Serkeftina HDP'ê gihişt lûtkiyê Cudi
ŞIRNEX (DÎHA) - Piştî HDP di hilbijartina 7'ê Hezîranê de bi ser ket, gelê Şirnexê bi coşek mezin pîrozbahî pêk anî. Piştî girse derket kolanên Şirnexê, li lûtkeyên Cûdî jî pîrozbahî hat lidarxistin.
HDP'ê di hilbijartina 7'ê Hezîranê de li Kurdistanê û Tirkiyeyê dengê xwe du qat zêde kir û bi 80 wekîlan çû meclîsê. Li Şirnexê jî HDP'ê ji 4'an 4 wekîl derxist û serkeftinek mezin bi dest xist. Gelê Şirnexê ji bo pîrozbahiyê pêk bînin li Qada Omer Kabak kom bûn û şahî pêk anîn. Di şahiyê de Wekîla HDP'ê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez jî di navde bi hezaran kes amade bûn. Gelê ku li ber avahiya HDP'ê kom bû heta qada Omer Kabak meşiyan. Bi seran welatiyên beşdarî meşê bûn bê navber siloganên "Bijî serok Apo", "Em HDP, Em biçin meclîsê" berz kir. Li qadê bi hezaran welatî bi cil û bergên xwe yên rengîn û neteweyî li qadê kom bûn û pîrozbahî pêk anîn. Li qadê pankartên mezin ên HDP û "4-0", "Şirnexê ji mirovahiya mezin re got erê" û "Me tu nekir serok" û "Ampûlê vemirînin, Roj derket" vekirin. Dîsa li qadê posterê mezin ê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat vekirin. Bi hezaran welatiyên li qadê kom bûn li ber stranan govend gerandin û pîrozbahî pêk anîn.
'Me AKP ji Kurdistanê avêt, niha dor ya meclîsê ye'
Wekîla HDP'ê ya Şirnexê Leyla Bîrlîk û Aycan Îrmez jî axaftin kirin û diyar kirin ku wan AKP ji Kurdistanê paqij kir û niha dor hatiye ku AKP'ê ji meclîsê paqij bikin.
Piştî axaftinan welatiyan li ber stranan şahiya xwe berdewam kiriye.
Piştî li vir şahiyê dest pê kir, li lûtkeyên çiyayê Cudî jî pîrozbahîyê dest pê kir.
(mae)