‘Serkeftinên HDP û YPG’ê hemû plan vala derxistinˮ
HELEB – Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê ya taxa Şêxmeqsûd a Helebê diyar kir ku serkeftina HDP’ê û serkeftinên YPG’ê yên li Cizîrê û Kobanê hemû plaên dijberiyê vala derxistin û isbat kirin ku vîna jiyana azad û hevbeş bi ser dikeve.
Hêzên YPJ’ê li taxa Şêxmeqsûd a Helebê bi armanca nirxandina rewşa dawî û şîrovekirina rastiyên heyî ji jinên taxê re civîna lidar xist. Civîn bi beşdarbûna dehan jinên ji hemû pêkhateyan li navenda Heyva Sor a Kurd bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê Endama Meclîsa Leşkerî ya YPJ’ê ya Helebê Sosin Berhat axivî û di serî de serkeftina HDP’ê û serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê li kantonên Cizîrê û Kobanê pîroz kir û got: ˮBidestxistina 81 perlemanteran ji aliyê HDP’ê ve serkeftina herî mezin û binirxe. Bi serkeftinên HDP’ê re bi mîlyonan kes daketin kolanan û serkftina HDP’ê pîroz kirin, serkeftina hate bidestxistin dê destpêkirina pêngaveke nû ya bi destxistina mafê gelê kurd e.ˮ
Berhat, her wiha bal kişand ser serkeftinên hêzên YPG/YPJ’ê yên li kantona Cizîrê û rizgarkirina Çiyayê Kizwanan û bajaroka Mebrûka û da zanîn ku hin derdorên ku destkeftiyên YPG/YPJ’ê ne bi dilê wan bû, xwestin li Şêxmeqsûd aloziyan derbixin û wiha dom kir: ˮPlanên hatin kirin bi destê hin komên ku Tirkiyê pişgiriya wan dike pêk hatiye.ˮ
Di dawiya axaftina xwe de Berhat, da zanîn ku serkeftina HDP’ê û destkeftiyên hêzên YPG/YPJ’ê yên li Cizîrê û Kobanê hemû planên dijberiya Rojava dirkirin vala derxistin.
Piştî axaftinê Berhat bersiva pirsên jinan bersivandin. Jinan bi diurşmeyan dawî li civîna xwe anîn.
(dc)
ANHA