Serketina Rojava mayînde dibe
Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Kobanê Bozan Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava a serketî êdî bûye malê gelan û qonaxa mayîndebûna vê serketinê destpê kiriye
KOBANÊ - SEDAT SÛR / ANF Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Kobanê Bozan Xelîl destnîşan kir ku Şoreşa Rojava a serketî êdî bûye malê gelan û qonaxa mayîndebûna vê serketinê destpê kiriye.
Şoreşa Rojava di 19'ê Tîrmeha 2011'ande destpê kir. Şoreşa ku dikeve sala çaran, li Rojava rê li ber veguherînek mezin vekir. Ji bo gelên Sûriyeyê jî dibe alternatîf. Bi wesîleya salvegera şoreşê Wezîrê Karên Hundir ê Kantona Kobanê Bozan Xelîl ji ANF'ê re axivî û bal kişand ser rola diyarker a berxwedana Kobanê.
Şoreşa Rojava bandoreke bi çi rengî li herêmê kir?
Şoreşa Rojava beriya her tiştî berhema felsefeyekê ye. Encama ked û berdêla mezin a bi sedan şehîdan e. Şoreşa 19'ê Tîrmehê bandorên kûr li Sûriye û Rojhilata Navîn kir; rêveçûna şer û siyasetê guhert. Serhildanên li Yemen, Tûnis, Misir û Rojhilata Navîn her tişt ser û bin kir û Şoreşa Rojava weke xeta 3. derket holê. Xwe weke rêyeke nû, xeteke xwe dispêre vîn û hêza gelan û bersivê dide daxwazên gelan, nîşan da. Nebû cîgirê ti hêzan, nebû dûvikê ti hêzan. Nebû dûvikê rejîma Baas û Koalîsyona Neteweyî Ya Sûriyeyê. Li ser bingehên xwe yên îdeolojîk û felsefîk ve bi pêş ket, bi perspektîfa xwe ya Sûriyeya demokratîk re alternatîfa jiyana bi hev re û biratiyê pêşkêşî gelan kir û mezin bû.
Cudahiyên bingehîn di navbera Şoreşa Rojava û serhildanên weke 'Bihara Ereb' tên binavkirin, çi ne?
Cudahiya herî mezin ew e ku şoreşeke zîhnî ya xwedî pêşengiyeke serbixwe ya îdeolojîk e. Li Lîbya, Tûnis, Misir û welatên din dema serdest ji desthilatdariyê hatin xistin, daxwazên gelan bi cih nehatin anîn. Parçeyên çerxa mêtîngerî û desthilatdariya kevneşop a hat hilweşandin, bûn desthilatdar. Şoreşa Rojava sekneke nû îdeolojîk û nêrîneke nû ya ku serdestiya tekparêziyê red dike û tercîh û baweriyên gelan esas digire, pêşkêş kir.
Yek ji cudahiyên bingehîn jî ew e ku Şoreşa Rojava şoreşa jinê ye. Li hemberî sîstema bi serdestiya mêr, yekemcar bi rengê jinê, bi pêşengiya jinê şoreşek pêk tê. Dema li dîroka şoreşên cîhanê were temaşekirin wê were dîtin, ku sedema bingehîn a bi ser neketina şoreşan, cihnegirtina jinan bi nasnameya xwe ye. Şoreşa Rojava cewhera xwe ya demokratîk ji pêşengiya jinê, ji vîn û tevlîbûna jinê wergirt û mejiyê serdestiya mêr parçe kir. Bi vê taybetmendiay xwe re demokrasiyeke rasteqîn mayînde dike.
Taybetmendiyeke din a şoreşê ew ku tevî van hemûyan, li ser bingeha biratiya gelan û wekheviya baweriyan e.
Bandoreke çawa li ser şerê li Sûriyeyê kir?
Şerê Sûriyeyê yê heyî planeke ji 15 salan e. Şerek li ser gelan û mezheban hatiye plankirin. Şoreşa Rojava a ku karaktera neteweperestî û dewletperestî ji holê rakir û rêya jiyana bi hev re ya gelan pêşkêş kir, pêşî li vê girt. Eger şoreş nebûya, li herêma Rojava niha gel û bawerî wê hevdu qir bikira. Lewma bandoreke diyarker li ser rêveçûna şerê li Sûriyeyê kir. Hesabên destguhertina desthilatdariyê bi şerekî bi xwîn ê gelan û baweriyan, têk bir. Niha gelên Ereb, Suryanî, Ermenî û Tirkmen li modela Rojava dinêrin û dibînin ku li Sûriyeyê jiyana bi hev re û wekhev, pêkane. Şer, komkujî û êrîşên li hemberî gelan û baweriyan tolere nakin.
