1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. 'Serok azad nebe hemû azadî bêwate ne'
'Serok azad nebe hemû azadî bêwate ne',serok,azad,nebe,hemû,azadî,bêwate,ne

'Serok azad nebe hemû azadî bêwate ne'

'Heta serokê me azad nebe, hemû azadî bêwate ne'

A+ A-

Kurdên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re mane, diyar kirin ku piştî komployê 13 salên bêyî Ocalan ji bo wan gelekî zor derbas bûne û peyama, “Serokatiyê her tişt daye me, em ji bo her tiştî deyndarên wî ne. Lewre heta Rêberê me azad nebe, hemû azadî bêwate ne” da.

Di ser komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye pêkanîn re 13 sal derbas bûn. Lê hêrsa kurdên li çar perçeyên Kurdistanê û welatên din dijîn, qet kêm nebû û di her fersendê de nerazîbûna xwe anîn ziman. Wekî her sal îsal ji, di salvegera komployê de kurd li kolanan nerazîbûnên xwe nîşan didin û azadiya Ocalan dixwazin. Kurd her wiha hesreta xwe ya 13 salên bêyî Ocalan derbas bûne vedibêjin. Ocalan 20 salan li Suriyeyê ma û bi kurdên Rojavayê Kurdistanê re ji nêz ve eleqedar bû, lewma yek ji cihên ku herî zêde hesreta wî dikişînin jî Rojavayê Kurdistanê ye. Welatiyên ku berê bi Ocalan re mane, bal kişandin ku her çiqasî fikrên Ocalan bandor li ser hemû jiyana wan kiriye û bi wan dijîn jî, ew bi hesreta wî radibin û rudinin. Welatî, şoreşa niha tê jiyandin jî, wekî “kefxweşiyek nîvî” binav dikin. Welatiyên Rojavayê Kurdistanê ku dema Ocalan hate kirin axîn kişandin û gotin di qirika wan de bû girê, nêrîn û hêviyên xwe wiha anîn ziman:

‘SEROKATÎ JI HEMÛ KESÎ CUDATIR E’

Hemîde Osman: Min Serokatî di sala 1979’an de nas kir. Di wê salê de hatin mala me. Ew û 2 hevalên xwe bûn, lê me nedizanî ku Serokatî ye, piştre me zanî ku Serokatî ye. Heta jixwe re cih girtin, kampên xwe çêkirin, li cem me diman, nêzî 3 mehan man, yanî dihatin û diçûn. Beriya Serokatiyê jî rêveberên gelek partiyan dihatin mala me, lê Serokatî gelekî cuda bû, mesela cilên xwe, goreyên xwe bixwe dişuştin. Exlaqekî gelekî cuda hebû, gelek dixwend. Vana bandorek gelek mezin li ser me çêkir. Me heta wê demê tiştekî wisa nedîtibû.

Rêveberên partiyên din jî carinan dihatin mala me û bi Serokatiyê re di axivîn, lê piştî derdiketin derve jî ji hevre digotin; “4 kes hatine û behsa şer dikin”. Lê helwesta Serokatiyê gelek cuda bû.

‘PAPOR Û SARINCA WÎ BIKAR DIANÎ DIPARÊZIM’

Piştre em çûn qampê me dît, ji me re digot, “Ma tê bîra we ku em hatin mala we?” Girêdayînek me ya zêde pê re çêbû. Ku Serokatî nebûya îro ev tişt jî nedibûn. Dema radestî Tirkiyeyê hate kirin jî, ji bo me gelek zehmetî çêbû. Li me zor hat, tiştekî gelekî giran bû. Em gelekî beriya wî dikin. Hîn jî papora (bi gazê dişixule, li ser av tê germkirin, xwarin tê çêkirin) ku me ji bo wî av li ser germ dikir û sarinca ku me ji bo wî av xistibûyê, hîn jî li cem min in. Ez wan diparêzim. Ev bîranînên Serokatiyê ne.

