‘Serenavê çîroka evînê ev e’
YEKTA ŞOREŞ 03.11.2013 08:55:20 “Mirov car caran nikare êşên zarokê di dil de hilgire. Mirov dixwaze derdê xwe ji av, çiya, û çivîkan re vebêje û bi vî awayî sivik bike. Dengê di dilê me de deng vedide û careke din li me dizivire. Rondik bêxêr in di kêliyên wiha de. Ew qasî girane ku tu tişt nikare sivik bike yan jî ji holê rake.” Dibêje gerîllayeke kurd di behskirina hevaleke xwe ya li çiyayên Kurdistan ji bo heman armanc û hêviyê têdikoşiyan.
Bêguman taybetiyeke çiyayên Kurdistan û Tevgera Azadiyê heye ku dema mirov li rex gerîllayekê û gerîllayekî rûdine ligel hîseke ku mirov xwe di nav ewlekariyeke bi her awayî rehet hîs dike, dema dest bi axaftin û vegotinekê dike jî watedayîneke ev qasî zelal ji bo bûyer û diyardeyan tînin ziman ku ne mimkun e mirov di nav heyretê de nemîne.
‘TERÎF Û RENGÊ ÊŞÊ’
Hevaleke gerîlla Eylem dema behsa wê dike rasterast ku navekê mijarê di nav tewazuneke wejejî û jiyanê de dest bi axaftina xwe dike. Dema behsa bîranîn û êşa jê diniqute dike peyv û kitekitên wer tîne gel hevdu ku tu xwe di nav çîrokeke efsûnî de hîs dikî. “Ma terîf û rengê êşê heye? Aliyekî me ku mîna bexçeyekî zarokan bi kêf e, ev êşên bêdem ji bo çi? Ma divê li ser her coşeke me siya êşeke hebe? Tu azadiya parvekirineke mîna ya zarokan tehm dikî. Te dît hin kêlî hene, tevayî lêhûrbûna xwe ya ruhî û hestyarî di hinavê de hildigire. Tu xwe bi her awayî amade hîs dikî. Êdî tu hîs dikî ku zarokê di hundirê te de dikene. Û tu wer hîs dikî ku bi heman muzîkê tu bi mejî û dilê xwe di nav dîlanê de yî. Tu qet naxwazî ew kêlî biqedin. Û tiştên di wan deman de tên jiyan, di kûrahiya dilê te de xwe bi cih dikin. Tu kûrahiyeke wer hîs dikî ku, êdî ev kûrahiya ku te di demên pirr zor û zehmet de bi dest xistiye dibe stargeha te. Tu, hezkirin û hesretan di vir de mezin dikî. Tu zarokên di dilê xwe dike, navenda cihê ku du çem digihêjin hev. Ev demên wiha ne ku dostanî û hezkirin bi ber û bereket dibe. Tu wer hîs dikî ku bendên xerîb ên di hundirê te de hildiweşin. Parçeyek ji te ye ya tu parvekirina wê pêk tîne. Êdî tu jî ne yê berê yî. Dostaniyên ku zarokên di hundirê we de bi hezkirinê dihûnin, êdî te fetih dikin. Û tu wer hîs dikî ku hîn bihêztir tu gihiştiye hebûna xwe. Ew zaroka di kûrahiya dilê te de razaye êdî şiyar bûye. Mahsumiyeta wê her deverên te pêçaye. Lê belê, tu ji bîr nakî ku em di cîhaneke wiha de dijîn ku hewl tê dayîn her tim beden û ruhê me rehîn were girtin. Di nav vê qelebalixa mirovan de ruhê hevdu naskirin û pêwendî bi hevdu re pêşxistin mûcîzeke ye. Tu tevî hemû sînoran jî wî ruhî nas dikî û tu coşa wê dijî. Çawa evînên mezin di rêwîtiyan de dest pê dikin, tu bi dostaniyên mezin bawerî û di heman demê de tu pê bawerî ku di her şert û mercan tu dikarî wê dostaniya mezin pêş bixî. Lê, ji aliyekî ve tu êşan jî dikişînî. Ji aliyekî ve tu li hesretên bêterîf diqelibî. Êdî ruhê te di nav dubendiyekê de ye. Ji ber tu dizanî