Avabûna mûxalefeteke demokratîk bi saya Rojava dibe. Di rewşeke berevajî de wê mûxalefeta herêmê di destê hêzên hov ên mîna DAIŞ'ê de bima. Ev gelekî girîng e.
Sedema vê bi tenê şer û berxwedana we ye?
Na. Sekna îdeolojîk û felsefîk, zîhniyeta demokratîk a azadiya gel û baweriyan esas digire ya şoreşê ye. Li ser vê bingehê di demên dawî de dînamîkên demokratîk ên Sûriyeyê dest bi naskirin û fêmkirina şoreşa me kirin. Mîna gelan derdorên siyasî û leşkerî jî bal dan şoreşa me. Pêwîste Bûrkan El Firat ku nûnerên gelê Ereb yekser di nav de cih digire, di vê çarçoveyê de were nirxandin.
Di sala 4. a Şoreşa Rojava êdî gel û hêzên demokrasiyê tên hembêzkirin. Êdî têmkirin û rûniştandin. Weke sîstemekê vediguhere tercîha gelan. Ev ye ji bo şoreşê pêşketin û serketinên girîng in.
Suryanî, Ermenî, Ereb, Tirkmen, Êzidî û Xiristiyanên li Rojava dijîn, pêkanîn şoreşê çawa pêşwazîkirin?
Mîna temamiya gelên Rojhilata Navîn gelên li Rojava dijîn jî bi sedan salan di bin sîstemên zordar, tekparêz û paşverû yên dinaliyan. Şoreşa Rojava ji bo gelên li Rojhilata Navîn mîna wahayek li nava çolê ye. Nefes girtin e, xwegihandina reng û cewhera xwe ye. Di destpêkê de ji ber antî propaganda û pêşhukmên sedan salan bi dudilî Nêzîk bûn, lê belê piştî pêkanîn dîtin bi daxwazeke mezin tevlî bûn. Fêm kirin ku ev şoreş a wan e. Dîtin ku ew ê şoreşê ava bikin. Alternatîfa jiyanê, şoreşa ku lê digeriyan lê belê nav lê nedikirin, dîtin. Ji ber vê yekê, di serî de li Kantona Cizîrê gelên me di rêveberiyên xweser de mafên xwe temsîl kirin. Tevî pêşwazîkirina erênî, Şoreşa Rojava weke şoreşa xwe dîtin. YPG/YPJ bi tenê şoreşê diparêzin, lê belê hemû derfetên şoreşê û rêveberî radestî gel kirine.
Di vê xalê de YPG/YPJ bi taybetî bi berxwedana Kobanê re tevkariyeke çawa li mezinbûna baweriya "parastina şoreşê di her şert û mercî de' kirine?
Şoreş li Kobanê destpê kir û divê ev yek bi awayekî zelal were gotin, ku bi berxwedana Kobanê re qonaxeke nû hat bidestxistin. Serketin misoger bû. Kobanê bi mayîndekirina serketina şoreşê re ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bû mifteya çareseriyê. Serketina Şoreşa Rojava bû serketina demokratîk a gelan, sembola serketinê. Bû sedem ku gelên Sûriyeyê şoreşê nas bikin û berê xwe bidin şoreşê.
Weke pêvajoya girê Spî, dîsa propagandayeke dijwar a reşkirinê heye. Herî dawî banga we li gelan çi ye?
Banga me li tevahiya gelên Rojhilat Navîn bi vî rengî ye; ev şoreş şoreşa me hemûyane. Di nava 4 salan de îspat bû ku şoreşa hemû bindestan, gelan û baweriyan e. Bi pêkanînên xwe re ev nîşan da. Bila cihê xwe di nava vê şoreşa ku çarenûsa gelên Rojhilata Navîn diguherîne, cihê xwe bigirin. Bila ji propagandayên reşkirinê yên li hemberî şoreşê tên kirin, bawer nekin. Bila pêkanînên çeteyan bibînin. Binêrin her kesî li Girê Spî dît ku şoreş bi çi rengî nêzî gelan dibe. Bila gelên li Sûriyeyê bawer bikin ku şoreş şoreşa wan e û tevlî her qada şoreşê bibin, destekê bidin. Vê modelê li her cihê lê ne bixin meriyetê. Bila bi xwe bi cih bînin, em jî destekê bidin. Rêveberiya li Girê Spî radestî gelan hat kirin, gel xwe bi rêve dibin, wê xwe bi rêve bibin. YPG/YPJ bi tenê ewlekariya bajêr dikin. Şoreşê di sala 4. de bi karaktera xwe ya demokratîk re serketina xwe îspat kir û derket qonaxeke gelekî girîng.