‘BÊYÎ SEROKATIYÊ AZADÎ NABE’

Nufa Îsmaîl (65): Min serokatî di sala 1980’yan de li Lubnanê dît. Wê demê wekî niha derfet zêde nebûn. Mitbaxek wan a biçuk hebû. Serokatî berê li mala lawê apê min mabû. Dema ez çûm akademiyê jî, ji min re got, “Min heta niha derguşa lawê apê te dihejand”. Em bi hevre keniyan. Sohbeta wî gelekî xweş bû, bandor li ser herkesî çêdikir. Min carek li akademiyê xwarinek jê re çêkir, lê min nedizanî ez ê çi çêbikim. Min ji hevalan pirsî ka ez çi çêbikim. Ji min re gotin, “bacanek biçuk, xiyarek û hinek beqdanus çêbike”. Min got “willeh ev nabe” lê piştre gotin ku Serokatî wan dixwe, min jî çêkir. Carekê ji min re got, “Ez tiştekî ji te re bêjim tu naqehirî?” Min got “Heke nebaş be ezê bêjim na.” Ji min re got, “Niha ez te bişînim Ewropayê tu dê biçî?”, Liser vê yekê min got, “Na, li wir sebra min nayê, Qamişlo ji bo min bes e” wî jî got “rast e.” Xweziya tiştek aydî wî li cem hebûya. Hefteyek beriya ku Serokatî ji Suriyeyê derkeve ez dîsa çûm qampê. Ez nikarim hestên xwe yên dema komployê bînim ziman, gelekî zor e. Hesreta 13 salan jixwe qet nayê vegotin.

Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê jî hemû keda Serokatiyê ye. Dema ez van dibînim, Serokatî û axaftinên wî tên bîra min. Lewre li vir rewşek aram û azadî hebe jî, ez wekî azadiyê nabînim. Heta ku Serok azad nebe, ez vê wekî azadiyê nabînim.

‘GOTINÊN WÎ JI HIŞÊ MIN DERNAKEVIN’

Birahimê Emerê Gindî: Min Serokatî di sala 1990’î de li Lubnanê dît. Em wekî malbat çubûn. Em ji bo 15’ê Tebaxê çubûn. Gelek kes hatibûn, serokatî jî ji bo axivî, me bi hevre firavîn xwar. Piştre jî ez gelek caran çum cem Serokatiyê. Lê beriya ku ez Serokatiyê bixwe bibînim, min fikrên wî nas kirin. Di dema ku ji wan re digotin “Telebe” min nas kirin. Min gelek partî û rêxistinên kurdan dîtin, bi wan re axivîm. Ez jî di nava lêgerînê de bûm, lê tu partiyan bawerî neda. Dema min telebe dîtin, êdî min ji xwe re got, “tişta ez lê digeriyam, min dît.” Piştre min Serokatî jî dît. Serokatiyê digot “Tiştên me kirine têrî me sed salan hene”. Her tim digot, “Girêdayî tu kesî nebin, li ser lingên xwe bisekinin, bibin serokên xwe”. Ev gotinên wî tu carî ji hişê min dernakevin.

‘MILET ÇIMA RADIZÊ’

Lewre dema hate girtin, ez wekî gelekan ne tirsiyam. Belê hestên me yên wê demê nayên vegotin. Lê tirsa me ya ku tevger dê belav bibe nîn bû. Belkî Serokatî bi cismê xwe ne di nava me de ye, lê ji bo me her tişt kiriye. Dema radestî tirkan hate kirin, ew gotinên wî hatin bîra min.

Heta Serokatî li wir be, ne mumkun e ku em karibin tiştekî din ji bo Kurdistanê bikin. Ancax Serok dikare vî miletî lihev kom bike. Dijmin her dijmin e, lê tişta girîng helwesta me ye. Miletê me çima radizê, çima nerazîbûnên xwe wisa bilind nakin ku hemû cîhan bibihîze. Divê em zanibin ka em ji ku hatine, em di kîjan riyan de derbas bûne. Cihê em niha lêne keda Serokatiyê ye. Lewre divê em bibin yek û xwe biparêzin. Divê em pêngavek pêş de 2’yan jî paşve ne avêjin. Divê karên me hemû pîroz bin.