cîhaneke wiha ye ku her tu hez dikî êş mezin dibin. Tu dibînî ku di navbera te û hezkiriyên te de veqetînên bêdem dijmineke. Tu baş fêm bikî ku çima gelek stran veqetînê tînin ziman. Tu baş tehlîl dikî bê çima hembêzkirinên dawî, kenên dawî di nav xwe de êşên kûr hildigire. Lê dîsa jî dilê te qebûl nakî. Tu naxwazî ji tişta ku ji bo te sade, zelal û fêrkar e qut bibî… Di rastiyê de dema tu diçî, tiştên te jiyan e û tiştên li pey te mane heman tişt in. Di rastiyê de tu dixwazî tevayî êşan bigirî ser milê xwe, bi xwe re bibe û yên li pey xwe mane tu dixwazî şad bihêlî. Lê belê du zarokên ku hevdu dîtine nikarin ji cîhana xwe qut bibin. Di rastiyê de ev ji hevdu qutkirin qanûna herî xerab a cîhanê ye. Yên zimanê demê analîz dikin, sirên hezkirin û êşan jî analîz dikin. Ên dizanin bi demê re biaxifin, ên digihêjin demê dikarin hezkirinên xwe mayînde bikin. Veqetînên fizikî, dostaniyên ku bingehên wê nîn in xera dikin. Lê, yên xwedî bingeh bi awayî awerte mezin dikin. Afirandina hezkirinên ji derveyî dem û mekanan girêdayî hêza zarokên di hundirê me de ye...”
‘XWE DISPART SEDEMÊN PIRR KÛR ÊN BÎRDOZÎ Û FELSEFÎK’
Gerîllaya Kurd rastiya şerê li ser esasên heqîqet û rastiyê yê Kurd û di nav de Hevala xwe Eylem wiha tîne ziman: Ev rast e. Tevayî şer jî hinekî tê vê wateyê. Şerê hezkirina rast, di hebûneke ku xwe feda dike de dibe bedenek. Hebûneke ku xwe feda dike û dihêle ji bo di yekparebûnê de mezin bibe cesareta hezkirinê dixwaze. Heqîqeta jêre evîna şer tê gotin ev e. Di cîhanê de serenavê çîroka evînê ev e. Gerîlla ku şervanên evînê ne jiyana xwe datînin holê û sebir dikin, nûnertiya heqîqeta di gerdûnê de dikin. Yên dikarin di pencereya hezkirinê de binihêrin ev in. Di goleke evînê ya bi dilopan pêk tê de rêheval Eylem, xurûra tevlîbûna nav karkerên evînê yên di vê golê de ked û xwêdana wan heye dijiya. Û her dem dixwest, bikeve ser şiverêyeke pirr dirêj û qet neqede. Şerê wê dida. Şerê mirovekê û mirovekî ku bi cîhana xwe ya nevxweyî re mijûl dibe, û ev cih kiribe mekanê evînê zehmet e. Dibe ku jiyaneke wiha ya tevlî jiyana gerîlla dibe ji her cure şer zehmettir e. Rêheval Eylem jî yek ji wan karkeran e. Ev karê ku li çiyayan tê hûnandin, li ser kendal û lûtkeyên çiyayên herî bi heybet tê amadekirin. Kesên ku xwe fedayî wê jiyanê dikin çi şad û bextewar in. Rêheval Eylem jî bêguman ji bo me dihat vê wateyê. Li Akademiya Mahsûm Korkmaz min Rêheval Eylem nas kir. Rêheval Eylem her tim israr dikir ku biçe Bakurê Kurdistan. Ev israra wê êdî zêde bibû û gihiştibû asta ferzkirinê. Bêguman wê demê ev ferzkirina wê pirr bi wate bû. Ji ber ku jin bû, israra wê xwe dispart sedemên pirr kûr ên bîrdozî û felsefîk. Ji dengê Rêber Apo yê ‘Tevayî zilam ji çiyayan dakevin jî divê jin bimînin’ re bersivek bû. Rêbertî got, ‘Yên girêdayî min bila biçin Bakur’ Wê demê rawestandina Rêheval Eylem karê herî zehmet ê cîhanê bû. Wê, ew çûba û tu kesê/î nikarîbû li pêşiyê bibe asteng.
