdan hilbijartinê bikin. bê guman bila PKK jî nêrînên xwe bêje. Civak bêje çi, em nabêjin na. PKK bê guman ger çareserî pêk were, dikare rewşa xwe biguhere jî. Dê biguhere jî. Divê di vê mijarê kurd xwe baş perwerde bikin. Divê aliyê asîmîlasyon û qirkirinê baş bibînin. Divê li dijî asîmîlaysonê derkevin. Kurd di vî alî de teng in. Ez rexne dikim. Asîmîlasyonê tenê wek ziman dibînin. Bê guman ziman girîng e, lê ne her tişt e.”