Serhildana Sivîl dest pê kir
AMED (DÎHA) - Li Amedê bi 10 hezaran kes, ji bo daxwazên "Perwerdehiya zimanê zikmakî", "Serbestberdana girtiyên siyasî", "rakirina benda hilbijartinê" û "bidawikirina operasyonan" dest bi meşê kirin. Polîsan derdorê girsê dorpêç kir û Hevserokên KCD'ê û BDP'ê jî li ber Mêvanxaneya Şaredariyê dest bi çalakiya rûnişitnê kir.
Li Amedê bi 10 hezaran kesên, piştî hevserokên BDP'ê û DTK'ê bi civîna çapemeniyê diyar kirin ku ji bo daxwazên Perwerdehiya zimanê zikmakî", "Serbestberdana girtiyên siyasî", "rakirina benda hilbijartinê" û "bidawikirina operasyonan" pêk bên, dê çalakiya "Serhildana Sivîl" dest pê bikin, 10 hezaran kesan îro bi meşekê starta çalakiya "Serhildana sivîl" dan destpêkirin. Bi 10 hezaran kesên ku li Parka Koşuyolu civiyan ber bi Mêvanxaneya Şaredariya Bajarê Mezin a Amede ve dest bi meşê kirin. Lê pişti ku Walîtiya Amedê çadir rakir û polîsan navbera parkê û mevanxaneyê girt, destûr nedan meşê. Li ser vê helwesta polîsan, girsê pankarta ku wêneyên siyasetmedarên kurd ên bi kelepçekirî a "Zimanê me rûmeta me ye" vekirin û sloganên "Bijî Serok Apo" û "PKK gel e, gel li vir e" qêriyan. Girsê li Parka Koşuyolu û Mêvanxaneya Şaredariyê dest bi çalakiya runiştinê kir.
Hevserokên BDP'ê KCD'ê jî çalakiya rûniştinê pêk anî
Li aliyê din Hevserokên Giştî yên BDP'ê Selahattin Demîrtaş û Gultan Kişanak, Hevserokên KCD'ê Ahmet Turk û Aysel Tugluk, parlementera BDP'ê Emîne Ayna, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Osman Baydemîr û şaredarên BDP'î yên navçeyên Amedê ji di navde li ber mêvanxaneya Şaredariyê dest bi çalakiya rûniştinê kirin.
Demîrtaş: Muhatabê me Serokwezîr e
Hevserokê Giştî yê BDP'ê Selahattîn Demîrtaş, li vir axaftinek kir û diyar kir ku muhatabê wan ne polîs û ne walî ye, muhatabê wan ên siyasî û Serokwezîr Erdogan e. Demîrtaş, wiha got: "Em li vir siyasetê dikin. Ji ber vê yekê muhatabê me ne leşker, ne polîs in, muhatabê me Wezîrê Karên Hundir û Serokwezîr Recep Tayyip Erdogan e." Demîrtaş, mudaxaleya polîsan a li dijî "Konê Çareseriya Demokratîk" a Êlihê jî şermezar kir û anî ziman ku ev mudaxale li dijî mafên mirovan û hiqûqê ye. Hevseroke KCD'ê Ahmet Turk jî diyar kir ku çiqas çalakiya wan asteng bikin bila bikin, dê çalakiya xwe ya rûniştinê li vir bidomînin.
Polîsan derdorê Mêvanxaneyê dorpêç kir. Li gel barîkata polîsan û tedbîrên mezin diba bi hezaran kesên ku li Baglarê kom bûn sloganên "Amed bi we serbilind e" berz kirin û piştgirî dan çalakiya BDP'ê û KCD'ê.
Li aliyê din helîkopter bê navber di ser bajar re bi nizmî difire. Çalakiya rûniştinê didome.
(mae)