‘TIŞTA LÊ DIGERIYAM LI CEM SEROK APO BÛ’

Yusuf Gulo (75): Berî ku PKK bê damezirandin têkiliyên min bi perçeyên din ên Kurdistanê re hebûn. Jixwe ez di nava siyasetê de bûm, rêveberê partiyekê bûm. Lewre li ku derê çi çêdibû me dişopand. Dema PKK hate damezirandin jî têkiliya me çêbû, gelek xortên ji ber derbeya leşkerî ya di sala 1980’yan de li Tirkiyeyê çêbû neçar man derkevin û hatin Suriyeyê li cem me man. Di wê demê de min PKK û Serok Apo jî nas kir. Di naskirina min PKK’ê de bandora Osman Sebrî jî hebû. Min dixwest ez jiyan û mirinek bi rûmet hebe. Ji bo vê jî 3 tiştên girîng hebûn ji bo min. Ev jî qebûlkirina girtinê, koçberî û şehad bû. Yên ku vana li ber çavan bigire dê encam bigirta, ev li cem PKK’ê hebûn. Danustendinên me çêbûn û min fikra Serok Apo pejirand û ez tevlî xebatên wan bûm. Heta sala 1984’an min jî xebat meşand û wê salê cara yekemîn ez çûm cem Serokatiyê.

‘TU TIŞTEKÎ SEROKATIYÊ NAYÊ JIBÎRKIRIN’

Dema ez çûm cem Serokatiyê min jê re got: “Ez 10 salan ji te mezintir im, beriya te siyaset kiriye, lê hêz û quweta te, zanebûna te di me de nîn e. Li cem te hem zanebûn hem jî mêranî heye. Ev herdu tişt di kêm mirovan de hene. Min gelek kesên xwe rêber hesibandine dîtin, lê hemû reviyan. Loma ez ê heta dawiyê bi partiyê re bim.” Lê dîsa me Serokatî baş nas nekir. Di sala 1991’an de cara duyemîn çum cem Serokatiyê û vê carê min hinek baştir nas kir. Ji ber ku me di jiyanê de gelek tişt dîtin, vê jî Serokatî baştir bi me dan nasandin. Bandorek gelek zêde li ser me çêbû. Tu tiştekî Serokatiyê nayê jibîrkirin. Me Serokatî bi ilm û welatparêziya wî nas kir û vê tu caran jibîr nakin, baweriya me heta dawiyê pê hebû, ew ket nava dilê me. Me gelek serok dîtibûn, lê tu ji wan wekî Serok Apo nebûn.

Dema Serokatî teslîmî Tirkiyeyê hate kirin, gotina wî ya wekî, “Tişta herî bi qiymet ku min daye miletê xwe fikr e. Bi vê fikrê dikare sed salan şer bike, siyasetê bike, dikare hemû karên xwe bike, lê dijmin tiştekî ji min nagire” hate bîra min.

Bêguman em gelekî bêriya Serokatiyê dikin. 13 sal derbas bûn, lê fikra wî serdest e, em bi fikra wî sed salan dikarin bijîn. Şoreşa li Rojavayê Kurdistanê tê jiyandin jî van gotinên Serokatiyê tîne bîra me. Ev hemû keda Serok Apo ye. Serok Apo digot, “Serokê ku nikare bi hezaran serokan çêbike, tu nikarî ji wî re bêjî Serokatî.” Serok Apo bi hezaran serok afirandine û niha ji bo mirovahiyê jî dixebite. Divê ji bo azadiya Serokatiyê em xebatên xwe bilezgîntir bikin û yekîtiya xwe ava bikin.

ANF NEWS AGENCY