‘FÎŞEKA YEKEMÎN BILA LI MIN BIKEVE’
“Hedef û armancên Rêheval Eylem ne şexsî bûn. Armanc û hedefên wê yên ku tevayî hevalên wê jî di nav de ku parçe yekparebûnê temam dikin hebûn. Şehadeta rêhevalên wê bibû sedem ku armanc û hedefên wê jî taloq bibin. Dibe ku ji ber vê Rêheval Eylem demeke dirêj jiyan bêwate dîtibû. Paşê piştî derbasî Dêrsimê dibe fêm dike ku yekane dilsoziya bi bîranîna rêhevalan re pratîkeke bi hêz e. Û wê xwe bide pratîkê. Di pratîka xwe de bihêz bû. Tecrûbêyên wê yên pratîkeke bihêz hebû. Tevayî hevalên wê dixwestin pêre biçin wezîfeyê. Ev weke rûmetdariyekê didîtin. Di çalakiyan de pirr ciddî bû. Mîna navê xwe. Eylem ango çalakî. Jixwe wê Eylem di çalakiyan de ciddî bûya. Ev jî dibû sedem ku derdor baweriyeke bêhempa bidiyê. Di mijara ku ji her kesê/î zêdetir hişyar û heta her kitekit û detayan bi dîqqet be xwe berpirsiyar didît. Digot, ‘Fîşeka yekemîn bila li min bikeve, bila qurbanê yekemîn ez bim. Tehemmûla min nîn e ku ez şehadeteke din bibînim.’ Çalakiyên bi hêvî jî nirxek bû ku ji Wê hevalê ji me re man. Bêguman rabûrdiya Wê jî. Ji bo yên Wê nas dikin nas nakin, jiyana Wê ya ji parçeyan yekparebûn diafirand, bi nirxên ku me tevlî dikirin îfadeya xwe dibîne. Ez hemûyan dizanim. Ez hîn deyndar im. Ji ber ku me pêkve hîn zêdetir jiyan parve kiribû û me hevdu nas kiribû. Hem di demên borî de hem jî di demên niha de.
‘XEYALÊN ME YÊN ZAROKAN ZINDÎ DIBIN’
Te dît demekê di tenêtiya kolanên mayînkirî de veşartîbû xewn û xeyalên me. Di taxên bi nîzam de ew qasî hatin girtin ku, her kêliya wê bi bûyer, her bûyer yek ji me bû. Û êdî me tenêtiya xeyalên bi zirx jiya… Tetîkên kişandî di hêviyên me de aliqibûn. Hêvî jî di çariyeke zer û germ de bû… Em di mekanên roniya strana berbangekê de ne. Xeyalên me yên xwe li çiyayan digirin êdî mizgîniya zayîna bi fîşekan didin. Û roj hîn germtir e êdî... Niha rondikên tenêtiya ku xwîn jê tê bilind dibin. Her qîrîna ku dikeve ser şiverêyan weke xeyalekî di axê de tê çandin. Êdî neferê di axê de veşartî di serhildanê de ye... Û xeyalên me yên zarokan zindî dibin. Her çiya mizgîniya serketinekê dide me. Her şiverêyek kaniyekê û her stranek mîna dîrokekê ji me re tê nivîsandin. Em di kêliya demên parçekirî de ne... Di şeveke bakur, pêlên bê fener ku bê mecal mane û dîsa di şeveke med-cezîr de em di îçtimayê de ne... Her sibehek ji êvarekê re ducanî ye. Û her roniyek di sira tariyekê de qîr dike. Em bi hêrsa rojeke wiha de di nav berxwedanê de ne...”